Xizmetên jinan li bajarokê El-Sûr

Tîmeke bijîşkî ji bijîşkek jinan, hemşîreyan û qabîleyan pêk tê ,jinan li beşên kilînk û jidayikbûn li xala tenduristî ya girêdayê gundê El-Sûr pêşwazî dikin. Ku hejmara pêşdîtinên jinan di meha borî de gihaşt 1080 pêşdîtin û 26 jidayikbûnên xwezayî .
ku tê de bal li ser tenduristiya pirbûnê, nexweşiyên jinan, pêşdîtina ducaniyê û şopandina jinan berî û piştî jidayikbûnê , her wiha beşa perwerdeya tenduristiyê ku rûniştinên hişmendiyê pêşkêşî wan dikin.
     

Navenda rewşên awarte û lezgîn li Rqayê

Wekî gaveke din di nav hejmarek ji xizmetên tenduristî  de ku em bi rêya  gelek navendan li bajarê Reqayê pêşkêş dikin, navendeke taybet bi  rewşên awarte û lezgîn di 1 ê Nîsana 2022 an de hate vekirin da ku em  soza  berdewamkirina  berfirehiya gihaştina gelek kesan û bilindkirina asta xizmetê pêk bînin.

Di navendê de 4 ambulans û karmendek  bijîşkî  ji 12 paramedîkan û 12 ajokarên ambulansê hene da ku bersivê bidin rewşên awarte ku tê payîn di nava bajar û gundewarê wê de bi koordîneya odeya operasyonên navendî  ku birêvebirina xebatên hemû navendên rewşên awarte û lezgîn  yên Heyva Sor a Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

 

Kenê wan ji bo me berdewamî ye

Nav: Fedîla Xidir El-Elî
Temen: 7 sal
Cih: Kampa Waşokanî
Rewşa wê a tendurstî : hewcedariya laşî
Sedema hewcedariyê: derketina girêkekê li ser derzika pişta wê û di dema emelîkirina wê de tevgera herdu lingên xwe wunda kir.
Nekarîbûna Fedîla di tevger û pêkvejiyana bi hevalên xwe re, êşa koçberiyê li gel wê û malbata wê zêde kir, û bi şopandina rewşê ji aliyê tîmên parastina civakê ve li kampa Waşokanî, bersiv bi pêşkêşkirina kursîkî ji zarokê re hat dayîn.
Bernameya parastina civakê hewl dide ku kesên xwedî hewcedariyên taybetî hêzdar bike û wan bi hevalên xwe re bike yek da ku bigihîjin başiyeke derûnî û civakî.
Fedîla yek ji hezaran zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi neçarî di bin şert û mercên nebaş ên ku lênihêrîna tenduristî û ewlehî yê ne baş de koçber bûne.