Navenda Heyva Sor Akurd Şaxa Efrîn

Yekemîn sazîyên mirovahî di Efrînê de bi Heyva Sor Akurd destpêkir , hemû xebatên alîkarî ji bo kesên belengaz kir .

Di sala 2013,an de heyva sor akurd alîkarên heyberî , rewanî û tendirustî  ji bo koçberên taxa Şêx Meqsûd ên di dibistanan û sazîyan de kir .

Di sala 2014,an de alîkarên tendirustî ji bo koçberên  Telhasêl , Telaran û Ehrezê yên di kampa Ş.Mezlûm Doxan li Kefrjenê de kir .

Niha navend karê tendirustî bi rêva dibe û tê de:

 Bijîşgeha diranan: du bijîşk tê de rojane  berdewamin

Û rêjeya hejmara nexweşan ya mehane (120) kes

Bijîşgeha Laşmaniye:  tê de dermansazek û du endam berdewamin û ew di rojên (şemî û çarşem ) kar dikin û rêjeyê hejmara nexweşan heftane (15) kes

Dermanxane: tê de dermansazek û du alîkar hene ,û kar tê de rojane berdewame , rêjeya reçetên tendirustî yên mehane (350)

Aşlekirina zarokan: ji bo zarokên kêmî pênç salî,  û zêdeyî wê jî Aşleyê Kuzezê ji bo jinan , rêjeya hejmara zarokan a heftane (80) zarok û (30) jin ,  ev kar heftane di roja çarşemê berdewame .

Navend her demekê perwerdeyên tendirustî ji bo hemî kesan dike û heya niha sê grop derxistine .