Entries by heyvasorakurd

Bi peydakirina lênihêrîna tenduristî a rast re, nexweşiya şekir tê derbaskirin

Em li Heyva Sor a Kurd lênerîna tendûristî û peydakirina xizmetên bijîşkî weke armanca xwe ya sereke dinirxînin, Îbrahîm Xidir El-Hemûd ê 50 salî ji şêniyên bajarê Serêkaniyê û li kampa Serêkaniyê ya “Tela’i” ya rojhilatê bajarê Hesekê dimîne. Nexweşê şekir e ku bandor li lingê wî yê rastê kiriye. Ew ji nuqteya Heyva Sor […]

Li herêmên Şahba mehane bo 2000 sûdmendên xizmetên pizîşkî pêşkêşdıbın

Yekane navenda pijîşkî li kampa Serdemê, ku girêdayî Heyva Sor a Kurd e, xizmetên pizîşkî yên 24 demjimêran pêşkêşî zêdetirî (3700) awareyên kampê dike, û mehane nêzîkî (2000) sûdmendan di hundirê kampê de werdigire, zarok, jin, ambûlans, dermanxane, û Leishmaniasis, parastin û piştgiriya psîkolojîk  Hêjayî gotinê ye ku karmendên di xala pizîşkî de perwerdehiyê di […]

Alîkariya lezkîn ji bo du zarokan Ji ber teqîna bermahiyên şer li Tel Temrê

Duh, Duşemê, Heyva Sor a Kurd, di encama teqîna mayînên şer de, alîkariya yekem û bilez pêşkêşî du zarokên ji gundê El-Selamsa li gundewarê Til Temirê kirin, ku piraniya birînan di zik û lingên wan de bûn. Piştî pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn û pêwîst, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin veguhestin. Heyva Sor a […]

li ser girîngiya şîrdana xwezayî perwerde berdewam e

Şîrkirin yek ji baştirîn veberhênanên jiyanê ye. Bi taybetî pêşxistina tenduristî, civakî û aborî. Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Şîrkırına xwezeyî de di meha Tebaxê de, tîmên perwerdeya tenduristiyê li nuqteyên Heyva Sor a Kurd ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dayîna agahî û şîretan pêşkêşî dayikan dıkın di dema serdana wan nuqteyan […]

Îsal hıjmara nexwşên leşmanya yê SIFIR bû lı Tıl temrê û derdorawêDi

sala 2022an de li bajarê Tel Temrê û gundewarê wê gehiştî bû nêzî 20,000 haletên nexweşiya leşmanya yê ê, ji ber qirêjıya ava çemê Xabûrê ew jî jı ber qutkırına avê jı alıyê dewlet tırk , ji bilî nezanîna xelkê bı gırtına tedbîrên li dijî leşmaniya yê û çawanıya dermankirin wê. Navenda Heyva Sor a […]

Bi piştgiriya Medico International Swîsre, Heyva Sor a Kurd bi rêya klînîkên gerok pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî ji xelkê gundên dûrî gundewarê Tebqayê re berdewam dike

Xizmetên Heyva Sor a Kurd li herêmên dûr ên Tebqayê dewam dikin Gihîştina deverên dûr û gundewarî, bi taybetî yên ku rastî gelek qeyranan hatine, di nav de nebûna xizmetguzariyên pizîşkî ji ber dûrbûna wan ji navendên bajaran, yek ji mezintirîn kelemên ku rastî pêşkêşkırına lênerîna tenduristiyê ye. Ev e ya ku Heyva Sor a […]

Baranê zarok ji bajarê Kobanî piştî ku navenda protez tıştên wî yên ku ji ber teqîna bermahıyeke DAIŞê li pey xwe hiştibû, vegerandin ji nûve bi ken vedigere qada lîstikê.

Baranê zarok bı kenê xwe vedigere qada lîstikê Bermahiyên şer gelek caran mexdûrên sivîl lı dû xwe ve dihêlin, bi piranî zarok, ku haya wan ji wan xetereyên tune ye. Yek ji qurbaniyên van mayînan Baran Mazen Qarî yê 10 salî ye. Di 18’ê Sibata 2023’an de tevî malbata xwe ji bajarê Kobanî ber bi […]

Şêniyên gundên (Kelouta-Burc Qas-El-Zûk El-Kebîr) yên girêdayî herêma Şêrawa ya Efrînê ji ber berdewamiya topbarana topavêjê aciz in.

Di encama topbarana dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li ser gundên Şêrawa (Kelûtah-Burc El-Qas-Zûk El-Kebîr) de, jinek û zarokek ji gundê Kaloteh birîndar bûn. Li cihê ku birîndar yekser birin nuqteya Heyva Sor a Kurd, alîkariya ewil hat kirin û birîndar ji ber rewşa tenduristiya zarokê giran sewqî nexweşxaneya Efrînê kirin.