Kampanya temsekirina tankên avê li hemû navendên Heyva Sor a Kurd

Di çarçoveya bergirtina nexweşya Kolera ji bo pêşvebirin û pêşxistina beşê tenduristiyê û avakirina derdoreke ewle ji kar re, beşê av û paqijî (WASH) ya Heyva Sor a Kurd kampanya temsekirina tankên avê li hemû navenda despê kir.
ev çalakî ji roja duşemê 26.09.2022`an de ji navendên Kantona Hesekê destpêkir ji ber ku ava bajar li ser ava sarîca ye , û dê berdewam bike ta hemû navend bên kontrolkirin ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê belavkirîne , ew jî xelekeke ji gelek çalakiyîn ku wê bên lidarxistin ji bo bergirtina nexweşiyê.



Tîmên perwerdiya tenduristiyê li ser kolera perwerde dibin

Piştî derketina çend rewşên (Kolêra) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nivîsgeha bernameya perwerdeya tenduristî li ser çend tedbîran derbarê nexweşiyê û parastina jê kar dike, di rêya perwerdekirina hemû tîmên perwerdeya tenduristiyê li hemû navendên Heyva Sor a Kurd ji bo destpêkirina kampaniyên rênîşankirin û perwerdekirina nexweşiyê ji hemî sûdmendan re li ser awayên gertina nexweşiyê , parastin û dermana wê.

ji bo bilindkirina şiyanên karmendên pizîşkî di warê nexweşiyên jinan û ji dayikbûnê de nîqaşê bû

Îro û bi kordîneya nivîsgeha bernameyên pizîşkî , bi amadebûna 34 qabîle û pizîşkên di warê nexweşiyên jinan ji tîmên Heyva Sor a Kurd diyalog hat vekirin û çend mijar hatin nîqaşkirin, yên herî girîng.
(Pênaseya ji dayikbûnê – Berzayîn – Lezandina anînê – Şîretê piştî ji dayikbûna xwezayî – Çima dayik dixwazê zayîna qeyserî (zirarên û dermankirna wê ) Xûnçûna sê mehên pêşî ji dayikbûnê û sedemin wê , parastin û dermankirin- pênaseya Mısoprostol û dermankirna wê ) ji bu bilenkirina asta kar di van beşande.




Çîrokeke nû ya serkeftinê li Navenda Protêzîkê

Xweşbûna dîtna dilxweşiya zarokêkî ku karibe tevgera xwe vegerîne, bi danîna lingekî protezîk, da ku ew zarok karibe çalakiyên xwe yên rojane bi rehetî pêk bîne, ji bilî wê jî piştgiriya wî bike û xwebaweriya wî zêde bike ,û bi hevalên xwe re beşdarî perwerdeyê bibe,ku kêm hêzbûna wî bibe hêzeke herî xurt.
Navenda Protêza ya Heyva Sor a Kurd li ser peydakirina lingan ji bo kesên ku parçeyin ji laşên wan winda bûne yan jî ji zikmakî ve rewşên wan hene, weke ku rewşa Rawend ê 4 salî hatîya wergirtin di 7 /4/2022 de ku ji dayikbûnê ve hestiyê ling û hevparê çokê li gel wî tune bû , lê niha jiyana xwe bi hesanî û normal derbas dike…




şîrê daiykê û tendurustiya zêdebûnê

Ji ber ku tendirustiya dayik û zarokan ji bo me giring e, tîma perwerdeya tenduristiyê li kampa Waşokanî dest bi kampanya hişmendiyê li ser şîrê daiykê û tendurustiya zêdebûnê kir û berdewam e heya ku kampe bi tevahî bê kontrol kirin , ji ber ku tê zanîn şîrê dayikê ji bo zaroka xwarina herî girîng e, ew hatiya çêkirin ku ji bo mezinbûneke tendurist hemî xurekan peyda dike, û ji ber ku tenduristiya zêdebûnê beşeke bingehîn ji tenduristiya giştî ye ku asta tenduristî ya jin û mêran di temenê zêdebûnê de nîşan dide.
#Heyva_Sor_a_Kurd

Hêvî bi Rêya Kar

Di Roja Cîhanê de ya Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya ku dikeve 10 ‘ê Îlonê ji her sal ,nivîsgeha Parastin û Piştgiriya derûnî a Heyva Sor a Kurd kampaniyeke hişyariyê da destpêkirin bi navê ‘Hêvî bi Rêya Kar’.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), her 40 çirkeyan li cihekê li cîhanê xwekuştinek dibe, ku ev jî ji bo keçan sedema duyemîn a mirinê ye û ji bo mêran jî sedema sêyemîn a mirinê ye û her sal nêzî 800 hezar kesî jiyana xwe bidawî dikin, ku piraniya wan li welatên paşketî ne.
Armanc ji vê kampaniyê bilindkirina hişyariya bergirtina xwekuştinê di riya awayên fêrbûnê, çareserkirina pirsgirêkan û danîna têkiliyan bi lênêrînan re ,ku li navendên HSK di bin çavdêriya psîkologan de pêk tê û lênêrîna tenduristî, laşî û derûnî tê de heye.



Nexweşiya gurçikan… Çîrokên hêviyê li ber êşê

Nexweşiya gurçikê salane dibe sedema mirina bi hezaran, belkî jî bi milyonan kesan, li seranserê cîhanê ku hêdî hêdî karên gurçikê winda dibe û dibe ku karê wê raweste, lewra navendên me yên Heyva Sor a Kurd salane nêzî 5 hezar nexweşên gurçikan digirin, ku yek ji wan nexweşên serkeftî apê Mihemed Elî Emîn Ezîz bû ê 72 salî yê ku ji gundewarên Serêkaniyê li kampa Talaa koçber buye.