pêvçûna derûnî ya yekem û xizmetên parastin ji koçberan re tên pêşkêşkirin

Alîkariya pskolojîk a yekem , roleke girîng dilîze di xurtkirina tenduristiya derûnî li gel kesên ku di krîzan re derbas dibin. Ew ji bo kêmkirina êşên derûnî û peydakirina hawîrdoreke ewle tedbîrên lezgîn pêşkêş dike. Peyamên parastinê jî dema wergirtina xizmetan balê dikişînin ser giringiya ewlehî, rûmet, ne binpêkirin û îstîsmarkirina mirovan, ji ber ku ev cureyên piştevaniyê wekî pirek ber bi başbûnê ve ye.
Ji destpêka koçberkirina gelê Efrînê ji herêmên Şehba û Til Rifatê , xebatkarên di nava bernameyên parastin û piştgiriya derûnî de gelek çalakî pêşkêş kirin ,di van de peyamên parastinê û alîkariya destpêkê ya derûnî wekî beşeke girîng ji tenduristiya giştî ku ji wan re tê pêşkêşkirin û yek ji peyamên herî girîng ” Hûn ne bi tenê ne, em li vir in da ku alîkariya we bikin” .

Bi rasthatina zivistanê re nexweşiyên demsalî yên wekî serma û nexweşiyên bêhnê zêde dibin.

 
Navendên Heyva Sor a Kurd li kampên koçberan li bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam in li ser pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û xurtkirina mijarên perwerdehiya tenduristiyê yên girêdayî nexweşiyên demsalî û yên vegirtinê.
Ji bilî xizmetên lezgîn û peydakirina dermanan ku pêşkêşî sûdmendan dike .
Ev hewldan dê bibin alîkar ku êşa gelek kesan sivik bike, pêşî li nexweşiyan bigire heya radeyek mezin, û lênihêrîna tenduristî ya pêwîst di dema xwe de peyda bike.
 

Navenda Tenduristiyê ya Sereke ya Şedadê pêşkêşkirina xizmetguzariyê didomîne

Bi klînkên hundirîn , zarok û jinan û beşê lezgîn, Heyva Sor a Kurd li Şedadê pêşkêşkirina xizmetên awarte û lênerîna tendurstî a sereke didomîne , ku her beşek rojane nêzî pêncî nexweşî pêşwaz dike, muayeneyên bijîşkî tên kirin û li gorî vê yekê hin rewş ji bo wan enelyiz tên çêkirin. Li gorî vê yekê dermanên guncaw ji dermanxaneya navendê tên dinivîsin, ev yek jî tevkarîyê li peydakirina lênihêrîna tenduristî ya berfireh dike.
Berdewambuyîna pêşkêşkirina van xizmetan tevkariyeke giring Ji bo başkirina tenduristiya gel, xurtkirina kalîteya jiyanê û bilindkirina hişmendiya tenduristiyê li herêmê dike, bi taybet cihên dûrî navendên bajaran.
 

Heyva Sor a Kurd li kampa Berxwedan navendeke perwerde û şahiyê ji zarokan re vekir

Di sala 2024’an de , di beşa zû naskirin penceşêra pêsîrê de li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Talasîmiyayê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo 1283 muayene, ji wan 680 muayeneyên Îkografî û 846 muayeneyên mamografî ji bo jinan hatine çêkirin, di nav de 24 rewşên erênî yên nexweşiya penceşêra pêsîrê hebûn ku 10 ji wan jinan jî li heman nexweşxaneyê di beşa onkolojiyê de dermankirina xwe didomînin.
Bi salan e em bi heval û hevkarên xwe re mil bi mil , ji bo baştirkirina tenduristiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin.

Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin

Di krîzên mirovahî de, girîngiya xebatên komî û hevgirtina civakî tê nîşandan, ev yek jî Heyva Sor a Kurd di rewşa dawî de di kampanyayên xwe yên mirovî de ji bo alîkariya koçberên ji Lubnanê tên, pêk tîne.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd di bin silogana “Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin” li bajar û bajarokên sereke yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên alîkariyê vedan û xebata xwe didomîne ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji kesên ku neçar bûne dev ji malên xwe berdin û xwe li cihên ewleh bigrin , herwiha pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û lênerîna tenduristî ji bo wan, ev hewldan ruhê hevkarî û hezkirênê ku kampaniyê pê bang dike dide nîşandan .

Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin

Di krîzên mirovahî de, girîngiya xebatên komî û hevgirtina civakî tê nîşandan, ev yek jî Heyva Sor a Kurd di rewşa dawî de di kampanyayên xwe yên mirovî de ji bo alîkariya koçberên ji Lubnanê tên, pêk tîne.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd di bin silogana “Bi hevkarî û hezkirinê em dikarin alîkariyê ji koçberên Lubnanê pêşkêş bikin” li bajar û bajarokên sereke yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konên alîkariyê vedan û xebata xwe didomîne ji bo peydakirina piştgiriya pêwîst ji kesên ku neçar bûne dev ji malên xwe berdin û xwe li cihên ewleh bigrin , herwiha pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û lênerîna tenduristî ji bo wan, ev hewldan ruhê hevkarî û hezkirênê ku kampaniyê pê bang dike dide nîşandan .

