Ji bo laboratûwarên sereke yên avê yên Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê made û têstên enelayzê hatin pêşkêş kirin

Di berdewamkirina xebatên piştgiriya laboratuarên avê yên bi hevkariya Medico International Schweiz re ji bo pêşxistina kalîteya xizmetguzariyên çavdêriya avê de bi rêya desteka pêwîst ji bo laboratûwarên avê yên mudîriyeta giştî ya avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heyva Sor a Kurd made û têstên laboratorî radestî laboratuarên sereke yên avê li Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê kirin. bi armanca pêşxistina şarezayên kadroyên fenî û xurtkirina karîgeriya laboratuaran da ku analîzên pêwîst bi rastbûn û bandoriyeke mezintir bên çêkirin.

8 Gulanê – Roja Cîhanî ya Telasîmiyayê

Telasîmiya nexweşiyeke xwînê ya genetîk e ku ne tenê pêşberiyeke tendurustî ye, ew jî çîrokek têkoşîna rojane ya kesên ku pêwîstiya wan bi veguhestina xwînê ya birêkûpêk û lênihêrîna berdewam heye .
Bi wesîleya vê rojê girîngiya zûnaskirinê, keşfa genetîk a beriya zewacê û girîngiya tevkirina nexweşan di nava civakê de radixe ber çavan.
Em dikarin bi hev re bi rêya sindoqên alîkariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine belavkirin desteka madî bidin wan û xwînê bidin nexweşxaneya Onkolojî,şewat û Telasîmiyayê ya bajarê Qamişlo.
Her gotinek , her destekek , her bexşînek guhertinekê çêdike.
https://www.youtube.com/watch?v=IWjkYRFnsqE

Roja pîrikan a cîhanî

Her sal di pêncê heyva gulanê de, cîhan roja pîrkan a cîhanî pîroz dike , û nirxandina rola wan di piştgiriya tenduristiya dayik û zarokan de , pêşxistina hişmendiya girîngiya xizmetên jidayikbûnê û lênerîna tenduristiya giştî û alîkariya kêmkirina rêjeyên mirina dayik û zaroka wê di qeyranan de dike.
Li Heyva Sor a Kurd em hewl didin ku jîngeha kar baştir bikin, perwerdeyên domdar ji bo pîrkan peyda bikin û xurtkirina zanista wan, ji bo peydakirina baştirîn lênihêrîna dayîk û zaroka wê, balê dikişînin ser pirsgirêkên ku tên jiyan kirin û çavkaniyên pêwîst ji bo pêşxistina encamên tenduristiyê peyda dikin. Em spasîya hemû pîrikên cîhanê dikin, li ser ked û rola wan a mirovahî û sereke di tendiristîya zayindî de.

Perwerdeyek li ser Başkirina Kalîteya Xizmetên Şopandina Avê

Di berdewamiya bersivdayîna Heyva Sor a Kurd de ji bo bergirtina nexweşiya kolerayê ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di havîna 2022 ‘an de belavbuna wê li gelek deveran ragihand. Xebatên bersivdayînê yên herî berbiçav ku tîma WASH li Heyva Sor a Kurd û bi hevkariya Medico International Schweiz re ew bû ku pêşxistina kalîteya xizmetên şopandina avê dikir bi rêya pêşkêşkirina desteka pêwîst ji bo laboratuarên avê yên girêdayî mudîriyeta Avê ya gistî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bi dewamkirin û berfirehkirina çarçoveya pêkanîna testan re reaktorên pêwîst ên laboratuarê, kadroyên perwerdeyê, ewlekirina alavên laboratuarê yên pêwîst û pêşvebirina standartên xebatê yên pêwîst.
Di dema dawî de, ji aliyê tîma Medico ve ji bo xebatkarên beşa WASH a Girêdayî Heyva Sor a Kurd û karkerên di laboratuarên Mudîriyeta giştî ya Avê de dewreyeke perwerdeyê ya çar rojan hate birêvebirin, ji bilî serdanên meydanî ji hemû laboratûwarên navborî re, ji bo pêşkêşkirina têst û alavên pêwîst di demên pêş de.

