Navenda Heyva Sor A Kurd Xala Bilbilê

Xala Bilbilê

Xala Bilblê li Efrînê li navçeya Bilbilê xebat dike , di cotmeha sala 2013’ an de hatibû vekirin .

Xala Bilbilê weke hemû xalên Heyva Sor A Kurd kar dike , destpêkê xebatên lêkolînê bi malbatên xizan û rewşên taybetî de dest pêkir , piştre xebatên li ser belavkirina madeyên alîkariyê weke ( xwarin , cil , madeyên saxlem , şîrê zarokan , pêlavan , konên mala , kursiyên astangdaran )  ji bû  kesên belengaz kir ,û heya niha tiştên ku tê bidestxistin  tên belavkirin .

Da ku navçeya Bilbilê 43 gund di nav xwe de dihewîne , lê mixabin navendeke tendirustî tê de nîn e , ji bilî navenda tendirustî ya heyva sor a kurd a di 10/10/2015 hat avakirin

, niha sê bijîşgeh berdewamin .

  • Bijîşgeha zarokan : tê de rêjeya nexweşan a rojane 35 kes , û ya mehane 150 kes .
  • Bijîşgeh hindrîn : tê de rêjeya nexweşan a rojane 40 kes , û ya mehane 75 kes .
  • Bijîşgeha pitika gîştî : tê de rêjeya nexweşan a rojane 75 kes , û ya mehane 250 kes .

Û ji bû wan nexweşan dermanên heyî tê dandin  .

  

Navenda Qamişlo xizmeta 21524 nexweşî dike di sala 2016’an de

Navenda Qamişlo ya Heyva Sor A Kurd xizmeta 21524 nexweşî dike di sala 2016’an de, li beşên Hundirîn, Zarok û Laşmaniya piştî dîtina txtorên pispor ji nexweşan re her wiha dermanê pêwîst tê dayin.

Beşê Zarokan 4991 nexweş dît û dermanê pêwist tê dayin.

Beşê Hundirîn 10624 nexweş ji xizmetê sûd girtin ji ECG, ICO û dermanên Rebû, Şekir û dil didin li gor pêwistiyê.

Beşa Laşmaniya 5909 nexweş hat derman kirin.

Her wiha navendê alîkarî da hin welatiyên ku pêdiviyên emelyata ji wan re lazim dibe û birînên hin birîndarên sivîl yên teqîna derman kirin.

Navend deriyê xwe her roj ji bilî roja În û Şemî ji sa’at 8’ê sibê ta sa’at 2’ê piştî nîv ro vedike.