kampanya erê ji bo jiyanê bidawî bû



Di Meha Pembe de danasîna penceşêra pêsîrê li kamp û navendan didome
Meha cotmehê wekî meha pembe tê binavkirin, û ew mehek e ku tê de kampanyayên tenduristiyê hewildan ku piştgiriyên pêwîst pêşkêş dıbın ji bo hişyarkirina metirsiya penceşêra pêsîrê û perwerdekirina derbarê pêşîlêgirtina wê.
Di çarçoveya vê hewldanê de, ekîbên perwerdehiya tenduristiyê kampanyayên hişyariyê li ser penceşêra pêsîrê tevî belavokan ku pêşkêşî jinên kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku wan li ser vê nexweşiyê û çawaniya naskirina wê jı destpêkê de têghîştî bıbın, ji bilî tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina wê, bi serdanên li hundirê konan, her wiha dema serdana wan jınan lı navendên Heyva Sor a Kurd ku li her kampan hene.
hedefgirtina herêmên sivîl pirê caran dibe encama gelek windahî û birîndariyên giran di nava sivîlan de û piştî topbarana bêserûber ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî binsazî û herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4 -10 – 2023’an de ku çend rojan dewam kir, gelek qurbanî û birîndar bûn, yek ji wan jî Fereh a çardeh salî bû ku ji gundê xwe El-Xeybiş ê girêdayî Til Temîrê tevî dê û bavên xwe koçber bûn dema bajarê Serêkaniyê hate dagirkirin, û ew herêm dihat topebaran kirin.
Careke din toparan pey wê ket dema wê li gundê El-Bişêrya ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê alîkarya dayika xwe di komkirina pembo de dikir rokêtek di 5-10-2023an de li wan ket û di encamê de herdû lingên xwe winda kir .
Ferah ji milê tîma rewşên awarte û lezgîn ve ya Heyva Sor a Kurd li Dirbêsiyê hat rakirin ji nexweşxaneyekê re li bajarê Hesekê û tîmeke bijîşkî girêdayî Heyva Sor a Kurd ku ji bijîşkê hestî , fizyoterapist û ekîbeke piştgrya derûnî pêk tê hate erkdarkirin ku rewşa tedawî kirina wê bişopînin û piştevaniya wê bikin heta avakirina protezên jêrîn ji bo wê û bi hêviya ku şahî vegere dilê Fereh
Penceşêra pêsîrê di cîhanê de yek ji kansera herî berbelavbuyî ye. Ew ne tenê nexweşiyek e, li ser jiyan û tenduristiya jinê xeteryeke mezin e. Ji ber vê yekê, têgihîştina vê nexweşiyê û hişyarkirina nîşanên wê û rêyên pêşîlêgirtina wê ji bo her jinek û ji bo civakê bi tevahî pêwîstyeke mezine . cudabûna penceşêra pêsîrê ku di şaneyên girêkî ên sîngê de mezin dibe,, û dibe ku ew zû li beşên din ên laş belav bibe ger ku zû neyê naskirin û dermankirina bilez neyê peyda kirin.
Ji vê helwêstê û ji giringîya tenduristiya jinan, Komîteya Jinan a Heyva Sor a Kurd her tim di meha pembehî cotmehê de kampanyayên berfireh ên hişyarkirina nexweşiyê li dar dixe, li ser hişyarî û naskirina zû ya penceşêra pêsîrê.ku Sernavê îsal “Serlêdana zû .. gavek bi hezar gavî ye ” û di kampanyayê de dewreyên hişyarkirina jinan, belavkirina broşuran û dalqandina fîlêksên hişyarkirinê û naskirina Navenda Mamograf ya Heyva Sor a Kurd pêk tên.
jidayikbûna bi sezerînê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û ev yek di demeke dirêj de bandoreke neyînî li tenduristiya jinan dike, bi armanca bilindkirina asta perwerdeya tenduristiyê li herêmên Şehba û Cezîrê, tîmên perwerdeya tenduristiyê ên girêdayî Heyva Sor a Kurd û bi hemahengiya Komîteya Jinê, rêzek ji dersên hişyariyê li ser erêniyên jidayikbûna xwezayî û şîrê dayikê û nerêniyên sezeryan û xwarina sûnî pêşkêş kirin û bi hezaran broşurên hişyariyê di nava kampan gundan, her wiha xalên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurd belav kirin.
sala 2022an de li bajarê Tel Temrê û gundewarê wê gehiştî bû nêzî 20,000 haletên nexweşiya leşmanya yê ê, ji ber qirêjıya ava çemê Xabûrê ew jî jı ber qutkırına avê jı alıyê dewlet tırk , ji bilî nezanîna xelkê bı gırtına tedbîrên li dijî leşmaniya yê û çawanıya dermankirin wê.
Navenda Heyva Sor a Kurd di encama xebatên tîma perwerdehiya tenduristiyê û gera xwe ya li malan ya di nava salekê de, îsal bû sedem ku ev belayê hew derbıkeve, ji xwe Heyva Sor a Kurd di sala borî de gelek xızmet der barê peydakırına dermanan û îlackırın pêşkêş kir.
û ji ber ku hinan serî li dermanên kevneşopî û nebatî yên ku nexweşıyan aloztir kır, tîmên bijîşkî şîret dikin ku van adetên şaş dubare nekin, û berê xwe bıdıne navendê jıb o derman û îlackırın eger reşeke vê nexweşıyê carek dın derkeve hole.
Tîma me ya perwerdehiya tenduristî li ser bilindkirina hişmendiya berxwedana antîbiyotîkê li hemû kampan dixebite û yek ji wan jî kampa Waşokanî ye ku li Rojavayî bajarê Hesekê dikeve, hişyariyê li hember berxwedana antîbiyotîk bilind bike, li gorî tîmê me, berxwedana antîbiyotîk şiyana bakteriyan e ku mekanîzmayên ku wan bikaribe li hember bandorên antîbiyotîkan berxwe bide ,bi serdanên berdewam şêniyên kampê perwerde dike û şîretan pêşkêşdike.
Ji bilî perwerdehiya berxwedana antîbiyotîkê, tîma me ya perwerdehiya tenduristiyê li ser şîret û perwerdehiya derbarê sorikê de perdewamdike ku nexweşiyek pir bi enfeksiyone, ev tê wateya ku pir bi hêsanî ji kesên din re derbas dibe, zarokek an mezinek di riya bêvil û qirikê re.
Û der barê herdu nexweşıyan de, tîmê me piştî ku gera xwe ya meydanî diqedîne, belavokên hişyariyê pêşkêşî wan kesan dike.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933