“Bersiva hêviyê di dayîna we de ye”

Bersiva hêviyê di dayîna we de ye”

Fitre û zekata xwe bidin ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye

Ji Bo Gelên Me û Hemû Pêkhatye Musilman li Bakur û Rojhilatê Surî

Erkê hemû bawermenda ye bi hatina rojiya remezanê ya pîroz re , hemû kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî li bîra xwe bîne . herwiha weke nêzîkatiyek ya mirovî û wjdanî destê alîkariyê dirêjî wan kesan bikin.
Weke tê zanîn di encama salin dirêj ên şerê li Bakur û Rojhilatê Suriya meşiyaye, gelek mirov ji cih û warê xwe bûn û li deverên cûda jiyan dikin.
Her çiqasî piştî demeke dirêj ji şer, ewlehî û aramiyek di herêmê de hatibe destxistin jî , dagirkeriya ku di salên dawî de pêkhatî bi sed hezaran mirov neçarkirin cih û warê xwe bihêlin ,di kampan de û di şert û mercê pir giran de jiyan bikin. Mînaka wê ya herî ber bi çav piştî dagirkirna Efrîn ,Girê spî û Serê Kanıyê kampên Şehba ,Serê Kanî ,Washokanî û ….HWK şert û mercên ku îro têde jiyan dikin e. Taybet piştî erdheja 6 meha 2an 2023 de rûdaye , ev şert û mercên jiyanê di van herêman de hîn zehmetir kiriye û bi xwe re gelek pêwîstiyên nû ên jiyanî afirandiye .
Derfetekî mezine ku em bi fitre , sedeqe û zekatên xwe bibin bersiv ji gelek pêwîstiyên van kesên hewcedar re. Bi vê derfetê mirovên me yê bawermend dikarin xêr û erkên xwe yên exlaqî di vê rojiya remezanê de bînin cih . werin em destê alîkariyê bidin hev ji kesên hewcedar re û bibin bersiv û kêmek jî be birînin wan bipêçin .
Li ser vî bingehî hun dikarin li ser Heyva Sor a Kurd re hemû fitre,sedeqe û zekatên xwe bighînin cihê muhtac û pêwîst. di vî alî de Heyva Sor a Kurd bi xebata xwe ya mirovî û wjdanî xwedî ezmûnek hêja û serkeftiye.
Hun dikarin berê xwe bidin navendên Heyva Sor a Kurd ,komîn û meclisan û di riya wesilan re fitrên xwe pîşkeş bikin . em ji dîroka 1ê remedanê heta dîroka 25ê remedanê van fitran komdikin û diqedînin .
Li gorî kongra İslama demoqrat fitra remezanê Îsal ji bo her kesekî dike 7500 lêra sûrî .

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *