Panorama xebata Heyva Sor a Kurd di sala 2023an de
Bi armanca parastina ewlehiya giştî û rêgirtina li ber belavbûna nexweşiyan û parastina îkolojîk, sektora (WASH) av û paqijî ya Heyva Sor a Kurd bi hevkariya alîkaran û saziyên herêmî projeya rêzkirina bermahiyên bijîşkî û tunekirina rast berdewam dike .
Piroje bi alîkarya tîmeke pispor û perwerdekirî û bi rêya avakirina deverên bermahiyên bijîşkî li gelek bajar û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dike, ku bermayîyên pizîşkî ji nexweşxane ,navendên tendiristî û ew ên di nava kampan de tên komkirin û ji bo deverên bermahiyên bijîşkî tê veguhestin û bi çend awayan tê tunekirin şewitandin û pelçiqandin û binerdkirin li gor cûreyê wan bi baldarya parastina giştî û jîngehê.
Di çarçoveya bergirtina nexweşya Kolera ji bo pêşvebirin û pêşxistina beşê tenduristiyê û avakirina derdoreke ewle ji kar re, beşê av û paqijî (WASH) ya Heyva Sor a Kurd kampanya temsekirina tankên avê li hemû navenda despê kir.
ev çalakî ji roja duşemê 26.09.2022`an de ji navendên Kantona Hesekê destpêkir ji ber ku ava bajar li ser ava sarîca ye , û dê berdewam bike ta hemû navend bên kontrolkirin ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê belavkirîne , ew jî xelekeke ji gelek çalakiyîn ku wê bên lidarxistin ji bo bergirtina nexweşiyê.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933