Rêxistina Heyva Sor a Kurd çar hevalên xwe oxir dike

Em Rêxistina Heyva Sor a Kurd bi xemgîniyeke mezin çar rêhevalên xwe :
Luay Mihemed Bekir, Hesen Ebdulrehman Heydo, Mihemed Ebdullah El-Osman, Elî Osman El-Casîm radighînin , ku di roja pêncşemê 14-03-2024an de li ser rêya Dêrezorê di encama qezayeke trafîkê ya bi êş de jiyana xwe ji dest dan ku ji bo karên xwe yên mirovî li wir bi cih bînin. Di serî de sersaxiyê û hevxemiya xwe ji malbatên wan re dixwazin û em jî weke Heyva Sor a Kurd êşa wan dikişînin, di vê dema dijwar de ji bo derbaskirina vê bûyera giran sebreke mezin ji wan re dixwazin.
Her çar rêhevalên me Luay Bekir, Hesen Heydo, Mihemed Osman û Elî Casim wê di bîranîn û dilê me de bimînin û em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku wan di bexçeyên xwe yên fireh de bihewîne û di van rojên dijwar de sebirê bide malbatên wan. Em jî ji wan re sersaxiyê dixwazin.
Çar rêhevalên me :
Luay Mihemed Bekir
Navê Dayikê: Ezîz Mihemed
Dîroka jidayikbûnê: Tal Temr 1994
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2018
—————————————-
Hesen Ebdulrehman Heydo
Navê Dayikê: Zerka Elî
Dîroka Jidayikbûnê: Dirbêsiyê – 1983
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2020
————————————————
Mihemed Ebdullah El-Osman
Navê Dayikê: Afaf El-Osman
Dîroka Jidayikbûnê: Tel Şeyeb 2000
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024
———————————————— —
Elî Osman El-Casim
Navê Dayikê: Enûd
Dîroka jidayikbûnê: Dêrezor – Hemar El-Elî 1987
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024
 

Panorama xebata Heyva Sor a Kurd di sala 2023an de

Dı sala borî de ku herêm dı nav şert û mercên dijwar de derbas bû, Heyva Sor a Kurd bi hemû hêz û îmkanên xwe ve bi dilsozî xizmetên xwe bêşkêşî civakê dıkır.
Heyva Sor a Kurd di sala 2023’an de gelek xizmetên mirovî û tenduristiyê pêşkêşî (1,215,216)
jı mirovên herêmê kir.
Di nav van xizmetguzariyan de peydakirina lênihêrîna tenduristî, alîkariya yekem, xızmetên protez, perwerdehiya tenduristiyê, parastin, piştevaniya derûnî û baştirkirina av û paqijiyê hebûn.
Hıjmara wan kesên ku ji wan xizmetên bê sînor sûd wergırtın bı vî rengîne:
(816644 )sûdmend ji xizmetên tendurstî
(3522) sûdmend ji xizmetên navenda pirotêza bi hemû beşên xwe
(816644) sûdmend ji xizmetên perwerdekirina tendurstî
(5130) sûdmend ji xizmetên pirograma parastin
(9372) sûdmend ji xizmetên pirograma piştgirya Derûnî
(10000) sûdmend ji xizmetên pirograma av û psaqijî /WASH/

vekirina navendeke tendurstî li Şêx Meqsûs li Helebê

Ji ber nebûna navendên tenduristiyê li #Helebê li herêmên #Şêx_Meqsûd û #Eşrefiyê, û bi zêdebûna giraniya nirxê dermanan ku bandorê li xelkê wir dike û nekarîne dermanên xwe yên pêwîst peyda bikin, tîmên me yên pizîşkî yên ku li Helebê amade bûn û herêmên di dema #erdheja ku Tirkiye û welatên cîranê wê hejand de qelsbûna şiyanên bijîşkî û acîl ên li taxê dît.
Me navendeke pizîşkî li Helebê vekir ku ji klînîka zarokan, klînîka jinan û dermanxaneyek ku dermanan li gorî reçeteya bijîşk li sûdmendan belav dike, ji bilî jûreyek lezgîn ku 24 demjimêran kar dike ji bo wergirtina rewşên lezgîn. Navend ji bo her klînîkekê di rojê de li her klînîkê 25 sûdmend werdigire.

Şêniyên gundên (Kelouta-Burc Qas-El-Zûk El-Kebîr) yên girêdayî herêma Şêrawa ya Efrînê ji ber berdewamiya topbarana topavêjê aciz in.

Di encama topbarana dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li ser gundên Şêrawa (Kelûtah-Burc El-Qas-Zûk El-Kebîr) de, jinek û zarokek ji gundê Kaloteh birîndar bûn.
Li cihê ku birîndar yekser birin nuqteya Heyva Sor a Kurd, alîkariya ewil hat kirin û birîndar ji ber rewşa tenduristiya zarokê giran sewqî nexweşxaneya Efrînê kirin.

