Panorama xebata Heyva Sor a Kurd di sala 2023an de

Dı sala borî de ku herêm dı nav şert û mercên dijwar de derbas bû, Heyva Sor a Kurd bi hemû hêz û îmkanên xwe ve bi dilsozî xizmetên xwe bêşkêşî civakê dıkır.
Heyva Sor a Kurd di sala 2023’an de gelek xizmetên mirovî û tenduristiyê pêşkêşî (1,215,216)
jı mirovên herêmê kir.
Di nav van xizmetguzariyan de peydakirina lênihêrîna tenduristî, alîkariya yekem, xızmetên protez, perwerdehiya tenduristiyê, parastin, piştevaniya derûnî û baştirkirina av û paqijiyê hebûn.
Hıjmara wan kesên ku ji wan xizmetên bê sînor sûd wergırtın bı vî rengîne:
(816644 )sûdmend ji xizmetên tendurstî
(3522) sûdmend ji xizmetên navenda pirotêza bi hemû beşên xwe
(816644) sûdmend ji xizmetên perwerdekirina tendurstî
(5130) sûdmend ji xizmetên pirograma parastin
(9372) sûdmend ji xizmetên pirograma piştgirya Derûnî
(10000) sûdmend ji xizmetên pirograma av û psaqijî /WASH/

Projeya rêzkirina bermahiyên bijîşkî û tunekirina rast  berdewam dike

Bi armanca parastina ewlehiya giştî û rêgirtina li ber belavbûna nexweşiyan û  parastina îkolojîk, sektora (WASH) av û paqijî ya Heyva Sor a Kurd bi hevkariya alîkaran û saziyên herêmî projeya rêzkirina bermahiyên bijîşkî û tunekirina rast  berdewam dike .

Piroje bi alîkarya tîmeke pispor û perwerdekirî û bi rêya avakirina deverên bermahiyên bijîşkî li gelek bajar û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kar dike,  ku bermayîyên pizîşkî ji nexweşxane ,navendên tendiristî û  ew ên di nava kampan de tên komkirin û ji bo deverên bermahiyên bijîşkî tê veguhestin û bi çend awayan tê tunekirin şewitandin û pelçiqandin û binerdkirin  li gor cûreyê wan  bi baldarya parastina giştî û jîngehê.