Heyva Sor a Kurd dest bi projeyên ewlekirina avê li herêmên Şehba dike

 

 Ji ber germahiya zêde, û pê re kirîza avê li herêmên Şehbayê , Heyva Sor a Kurd dest bi hin projeyan kir ji bo kolandin û amadekirina bîrên avê ji bo zêdetirî 3,800 koçberin li kampa Serdemê peyda bike.

  Li kampa Berxwdan û taxa El-Ehdas jî projeyên bi vî rengî yên bên destpêkirin.

kampa Mehmûdlî

Xala tendurstî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd li kampa Mehmûdlî yek ji xalên ku hejmareke mezin ji sûdmendan werdigire pêşkêş dike , ku di nava rojekê de 150 nexweşî dibîne bi rêya pêşkêşkirina gelek xizmetên bijîşk, ew tekane xala bijîşkî di hundirê kampê de ye ku 7/24’an bi armanca parastina tenduristiya fizîkî û derûnî ya koçberan.

 

 

Bi armanca belavkirina şahî û kêfxweşiyê

Bi armanca belavkirina şahî û kêfxweşiyê di dilê zarokan de û xêzkırına ken li ser rûyên wan, Heyva Sor a Kurd bi piştevaniya Rêxistina Parwîn û bi alîkarıya Komîteya Şlêr a Zarokan komek diyarî û lîstik pêşkêş kirin. , ji bilî pêşkêşkirina vexwarin û şêranıyê lı hıjmareke zarokên ku temenê wan jı 4- 6 salıye lı her dû bajarên Qamışlo û Hesekê.

Navenda Protez

Erdheja ku Sibatê li herêmê rû da bû sedema gelek xisarên mirovî û madî û birîndarbûna mayinde ya mirovan, Ya herî zêde jî ew bû qûtbûna lebatan ku birîdar bi saetên dirêj di bin kavilan de diman û yek ji wan kesan jî birêz Ebdulrezaq Hesen bû ku ji me re çîroka rizgarkirina jiyana wî û dermankirina xwe di nav Navenda Heyva Sor a Kurd a Protez, Dermankirina Fizîkî û Piştgiriya Psîkolojîk de vedibêje.

 

https://www.youtube.com/watch?v=4-xq70Rmv-U