Navenda Heyva Sor Akurd Şaxa Efrîn
Yekemîn sazîyên mirovahî di Efrînê de bi Heyva Sor Akurd destpêkir , hemû xebatên alîkarî ji bo kesên belengaz kir .
Di sala 2013,an de heyva sor akurd alîkarên heyberî , rewanî û tendirustî ji bo koçberên taxa Şêx Meqsûd ên di dibistanan û sazîyan de kir .
Di sala 2014,an de alîkarên tendirustî ji bo koçberên Telhasêl , Telaran û Ehrezê yên di kampa Ş.Mezlûm Doxan li Kefrjenê de kir .
Niha navend karê tendirustî bi rêva dibe û tê de:
Bijîşgeha diranan: du bijîşk tê de rojane berdewamin
Û rêjeya hejmara nexweşan ya mehane (120) kes
Bijîşgeha Laşmaniye: tê de dermansazek û du endam berdewamin û ew di rojên (şemî û çarşem ) kar dikin û rêjeyê hejmara nexweşan heftane (15) kes
Dermanxane: tê de dermansazek û du alîkar hene ,û kar tê de rojane berdewame , rêjeya reçetên tendirustî yên mehane (350)
Aşlekirina zarokan: ji bo zarokên kêmî pênç salî, û zêdeyî wê jî Aşleyê Kuzezê ji bo jinan , rêjeya hejmara zarokan a heftane (80) zarok û (30) jin , ev kar heftane di roja çarşemê berdewame .
Navend her demekê perwerdeyên tendirustî ji bo hemî kesan dike û heya niha sê grop derxistine .
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!