Ji bo raya giştî ya cîhanî

Erdheja ku di 6 sibats 2023an de rûda ,bû sedema karesateke mirovî û zirareke mezin ji bo xelkên herêmê ku heta vê gavê di aloziyeke jiıyanî de mane. Li ser vê yekê mirovahiya cîhanî û ya herêmê ket nava hewldana elîkariyeke pir mezin a madî û manewî ji bo xelkên ku di vê erdhejê de bandor bûne û ji ber ku Heyva Sor a Kurd cihê baweriyê dibÎnin xwestin ev alîkarî li ser riya wê bighêjin herêmên bandor bûne
Mixabin bê ku sedemê wê ji aliyê me ve were naskirin , astengiyên pir mezin ji me re têne derxistin mînaka wê ya herî dawî doh (21-2-2023) karwanekî me ya alîkariya mirovî ji aliyê rêbenda fîşxabûr û rayedarên ku ev rêbend girêdayî wan e hate astengkirin.
Ji ber vê yekê jî em neçarin zûtirîn dem hemû raya cîhanî ser van astengiyan agahdar bikin. Em wek Heyva Sor a Kurd ev biriyarên bi vî rengî ji bo me cihê ne qebûlkirinê ne her wiha em bê wate dibînin.
Mafê me yê herî xwezayî ye ku wek Heyva Sor a Kurd civaka ku baweriya xwe bi me aniye em alîkariya wan bighînin cihê pêwîst.
Ji ber vê yekê em bi hêvîne demldest ev aliyên ku astengiyan derdixin li biriyarên xwe vegerin û hemû rê û deriyên mirovî yên ji bo alÎkariyê vekin.
Heyva Sor a Kurd
22-2-2023

Ji bo Raya giştî û hemû alî û rêxistinên mirovî

Weke tê zanîn, ber destê sibeha 6 ê meha sibata 2023 yan de erdhejek di pileya 7.7 û 7.6 kû navenda wê li Türkya û Suriye bi taybet herêmên kû kûrd lê jiyandikin de rûda û bû sedema karesatek ya mirovî a pir giran. Jibo vê karesatê gelek sazi,yekiti,komele kesayet û derdorên xêrxwaz yên herêmî û nav cihanî ketin nav tevgereke lezgîn ji bo xwe bigihînin cih û warên kû ziyanên mezin yên mirovî lê peyda bûne Her çiqas hinek alîkarî gihiştibe hinek cihanjî, hê jî li gelek deran mirov dibin kavl û xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne bi sedhezaran kes pirsgirêka avahî, av xwarin, elektrik û xwe germkirinê jiyan dikin. mixabin gelik alî û hêz li hember vê karesatê hesabên siyasi xistine pêşiya bûyerê bê kû bikevin ferqa berpirsyartiya xwe ya mirovi û axlaqî li gelik cihan dibin kelem û astenk li pêşiya gihaştına arikariya mirovî ya van herêman.

Me weke Heyva Sor a Kurd ji despêka bûyerê de da diyarkirin kû li her derekê kû ziyan lê hati dîtin em amade ne bi ekîb û imkanên xwe ve biçin bi hawara gel ve lê belê weke go ji bo xwe gihandina herêma Efrin Cindirês û herwekîdin astengî hatin derxistin niha jî ji bo gihandina alîkariya mirovî ji bo herêma Heleb Şêx Maqsut û Şehba astengiyên mezin ji aliyê hûkûmeta Suriye ve têne derxistin.Weke hemû cihan dizane avahiyên Helebê piştî şeriki giran û şûnde ji sedi 90”ê xwe ne rewşa kû mirov bikaribin têde jiyan bikin û ne bi ewlene. Jiber vê sedemêjî piştî erdhejê ev xeteri gihiştiye astek kû êdi tukes nikaribe divan avahi û xaniyande jiyanbikin .Ev ji bûye sedema kû bi deh hezaran mirov li derve bê avahi, xwarin û av û nava sermê de jiyanbikin.
Eger zû xwe gihandinek çê nebe wê karesatek ya mirovî ji ya erd hejê mestir werê jiyankirin.
Li ser vi esasî em wek Heyva Sor a Kûrd gazî hemû mirovahiya xêrxwaz, hêz û aliyên xwe bi demokrasi û mirovahi bi nav dikin, kû destwerdan û mûdaxeleyeke lezgin a herêmi û nav netewî ji vê rewşê re were kirin û hemû korîdorên mirovi werin ewlekirin jibo hemû arikariyên pêwist bigihêjin herêmên pêdivîyên wan heyî.

Heyva Sor a Kurd

11/02/2023