karê Heyva Sor akurd di 2020an de

 

2020 Salake awarte li ser karê me di beşê tendurstî de bû, bi belavbûna vayrosa Kovîd-19 re me di Heyva Sor aKurd de cihek giring û fireh da bergirtina nexweşiyê di riya çend mekenîzman, girngtirînê wê birêvebirina rewşan di riya amadekirina navendan (3navend) beşên di (5nexweşxaneyan )de û nexweşxaneyeke taybet bi navê Covîd-19 li bajarê Hesekê, hejmara textan gihaşt zêdetirî 5000 textî di nava wan de hejmareke taybet ji bo rewşên giran,odeya emeliyatan ji bo girtina rewşan li ser hejmarên germ, tîmên tevgera awarte û lezgîn Û tîmên hişmendiya tendurstî.
û ji bo lênêrîna tenduristiyê ya seretayî û navîn hin nuqteyên nû li (Tal Hajar / Bajarê Hesaekê – Kampa Washokanî – Kampa Sere Kaniyê – Hamrat Al-Ghanam / Bajarê El-Raqqa) me vekir, ji bilî sê navendên nû ji bo rewşên awarte û lezgîn li bajarên (Hesekê – Dêrik – Raqqa)hatin vekirin.
Her wiha karê me di hemû beşên din de berdewam dikir wek beşên WASH ,parastin, alîkarî û stargehî.
Gelek pirojeyên pêşxistinî jî me destpê kir wek pirjeyên Ronîkirina rê li bajarê Qamişlo, avêtina guncan a çopên bijîşkî, navenda lebatên pîşesazî û dermankirina fîzîkî Û hwd.
Hejmara giştî ya sûdmendên ji xizmetên Heyva Sor a Kurd di sala 2020 de gihîşt (1,649,826).

Apê Mûsa çû ser dilovniya xwe

Bi dilekî kuldar û xemgîn, nûçeya barkirina welatperwer û yek jı karmednên herî Kevin ye

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

, apê MÛSA hat weşandin.

Koçkirina wî ne tenê ziyanek ji malbata wî re bû, belê ziyaneke mezine ya ji belengaz, nexweş, û birîndarare bû, ji hemû pêkhateyên ku li Kurdistanê dijîn.
Rojava tucarî wê wî jibîrneke!
Yezdan wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî buhişta rengîn be.
Serê gelê kurd,hemû heval, dost û malbata wî sax be.
a