Li Kampa Ebû Xeşeb xizmeta tenduristî ya sereke

Navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêrazorê rojane derdora 50 nexweşî pêşwaz dike û li beşê pêşwaziyê , hemû nexweş tên qeydkirin û ji bo klînîkên (hundirîn, jin, zarok) tên veguhezîn . Di beşê Lezgîn de jî rewşên acil tên dermankirin . Ji bilî pêşkêşkirina piştgirya derûnî ku bi taybet jin û zarok tên hedef girtin, di heman demê de tîma perwerdeya tenduristiyê şîretên girêdayî nexweşiyên demsalî û tenduristiya giştî bi rê ve dibe. Li gel ambulansên ku 7/24 di rewşa awarte de li kampê dimînin.

Roja Xwekujiyê ya Cîhanî û xelekên hişmendiyê

Roja Cîhanî ya Xwekujiyê,dehê Meha Îlonê her sal tê pîrozkirin, buneyeke girîng e ji bo hişyarkirina pirsgirêkên derûnî û peydakirina rêyên rêgirtina li ber xwekuştinê ye. Di çarçoveya vê buneyê de Heyva Sor a Kurd rêzeçalakî li dar dixe ku girîngiya piştgiriya civakî û hişmendiya civakê der barê metirsiyên xwekuştinê de destnîşan dike bi rêya lidarxistina dewreyên hişmendiyê di bin durişmeya “Guhertina danû standina Li ser Xwekuştinê” ku di dirêjahiya 5 rojan de li pey hev jin û mêrên temen 18 salî û jo de , li gelek deverên wekî Til Temir, Şedadê, Ebû Xeşeb, Ebû Qelqel, Minbic, bajarê Reqa, El-Curniya, Girkê Legê, kampa El-Hol û kampa Waşkanî ku xizmetên piştgiriya derûnî di navendên tenduristiyê yên HSK de hene. Ev bune derfeteke bo baştir kirina têgihîştina me li ser sedemên xwekuştinê, ku beşdarî avakirina civakeke hevgirtî dibe ku bikare rastî zehmetiyên derûnî were, ji ber ku dabînkirina zanyarî û alîkariya pêwîst dikare cudahiyeke rastîn di jiyana gelek kesan de çêbike û bi vî awayî bi awayekî karîger beşdarî kirina rêjeyên xwekujiyê bibe.

Xizmetên Navenda Tenduristiyê ya Li bajarokê Ebû Qelqel

Noqteyên bijîşkî roleke girîng di xurtkirina pakbûna lênihêrîna tenduristiyê û pêşxistina kalîteya jiyanê de dilîzin , di nav de Navenda Lênihêrîna Tenduristiyê ya #Heyva_Sor_a_Kurd li bajarokê Ebû Qelqel ku tekane navenda herêmê ye , alîkariya lezgîn, dermankirina bingehîn, lênerîna dewrî pêşkêşî malbatan dike , ji bilî gelek xizmetên tenduristî yên din wek hişyariya tenduristiyê ji bo rêgirtin û kêmkirina belavbûna nexweşiyan û piştgiriya derûnî.

Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê

Tenduristyeke çêtir ji bo her kesî! 🌟 Navenda Heyva Sor a Kurd xizmetên pizîşkî yên berfireh pêşkêşî civaka Minbicê dike.
Pirrengiya berfireh! 🩺 Ji klînîkên jineolojî û navxweyî bigire heya klînîkên zarokan, navend ji bo her temenî lênerîna tenduristiyê ya awarte pêşkêş dike!
Dermankirin û gihîştina hêsan! 💊 ku pêşkêşkirina dermanên pêwîst hêsantir buye .
Piştgiriya lezgîn! 🚑 24 demjimêran beşê embulansan dixebite da ku lênihêrîna lezgîn li her dem, li her deverê peyda bike!
Naskirina rast a nexweşyan! 🧪 Laboratoriya navendê muayeneyên bijîjkî yên rast peyda dike da ku tenduristiya civakê misoger bike!
Zêdebûna hişmendiya tenduristî! 📚 Tîma perwerdehiya tenduristiyê ji bo pêşîgirtina nexweşiyan û pêşxistina tenduristiyê dixebite!
Parastina pişkolocîk! 💬 Bi pisporên tenduristiya derûnî re, kesên ku pêşberî zextê tên piştgiryê dibînin û kalîteya jiyana wan baştir dikin!
Cihek pêbawer! 🤝 Navend ne tenê klînîkek e, lê cîhek e ku tenduristiya civakê pêş dixe û hewl dide hewcedariyên her kesî peyda bike!
 
Navenda Tenduristiyê ya Sereke li bajarê Minbicê

Gelinin hedefi