Alîkariya Bê Sînor Asoyên wê berdewamin

Wek piştgiriyekê ji bo peydekirina nan li herêmê û bi armanca sivikrina barê firina, Heyva Sor a Kurd bi alîkariya rêveberiya Aboriya Bakur rojhilatê Sûriyê 300 ton genim radestî rêveberiya aşan  li bajarên(Dêrîk-Qamişlo, Hesekê, Reqa û Dêrezorê) kir.

                     

Amadekariyên cejne li kampa Newroz

Ji bo ku kêvxweşiyek têkeve dilê wan û kenek li ser ruyê wan bê nîgarkirin, bi nêzbûna cejna Remedanê şekir li ser 1000 malbatî hat belavkirin ku ji Serê Kaniyê di payiza 2019an de li kampa Newroz penaber bûne, û bi hêviya kêfxweşiya lidarxistina cejneke din li malên xwe.          

   

Bidawîkirina kampanîya” meha xêrxwaziyê”

Di dawiya hemleya “meha Xêrxwaziyê” nêzî 15 hezar û 185 repte nan li bajarên Dêrik, Çilxe û Girkê Legê hatin belavkirin û bi vê yekê hejmara giştî ya nan ku di meha Remezanê de hate belavkirin gihîşt 101 hezar repte li piraniya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di riya komînan re pêk hat.

 

Navenda Minbicê mînakeke zindî ye di lênerîna tenduristiyê ya seretayî de

 

Xizmetên lênerîna tenduristî ya seretayî li gor hewcedariyên kes, malbat û civakan ji bo çareserkirin û refahiya tenduristî di milê laşî, derûnî û civakî yên berfireh bi hev ve girêdayî ye, ku lênerîna kesan bi giştî û bi hemû hewcedariyên tenduristiyê di hemû jiyanê de, ne bi komek nexweşiyên taybetî re sînorkirî ye

 

Lênêrîna tenduristiyê ya seretayî wergirtina kesan ji miqatebûna berfireh re misoger dike, di nav de şêwirdarî, pêşîlêgirtin, dermankirin, nûavakirin û lênihêrîna nazik, ya ku di çareserkirina sedem û metirsiyên sereke yên tenduristî û paşketinên wê di dema niha de, mijûlbûna bi zehmetiyên ku di pêşrojê derkevin tehdîd dike, her wiha  kêmkirina pejirandinên nexweşxaneyan û bidestxistina armancên pêşketina domdar ên têkildarî tenduristî û vegirtina tenduristiya gerdûnî.

 

Heyva Sor a Kurd li ser bingeha van têgehên tenduristiyê yên bingehîn ên girêdayî vê sektorê û li gorî hewcedariyên heyî, beşeke mezin ji xizmetên xwe ji bo peydakirina lênihêrîna seretayî bi kar tîne, bi riya 45 xalên tendurstî li bajar, kamp, ​​nexweşxane û  klînîkên gerok li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bi rêya beşên (hişmendiya tenduristî – klînîkên navxweyî, jin û zarok – ji daykbûna xwezayî – leşmaniya – laboratuwar û analîz – klînîkên derûnî yên seretayî yan piştgiriya derûnî – ambûlans û lezgîn)

 

 Navenda Minbicê jî dibe mînakeke zindî,ku  zêdî  3 salan lênerîna tenduristiyê ya seretayî ji gelê Minbicê û gundewarê wê re pêşkêş dike. Xanim Malik Qassem – seroka tîmê – hin berhemên vê navendê kurt kir û anî ziman:

  • Şopandina nexweşiyan wek belavbûna Koronayê (bi rêya odeya Teryac)
  • Şopandina rewşên civakî bi rêya serdanên sûdmendan bo navendê (xizaniya ku dibe sedema reşên nexweşya kêmxwarinê)
  • Şopandina nexweşiyên dûm dirêj.
  • Şopandina şert û mercên jîngehê yên ku dibin sedema nexweşiyên girseyî, wek îshal ku ji ber qirêjiya avê çêdibe

Li welatên pêşkeftî navendên bi vî rengî xizmetên refahî yên tenduristiyê didin, lê ji ber rewşên me yên awarte yên niha, ev navend lênihêrîna tenduristî berfirehtir pêşkêş dikin, û ev e ya ku me bi erkên zêdetir bar dike.

 

پاڵپشتی کردنی کەرتی تەندروستی لە هەرێمی کوردستان

لە چوارچێوەی هەڵمەتی پاڵپشتی کردنی کەرتی تەندروستی لە هەرێمی کوردستان لە لایەن رێکخراوی مانگی سوری کوردییەوە، لقی رێکخراوەکە هەستا بە دابینکردن و دابەشکردنی هەندێک پێداویستی پزیشکی بۆ خۆپارێزی لە ڤایرۆسی کۆرۆنا بەسەر نەخۆشخانە و سەنتەرە تەندروستییەکانی شاری سلێمانی و ناوچەکانی دەوروبەری، هەڵمەتەکە بەردەوامە.

 

Nêz, pirojeya ronî kirina kolanên Qamişlo encamên xwe digre

 

Pir nêz , projeya ronîkirina kilanên bajarê Qamişlo encamên xwe dibîne û êdî tarî namîne . Em hêvî dikin ku di çend rojan de Qamishlo ronî bibe .

Ev vîdyo hemû agahiyên dema bi cihkirina pirojeyê bi we re parvedike.