belavkirina selikên paqîjiyê û şîrê zarokan li ser penaberan

Di çarçoveya pilansaziya awarte de ku Rêxistina Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya penaberên gundewarên Heleb, Efrîn û Şehbayê ragihand û bi piştgiriya rêxistina ” waldensian church ” selikên paqijiyê û şîrê zarokan ji temenê mehekê heta salekê ji bo penaberên di nava stargehên Reqa, Tebqa, Hesekê û Qamişlo de hatin pêşkêşkirin.

kilînkên gerok li Reqa û Tepqa

 

Serdana kilînkên bijîşkî yên gerok yên Heyva Sor a Kurd bi awayekî dewrî ji wargehên penaberan re li Reqa û Tepqayê ,dibe wesîleyeke aktîv di pêşkêşkirina lênerîna tendurstî ya pêwîst . ji ber ku gihaştina xizmetên bijîşkî ji bo her kesî hêsan dike , çi ji dermankirin,derman,pîştgiriya derûnî ,perwerdehiya tendurstî û şopandina nexweşiyên domdar û her wekî din ku rewşa tendurstiya wan û pakbûn jiyana wan bilind dike.

belavkirina şîrê zarokan li Tepqa û Reqa

Bi alîkariya tora bijîşkî ya Japon-Iraq (JIM-NET), Heyva Sor a Kurd Kampaniya belavkirina şîr berdewam dike û şîr li zarokên heta yek salî ku ji Heleb û Şehbayê lî bajarê Reqa û tepqaiyê penabr bune, belav kir.

Kampanyeke belavkirina şîr ji bo Zarokên Koçber

Bi piştgiriya Tora bijîşkî ya Japon-Iraq (JIM-NET), Heyva Sor a Kurd li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê kampanya belavkirina şîrê zarokan heta temenê salekê da destpêkirin. Ev kampaniya bi giranî zarokên koçberbûyî ji herêmên Heleb û El-Şehba ku di stargehên demkî de dimînin hedef girtin. Di armanca sivik kirina azarên malbatên koçber û tekez kirina wergirtina zarokan xwarina pêwîst li gorî şert û mercên zehmet.

 

 

belavkirina ava paqij li bajarê Hesekê

Ji ber dubarekirina qutkirina avê ji stsiyona Elok li ser bajarê Hesekê û ji bo kêmkirina aloziyên welatiyan di peydakirina ava paqij ,taybet penaberê Heleb û Şehba ku di wargehan de dimînin , Tîma WASH a Heyva Sor a Kurd di çarçoveya pirojeya “Medico Switzerland” belavkirina ava paqij berdewam dike. Bi kordînekirina bi şaredariyan re , ev wargeh hatin armanc kirin (Dibistana Ehmed El-Muxlif a taxa Selhiye – Dibistana Deham Bozo ya taxa Muftî – Xaniyên ciwanan li taxa El-Neşwa – Dibistana El-Ebûd Erd a taxa El-Neşwa – Dibistana Silêmanî li herêma Sifeya – Meclîsa Şaredariyê li herêma Sifeya)

pirojeya kilînka jinan a gerok di bin duruşmeya ” li tendurstiya xwe binêre , tu jiyanî ”

 

 

Heyva Sor a Kurd her tim piştgiriya pirojeyên jinan dike û xizmetên girêdayî jinan pêşkêş dike. Vê carê jî yekmîn pirojeyeke bi ekîpeke hemû jin dest pê dike û xizmetên tendurstî ji bo jinan li gundan bi rêka kilînkek gerok û embulansekê pêşkêş dike
Bi boneya 8ê Adarê roja jinên cîhanê bi durşmeya “li tendurstiya xwe binêre , tu jiyanî “ ekîpa vê pîrojeyê kêfxweîiya xwe tîne ziman û bi dilekê germ xizmetan ji jinan re pêşkêş dikin.