Banga alîkariyê ji bo Nexweşxaneya Onkolojî , Talasîmya û Şewatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

dosya banga alîkariyê di vê lînkê de ye

 

nexweşxane bang

 

Belavkirina cilên zivistanê li ser koçberên kampa Waşokanî

Bi hatina demsala zivistanê û zehmetiyên ku koçberên kampan rastî wan tên, Heyva Sor a Kurd li kampa Waşokanî ya koçberan, li rojavayê bajarê Hesekê, komek cilûberg ji bo hemû temenan bi taybet zarokan belav kir.
belavkirinê di navbera navenda Heyva Sor a Kurd a li kampê û komînan de hat koordînekirin, da ku cilûberg bigihêje hejmareke baş jı sûdmendan.

“Bersiva hêviyê di dayîna we de ye”

Bersiva hêviyê di dayîna we de ye”

Fitre û zekata xwe bidin ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye

Ji Bo Gelên Me û Hemû Pêkhatye Musilman li Bakur û Rojhilatê Surî

Erkê hemû bawermenda ye bi hatina rojiya remezanê ya pîroz re , hemû kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî li bîra xwe bîne . herwiha weke nêzîkatiyek ya mirovî û wjdanî destê alîkariyê dirêjî wan kesan bikin.
Weke tê zanîn di encama salin dirêj ên şerê li Bakur û Rojhilatê Suriya meşiyaye, gelek mirov ji cih û warê xwe bûn û li deverên cûda jiyan dikin.
Her çiqasî piştî demeke dirêj ji şer, ewlehî û aramiyek di herêmê de hatibe destxistin jî , dagirkeriya ku di salên dawî de pêkhatî bi sed hezaran mirov neçarkirin cih û warê xwe bihêlin ,di kampan de û di şert û mercê pir giran de jiyan bikin. Mînaka wê ya herî ber bi çav piştî dagirkirna Efrîn ,Girê spî û Serê Kanıyê kampên Şehba ,Serê Kanî ,Washokanî û ….HWK şert û mercên ku îro têde jiyan dikin e. Taybet piştî erdheja 6 meha 2an 2023 de rûdaye , ev şert û mercên jiyanê di van herêman de hîn zehmetir kiriye û bi xwe re gelek pêwîstiyên nû ên jiyanî afirandiye .
Derfetekî mezine ku em bi fitre , sedeqe û zekatên xwe bibin bersiv ji gelek pêwîstiyên van kesên hewcedar re. Bi vê derfetê mirovên me yê bawermend dikarin xêr û erkên xwe yên exlaqî di vê rojiya remezanê de bînin cih . werin em destê alîkariyê bidin hev ji kesên hewcedar re û bibin bersiv û kêmek jî be birînin wan bipêçin .
Li ser vî bingehî hun dikarin li ser Heyva Sor a Kurd re hemû fitre,sedeqe û zekatên xwe bighînin cihê muhtac û pêwîst. di vî alî de Heyva Sor a Kurd bi xebata xwe ya mirovî û wjdanî xwedî ezmûnek hêja û serkeftiye.
Hun dikarin berê xwe bidin navendên Heyva Sor a Kurd ,komîn û meclisan û di riya wesilan re fitrên xwe pîşkeş bikin . em ji dîroka 1ê remedanê heta dîroka 25ê remedanê van fitran komdikin û diqedînin .
Li gorî kongra İslama demoqrat fitra remezanê Îsal ji bo her kesekî dike 7500 lêra sûrî .

Salvegera damezirandina #Heyva_Sor_akurd

9 Sal ji xizmeta mirovî û alîkariya bê sînor.
Salvegera damezirandina #Heyva_Sor_akurd li we pîroz be.
9 سنوات من الخدمة الإنسانية والمساعدة بلا حدود
نهنئكم بذكرى تأسيس #الهلال_الأحمر_الكردي.
#Kurdish_Red_Crescent , 9 years of humanitarian aid and unlimited support.
We congratulate you on its 9th anniversary.
https://www.youtube.com/watch?v=BR47Qm6yKs0

Du pumpên avê yên nû li ser çemê Firatê

Bi alîkarya şaredaryên Berşelona http://www.amb.cat/s/home.html me dikarîbu jı nûve navenda avê ya ku avê dide tevahî Kobanê têxin xizmetê:
– avabikina cih
– du pumpên nû li wır bi cih bikin
-serastkirina system elektrîka navendê.
Her pumpek dikare 350 km ên çargoşî ji avê di demjimêrekê de bide, û bi tevahî jı bo 50.000 kes di Kobanê de jıyan dikin xizmet bike.

