Peydakirina enerjiya rojê ji bo bîrên avê li gundewarên Bajarê Qamişlo

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a projeya “Enerjiya Rojê ji bo Bakur û Rojhilatê Suriyê” bi Medico international “ re, Heyva Sor a Kurd enerjiya paqij li bîrên avê yên li gundên Necmok û Girbawî û Herem Reş zêde kir.

Ev gundên han ji ber nebûna jêderên bingehînên yên kehrebeyê, ku dibû sedema zehmetiya peydakirina avê , êş û azar didîtin .lewra ev veguhertin dibe xaleke erênê di jiyana welatiyan de ku li kêlek çareserkirina pirsgirêka avê ,bandoreke jîngehî  û abûrî  di riya bikaranîna enerjiya nûjen re diyare û di heman demê de xebatên li gundê Xerabê Kûrtî dewam dikin.

 

 

berdewamkirina perwerdeyên berevaniya sivîl û besivdayîna lezgîn bi karanîna alav û teknîkên pêşketî

Bi berdewambuyîna tevlîbûna gel di perwerdeyên berevaniya sivîl û besivdayîna lezgîn bi herdû beşên xwe yên bingehîn û pêşketî , bi armanca sifikrina rîskên dema kirîz û karîsetan û piştgirtina bersivdayîna lezgîn û lênerîna tendurstî di nava pirojeya”Medico international “de . Tîmên perwerdeyî yên girêdyî Heyva Sor a Kurd bi mebesta hesankirina gihandina agahiyan ,alav û teknîkên pêşketî bikartîne.
“Hun jî dikarin tevlî van perwerdeyan bibin ,di riya serdaana komînê re”

Navenda protêz, fîzîkî û piştgiriya psîkolojîk, xizmetên xwe bêpere pêşkêşî her kesî dike.

Her endamek protêz destpêka qonaxeke nû ye, tevger û baweriyê dide xwediyê xwe. Her rûniştinek piştgiriya derûnî ne tenê barbuhêrek e, lê kevireke bingehîn di her veguherîneke erênî de ye û Bi tedawiya fizîkî û bi hewildanên pisporên dilsoz, em bi hev re rêve, tevger û derbaskirina êşê ji nû ve bidest dixin. Em di wê baweriyê de ne ku her gaveke biçûk ber bi pêş ve, dibe gavek ber bi vegera derdora xwe de û hembêzkirina jiyana xwe ya bê metirsîn e.
Ji bo sûdwergirtina ji xizmetên bêpere yên Navenda Protêza ya Heyva Sor a Kurd li Qamişlo, hûn dikarin serdana navenda ku li kêleka Garaja Sîaa û Nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Talasemiyê ye, her wiha ji bo pirsên zêdetir hun dikarin li van hejmaran bigerin 09317779271 – 0998559164

Bi alîkariya rêxistina Hana ya xêrxwaz û bi boneya cejna Qurbanê, goştê pez (44 serî) li bajarê Amûdê û gundewarên wê li ser malbatên xizan hatin belavkirin.

insiyatîfên nûjen ji bo piştgiriya nexwşan û tevlîkirina wan di nava civakê de

Wekî gaveke nû, li ser çalakî û xizmetên nexweşxaneya onkolojî, şewat û telasîmiyayê tê zêdekirin, niha di riya komek însîyatîfên nûjen ên ku bi taybet ji bo piştgiriya nexweşên zarok û ciwan hatine çêkirin, xebat tên meşandin. Ev înîsîyatîf armanc dikin ku wan di riya hêzkirin û fêrbûna pîşeyên nû, tevî civakê bikin, di nav de fêrbuyîna perwerdeyên hemşîrî, perwerdeyên zimanê Ingilîzî, çalakiyên piştgiriya psîkolojîk û her wekî din di dema mayîna wan a li nexweşxaneyê ji bo dermankirinê.

Ji bo laboratûwarên sereke yên avê yên Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê made û têstên enelayzê hatin pêşkêş kirin

Di berdewamkirina xebatên piştgiriya laboratuarên avê yên bi hevkariya Medico International Schweiz re ji bo pêşxistina kalîteya xizmetguzariyên çavdêriya avê de bi rêya desteka pêwîst ji bo laboratûwarên avê yên mudîriyeta giştî ya avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heyva Sor a Kurd made û têstên laboratorî radestî laboratuarên sereke yên avê li Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê kirin. bi armanca pêşxistina şarezayên kadroyên fenî û xurtkirina karîgeriya laboratuaran da ku analîzên pêwîst bi rastbûn û bandoriyeke mezintir bên çêkirin.

tabloyên roniyê li ser enerjiya rojê ji bo penaberan hatin pêşkêş kirin

Hin zehmetiyên jiyanî rastî malbatên koçberên Efrîn û Şehbayê li wargehan tên, ji wan kêmbûna kehrebeyê li piraniya navendan ku rojane ji bo wan dibe astengî. Bi rêya pilaneke awarte 1700 tabloyên roniyê li ser enerjiya rojê li Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Amûdê û Çil Axa hatin belavkirin. Ev însîyatîv, tevî sadebûna wê li gorî pîvana hewcedariyan, derfetdide ku malbat jê sûd werbigirin,çi di peydakirina ronahîkirina şevê an jî şarjkirina hin cîhazên biçûk.

 

 

Li bajarê Qamişlo 2 sîstemên enerjiya rojê li du dibistanan hatin bicihkirin

Di berdewabuyîna kampaniya alîkariyê “ #Solardarity” de ji bo piştgirî û pêşxistina enerjiya tavê wekî enerjiya alternatîf li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi piştgiriya medico international/ enerjiya rojê ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê qonaxa 2em tê pêkanîn, Rêxistina Heyva Sor a Kurd du sîstemên enerjiya rojê li du dibistanên navîn û amadehî li bajarê Qamişlo bi cih kirin.
Krîza binesaziya nebaş a elektrîkê ku dewam dike, bandor li gelek sektoran kir, ku sektora perwerdeyê jî di nav de ye û bi danîna enerjiya rojê re xwendekar dikarin perwerdeyek hîn aramtir û teşwîqker bê bi dest bixin.