Nûkirina nexweşxaneya Avrînê û başkirina rewşa tenduristiyê li Şehbayê

 
Tevî rewşên awarte yên ku herêma Şahba tê re derbas dibe, tîmên me di Heyva Sor a Kurd de dest bi projeya nûkirina nexweşxaneya Avrîn kirine, ku mehane 13 hezar nexweş ji herêm û gundên Şehbayê serdana wê dikin ku rewşên wan ji klînîk û ambûlansan, di nav de pêkanîna emeliyatan pêşwazî dike.
beşên nexweşxaneyê ên dê werin nûkirin ev in (odeya emeliyatê – laboratuar – lênihêrîna giran).
Xebatên nûkirinê wê heta 60 rojan bidome.

belavkirina alîkariyan li gundên Şehbayê berdewam e

 
Tîmên me di Heyva Sor a Kurd de alîkarî û pêdiviyên li ser malbat û koçberên li gundên (Herbel – Um El-Housh – Um El-Qura) yên girêdayî Şehba belav kirin, hifadên zatrokan, û (1200) parên birinc.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema erdheja 6 sibata borî de, xebatên Heyva Sor a Kurd ji bo xedmetên tenduristî û alîkarî berdewam e.

Pêşkêşkirina alîkariya aborî ji bo 1864 malbatên kampên Şehba

Bi hatına meha Remezanê û di çarçoveya kampanyaya me ya “Bersıva Hêviya dı dayîna we de ye ” alîkarî û zekata fitrê dewam dike ji aliyê kes, meclîs, komîn û navendên Heyva Sor a Kurd ve,jı wan tîmên me alîkariya madî 1864 malbatên hewcedar ên li 6 kampên koçberıyê ên lı herêma Şahba dijîn pêşkêşkır.