ken,lîstik û hêvî

 

Nivîsgeha Parastin û Piştevaniya  derûnî di projeya xwe de li mala parastina zarokan a bajarê Hesekê  duçerxe ji her zarokekî re di malê de li gorî temenê wan pêşkêş kir , û bi girtina tedbîrên saxlemî û ewlehî bi rêveberiya malê re , da ku daxwazên zarokan bicîh bîne û di betlaneya havînê de bi wan duçerxeyan demek xweş derbasbikin. Zêdeyê wê nivîsgeh gelek çalakî û perwerde ji bo zarokan pêşkêş dike ,ji bilî bernameyên perwerdehîyê yên li ser çawaniya mijûlbûna bi zarokan ra ji bo xebatkarên ku li malê dixebitin.

   

Kampaniya nexweşiya zikçûn li Waşûkanî û El-Telaa

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, êşa îshal(zikçûn) sedema duyemîn a mirina zarokên di bin pênc salî re ye, ku her sal digihîje nêzî 1,5 mîlyon zarok û ji ber ku tenduristiya penaberên kampan ji bo me giringe tîmê hişmendiya tendurstî kampaniyê hişiyarbuyînê li ser nexweşiya zikçûnê berdewam dike, ku li kampên Waşûkanî û El-Telaa di 22-6-2022 de dest pê kiriye û berdewam e heya ku her du kamp bi tevahî bên kontrol kirin.