Alîkariya lezkîn ji bo du zarokan Ji ber teqîna bermahiyên şer li Tel Temrê

Duh, Duşemê, Heyva Sor a Kurd, di encama teqîna mayînên şer de, alîkariya yekem û bilez pêşkêşî du zarokên ji gundê El-Selamsa li gundewarê Til Temirê kirin, ku piraniya birînan di zik û lingên wan de bûn.
Piştî pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn û pêwîst, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin veguhestin.
Heyva Sor a Kurd xebatên xwe yên ji bo alîkariya mexdûran didomîne, û di dema pêwîst de xizmetên sewqê ji bo dermankirina pizîşkî û piştgiriya derûnî ya civakî pêşkêş dike.
Heyva Sor a Kurd her wiha daxwaza bilezkirin û xurtkirina hemû hewlên ji bo rakirina mayin û cebilxaneyên neteqiyayî û bihêzkirina alîkariyê jı bo “Mexdûran”, û piştgirî ji mafê zarokan dı derdoreke ewle û parastî jı bo rewstandına dûbarebûna van bûyerên nexwestî ji ber cebilxane û çekên ku komên çekdar li pey xwe hiştine di dema dagırkerıya wan de li ser heremê dibe ku her kêlî sivîlan û taybet zarokan bikuje.
0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *