“Bersiva hêviyê di dayîna we de ye”

Bersiva hêviyê di dayîna we de ye”

Fitre û zekata xwe bidin ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye

Ji Bo Gelên Me û Hemû Pêkhatye Musilman li Bakur û Rojhilatê Surî

Erkê hemû bawermenda ye bi hatina rojiya remezanê ya pîroz re , hemû kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî li bîra xwe bîne . herwiha weke nêzîkatiyek ya mirovî û wjdanî destê alîkariyê dirêjî wan kesan bikin.
Weke tê zanîn di encama salin dirêj ên şerê li Bakur û Rojhilatê Suriya meşiyaye, gelek mirov ji cih û warê xwe bûn û li deverên cûda jiyan dikin.
Her çiqasî piştî demeke dirêj ji şer, ewlehî û aramiyek di herêmê de hatibe destxistin jî , dagirkeriya ku di salên dawî de pêkhatî bi sed hezaran mirov neçarkirin cih û warê xwe bihêlin ,di kampan de û di şert û mercê pir giran de jiyan bikin. Mînaka wê ya herî ber bi çav piştî dagirkirna Efrîn ,Girê spî û Serê Kanıyê kampên Şehba ,Serê Kanî ,Washokanî û ….HWK şert û mercên ku îro têde jiyan dikin e. Taybet piştî erdheja 6 meha 2an 2023 de rûdaye , ev şert û mercên jiyanê di van herêman de hîn zehmetir kiriye û bi xwe re gelek pêwîstiyên nû ên jiyanî afirandiye .
Derfetekî mezine ku em bi fitre , sedeqe û zekatên xwe bibin bersiv ji gelek pêwîstiyên van kesên hewcedar re. Bi vê derfetê mirovên me yê bawermend dikarin xêr û erkên xwe yên exlaqî di vê rojiya remezanê de bînin cih . werin em destê alîkariyê bidin hev ji kesên hewcedar re û bibin bersiv û kêmek jî be birînin wan bipêçin .
Li ser vî bingehî hun dikarin li ser Heyva Sor a Kurd re hemû fitre,sedeqe û zekatên xwe bighînin cihê muhtac û pêwîst. di vî alî de Heyva Sor a Kurd bi xebata xwe ya mirovî û wjdanî xwedî ezmûnek hêja û serkeftiye.
Hun dikarin berê xwe bidin navendên Heyva Sor a Kurd ,komîn û meclisan û di riya wesilan re fitrên xwe pîşkeş bikin . em ji dîroka 1ê remedanê heta dîroka 25ê remedanê van fitran komdikin û diqedînin .
Li gorî kongra İslama demoqrat fitra remezanê Îsal ji bo her kesekî dike 7500 lêra sûrî .

Buroya Parastinê zêdetir li ser pirsgirêkên jinan rûniştinan pêk tîne

tîma me ya buroya parastinê rêzên rûniştinan û dersên xwe yên li ser pirsgirêkên jinan û mafên wan bi jinên kampê re didomîne û bi rêya wan mijarên( zewaca bi darê zorê û zewaca temen biçûkan û karkirina zarokan, desdirêjî) , Di van rûniştinan de nîqaşên hevpar tên meşandin û bi rêya van hevdîtinan hişyariya jinên li kampan di derbarê mafên wan û sînordarkirina tundî û îstismarkirina wan tê bilindkirin, Di dawiya her danişînê de broşurên ku bi kurtasî mijaran li jinên amade, tên belavkirin.

Klînîkên me yên gerok li Şehbayê digihîjin her kesî û xizmetên bijîşkî pêşkêş dikin..

Tîmên me yên di klînîkên bijîşkî yên gerok de li gel belavkirina dermanan, xizmetên xwe yên pizîşkî yên teşhîs (hundirîn, jineolojî) pêşkêş dikin û bi hemleyeke berdewam xwe digihînin hemû şêniyên herêma Şehba û gundên wê.

Hişyariya li ser berxwedana antîbiyotîkê û sorikê berdewam dike

Tîma me ya perwerdehiya tenduristî li ser bilindkirina hişmendiya berxwedana antîbiyotîkê li hemû kampan dixebite û yek ji wan jî kampa Waşokanî ye ku li Rojavayî bajarê Hesekê dikeve, hişyariyê li hember berxwedana antîbiyotîk bilind bike, li gorî tîmê me, berxwedana antîbiyotîk şiyana bakteriyan e ku mekanîzmayên ku wan bikaribe li hember bandorên antîbiyotîkan berxwe bide ,bi serdanên berdewam şêniyên kampê perwerde dike û şîretan pêşkêşdike.
Ji bilî perwerdehiya berxwedana antîbiyotîkê, tîma me ya perwerdehiya tenduristiyê li ser şîret û perwerdehiya derbarê sorikê de perdewamdike ku nexweşiyek pir bi enfeksiyone, ev tê wateya ku pir bi hêsanî ji kesên din re derbas dibe, zarokek an mezinek di riya bêvil û qirikê re.
Û der barê herdu nexweşıyan de, tîmê me piştî ku gera xwe ya meydanî diqedîne, belavokên hişyariyê pêşkêşî wan kesan dike.

Alîkariyên ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve tên kirin, digihêje kesên sûdmend berdewam e

Penaber û kesên ku ji ber erdheja herêmên Şehba li Helebê, heta niha jî ji alîkariyên xelkê bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bi rêya kampaniya “Hewxa Metanîn” ku tîmên me zengil û betanî belav dikin, sûdmend dibin,û doşek ji bilî tiştên malê, kursiyên bi teker ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet û qûtiyên şîrê zarokan.

دابینکردنی خزمەتگوزاری پزیشکی بۆ ئاوارەکانی بوومەلەرزە

ئاوارەکانی حەلەب لە ئەنجامی بوومەلەرزەکە و ئاوارەکانی نیشتەجێی ناوچەکانی ئەلشەهبا و شێراوا بەردەوامن لە ڕووکردنە ناوەندە پزیشکییەکانمان بە مەبەستی سود وەرگرتن لە خزمەتگوزارییە پزیشکییەکان دوای دابین کردنی دەرمانەکان لەلایەن هاوبەشەکانمانەوە لە کەمپینی “هاوخەمتانین” لە شاری سلێمانی لە هەرێمی کوردستان
ئەمڕۆ هەر یەک لە ناوەندە پزیشکییەکانمان لە کەمپەکانی ناوچەی شەهبا پێشوازییان لە نزیکەی (100) نەخۆش کرد.