Di kampaniya em Başûr û Rojhilat bi tenê nahêlin Gelê Rojava 129200$ pêşkêşkir

Di 12 heyva 11 an 2017 de, erdhejîneke mezin li rojhilat û başûrê kurdistanê rû da û bû sedem ku bi sedan welatî ji van herêman jiyana xwe ji dest bidin û gelek avahî bi awayeke giştî  yan nêvçî tevlî bingehên jiyanî û cıhên xızmetguzarıyê  di herêmê de werın hilweşandin û ev jî sedembû ku alîkariyên mirovî ji bo vê zeyanê dereng bikevin.

Li vir Heyva Sor A Kurd beşê Rojava /Bakurê Suriyê dest bi Kampaniya alîkariyê li hemû herêman  kir

Kampaniyê 10 rojan dewam kir û di demeke kin de gelek Şaredarî,sazî , Komîn,destgeh,Sazıyên cıwanan, sazıyên Jınan li Rojava tevlîbûn û bı rengekî aktîv hat bıdawîkırın.

 

Tevî dema kurt ji bo danhev û şandina alîkariyê û tevî ku hîn gelek herêm li Rojava di bin dorpêçê de ne û bi hezaran penaber rojane derbasdibin, lê  ev hemû jı gelê Rojava re nebû  astengî ku alîkariyê pêşkêşî  birayên xwe li başûr û Rojhilatî Kurdistanê bike .

Hemû navendên me lı hemû şaxên lı bakûrê Surıyê li Efrîn, Kobanê, Cizîrê, Suleymanıyê karekî pir lezgîn di demeke kurt de kirin û hejmara alîkarıyê ku hat komkırın gıhaşt 129,200 dollarî û hat şandın ji bo Ofîsa me ya li başûrê kurdistanê .

Herwıha şaxê me yê Başur jî bı xwebexşên xwe yên jı akademıya textorıyê yên Zanîngeha Suleymanıyê hemû ziyan û pêdivî  nirxandine, her wiha têkiliyên xurt bi komîteyên herêmî li bajarên ku ziyan dîtine çêkirine û gelek xanî û cıh ji bi van malbatan hatin kirêkirine û pêdiviyên bingehîn û rojana ji wan re peyde kirin.

Em wek Heyva Sor a Kurd, sipasiya hemû sazî û kesayetên ku bi mere bûn alîkar ji bo xelkên me yên Başûr û Rojhilatê kurdistanê û em wek karmendên heyva sor mıxabınî û dil êşiya xwe ji hemû kesên ku ziyan dîtin tînın zıman jı ber ku me nıkarîbu di vê astengiyê de bı karmend û tîmên xwe bı rengekî Fîzîkî lı gel wan bın ew jî careke dın bı sebeba astengiyên siyasî bûn .

Û bı vê alîkarıyê Em hêvî dikin ku em karibın beşekî ji pêdiviyên mirovahî ji xelkên xwe yên Rojhilat û Başur pêkbîne .