Qampanya ”banga Efrîn” li Başûrê kurdistanê dest pê dike

Heyva sor a kurd beşê Başûrê Kurdistanê îro dest bi qampanya “banga Efrîn “di riya xwendina vê daxwyaniyê re dike :

” Berxwedana Efrînê li dijî artêşa Turk a dagirker û çeteyên wê bi hemû çekên giran  , belafir , tang û topan û bikaranîna çekên kîmyawî   (navçeya Şiyayê)  li ser sivîlan û kok zemîna bajêr   di roja xwe ya 30yemîn de berdewamdike.

Wek Heyva sor a kurd  û bijîşkên sykolojîK  yên bê sînor em îro dest bi qampanya alîkaryê ya bi navê (banga Efrîn )dikin wek berdewamî ji kampanya ku  hemû saziyên sivîl û meclisên bajaran li Rojavayê kurdistanê pêk anîn .

Rengê alîkariyê(derman – şîrê zarokan – pere ) û çêtirê xwe ku alîkarî bi rengê madî be ji ber hesaniya şandşna wê  ji Efrînê re her wiha pêdivya welatyan bi bingehiyên jiyanî pir heye , di ancama benaberya piranya welatiyên  gundên li ser sînor  ku berê xwe didin navenda bajêr”.

Heyva sor a Kurd beşê Afrîn navendeke tendurstÎ li herêma Şehbayê vedike

 

Heyva sor a Kurd beşê Afrîn bi alîkariya saziya navnetewî  AVC international  navendeke tendurstÎ li herêma Şehbayê li bajarokê vavîn vedike  .

Bi sedema kêmbûna navendên tendurstî li vê herêmê ev navend hat damezirandin bi kilînkên  hundrîn  , jin , diransazî her wiha beşê İsafê û dermanxane.

Navend nexweşên 20 gundan  di hemû rojên heftiyê ji bilî roja înê   pêşwaz û derman  dike.

Di kampaniya em Başûr û Rojhilat bi tenê nahêlin Gelê Rojava 129200$ pêşkêşkir

Di 12 heyva 11 an 2017 de, erdhejîneke mezin li rojhilat û başûrê kurdistanê rû da û bû sedem ku bi sedan welatî ji van herêman jiyana xwe ji dest bidin û gelek avahî bi awayeke giştî  yan nêvçî tevlî bingehên jiyanî û cıhên xızmetguzarıyê  di herêmê de werın hilweşandin û ev jî sedembû ku alîkariyên mirovî ji bo vê zeyanê dereng bikevin.

Li vir Heyva Sor A Kurd beşê Rojava /Bakurê Suriyê dest bi Kampaniya alîkariyê li hemû herêman  kir

Kampaniyê 10 rojan dewam kir û di demeke kin de gelek Şaredarî,sazî , Komîn,destgeh,Sazıyên cıwanan, sazıyên Jınan li Rojava tevlîbûn û bı rengekî aktîv hat bıdawîkırın.

 

Tevî dema kurt ji bo danhev û şandina alîkariyê û tevî ku hîn gelek herêm li Rojava di bin dorpêçê de ne û bi hezaran penaber rojane derbasdibin, lê  ev hemû jı gelê Rojava re nebû  astengî ku alîkariyê pêşkêşî  birayên xwe li başûr û Rojhilatî Kurdistanê bike .

Hemû navendên me lı hemû şaxên lı bakûrê Surıyê li Efrîn, Kobanê, Cizîrê, Suleymanıyê karekî pir lezgîn di demeke kurt de kirin û hejmara alîkarıyê ku hat komkırın gıhaşt 129,200 dollarî û hat şandın ji bo Ofîsa me ya li başûrê kurdistanê .

Herwıha şaxê me yê Başur jî bı xwebexşên xwe yên jı akademıya textorıyê yên Zanîngeha Suleymanıyê hemû ziyan û pêdivî  nirxandine, her wiha têkiliyên xurt bi komîteyên herêmî li bajarên ku ziyan dîtine çêkirine û gelek xanî û cıh ji bi van malbatan hatin kirêkirine û pêdiviyên bingehîn û rojana ji wan re peyde kirin.

Em wek Heyva Sor a Kurd, sipasiya hemû sazî û kesayetên ku bi mere bûn alîkar ji bo xelkên me yên Başûr û Rojhilatê kurdistanê û em wek karmendên heyva sor mıxabınî û dil êşiya xwe ji hemû kesên ku ziyan dîtin tînın zıman jı ber ku me nıkarîbu di vê astengiyê de bı karmend û tîmên xwe bı rengekî Fîzîkî lı gel wan bın ew jî careke dın bı sebeba astengiyên siyasî bûn .

Û bı vê alîkarıyê Em hêvî dikin ku em karibın beşekî ji pêdiviyên mirovahî ji xelkên xwe yên Rojhilat û Başur pêkbîne .