Şehîd Basim Muhemed ” Şehîdê Mirovatiyê “

Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya şehîdbûna hevalê xwe Basem Mihemed wergirt, ku di encama gulebaranekê de dema ku wî li navenda sereke ya Heyva Sor a Kurd li Kampa Holê erkê xwe ye mirovî pêk di anî. Tevî hemû hewldanên ku hevalên me dan ta Basim jiyana xwe ji dest nede, mixabin ew hewildan bi cih nehatin.
Bassem ciwanekî di bihara temenê xwe de bû, li Hesekê ji dayek buyê, bavê du zarokaye û li benda yê sêyem e. Wî di gelek rêxistinên mirovî de kar kiriye beriya tevlî me bibe, ku her pênc salên dawî di nav Heyva Sor a Kurd ma.
Ji dema damezrandina rêxistina me û pejirandina xebatên me yên mirovî û tenduristiyê ve, hevkarên me bi berdewamî li cihên herî metirsîdar bi binpêkirinên cûda rû bi rû dimînin, lê herdem em pabendî rêzikname û prensîbên çalakiyên mirovî bûn.
Û di van salan de me rêhevalên xwe yên herî baş ji dest dan, ku herî dawî jî şehîd Basem bu ku di dema xebatên xwe yên mirovahî pêk di anî jiyana xwe ji dest da.
Li hemberî van êşan em sersaxiyê dixwazin ji malbata Bassem, hevjîna wî, zarokên wî, û hemû hevalên xwe û ji xwe re jî dixwazin.
Û ji hemû hezkiriyên wî re saman û sebrê dixwazin.

Piştî woundakirina 2 zarokan ji ber nexweşiya şekir, laweke wê çêdibe

Kurdiya Silêman ku ji Serêkaniyê koçber bûye û li kampa Waşûkanî dimîne, ji ber nexweşiya şekir du zarokên xwe winda kiriye, lê di ducaniya xwe ya herî dawî de ew li noqteya tendurstî ya Heyva Sor a Kurd li kampê hat dermankirin û kurekî wê niha çêbuye .

Piştgiriya malbata “Solînaz ” piştî banga bavê wê

Heyva Sor a Kurd bersiva banga bavê zaroka bi navê “Solînaz” kir, ku piştî dilsojiya 10 salan ji bo anîna zarokekê çîroka xwe û rewşa xwe ya tenduristiyî û zehmetiyên wergirtina kar û peydekirina pêwîstîyên malbat û zaroka biçûk bi rêya grûpeke Facebook vegot , di riya peydekirina kirya mala wî ya salekê, peydekirina hin pêwîstiyên malbatê û xanî û pêwîstiyên zarokê ji şîr û cilên wê her wiha peydekirina karekî jê re.