Kampanyeke belavkirina şîr ji bo Zarokên Koçber

Bi piştgiriya Tora bijîşkî ya Japon-Iraq (JIM-NET), Heyva Sor a Kurd li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê kampanya belavkirina şîrê zarokan heta temenê salekê da destpêkirin. Ev kampaniya bi giranî zarokên koçberbûyî ji herêmên Heleb û El-Şehba ku di stargehên demkî de dimînin hedef girtin. Di armanca sivik kirina azarên malbatên koçber û tekez kirina wergirtina zarokan xwarina pêwîst li gorî şert û mercên zehmet.

 

 

pêşkêşkirina cil û pêlavan ji zarokên penaber re

Di berdewambuyîna xebatên alîkariya koçberên herêmên Şehba û Efrînê de tîmên Heyva Sor a Kurd bi alîkariya
WIR PACKEN’S AN nothilfe für geflüchtete ya Elmanî ,cil û bergên zivistanê û pêlav li zarokan û temenên hin mestir di nava stargehan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , belavkir.