Daxwynî ji bo raya giştÎ

Grûpa tendurstiyê ya Heyva sor a Kurd beşê Cezîrê ku di dîroka 23 – 1 -2018 gihaşte Efrînê derdora 26 rojan di kar de man û di dîroka 19-2-2018 de vegeryan û ev daxwyanî ji bo raya giştî dan :

“Ji 20-1-2018 de Dewleta Tırk û hevalbendên wê ku dı bın navê artêşa azad de kardkın, êrîşek mezın dan ser Herêma Efrînê, Heta nıha evêrîş berdewame ku têde hemû cureyên çekên kıran hatıne bı kar anîn û çekên qedexe kırî jî hatıne bı kar anîn.
Jı 23-1 gıropa me jı Cezîrê gıhaşt Efrîn û lı kêleka hevalên me yên Efrînê me kar kır, û em bun şahıdê gelek kırıyar û komkujıyên Hovane ku ne çuda bun jı kırıyarên dı hatın kırın jı hêla Daışê de û gelek çarnan kırıyıanên Daışê derbasdıkır,
Herêmên ku me lê kar kır û em bun şahıd ser van kırıyaran evın :
Bılbılê, Şıyê,Cındêrıs,Şêrawa,VavÎn,Kolko,Raco û hemû herêmên Sînor,
û Şahıdıya serpêhatıyên ku me dîtın lı van deveran evın :
-dı 23-1 de Êrış hate ser nuqta me ya lı Gondê KOLKO ku tenê jı bo alîkarıya tendurıstÎ hatıbu avakırın
-dı 24-1 de lı Cındêrısê cıhê me hat hedefgırtın û Ambulansa me rastî êrîşekê hat Û dı encamê de Derb xwar
-dı 5-2 Nuqta me ya Raco Rastî êrîşeke mezın hat ku bêtır jı 20 rocketan hatın ser.

Dı 24- 1 Bendava avê ya meydankê hat hedefgırtın
Dı 6- 2 Pumbên avê yên lı Herêma metîna hatın Hedefgırtın û derbe xwarın, ev jÎ metırsıyek mezın bu ku av jı ser sedhezaran kes were qutkırın,

Dı 2-2 de lı Herêma raco 5 kes gıhaştın nuqta me ku lı ser wan dıhate xweyakırın ku bı Madek Kîmawı hatıne hedef gırtın
Dı 16 -2 de şeş kes ku lı ser wan dıhat xwya kırın ku hatıne hedefgırtın bı Madeyek KımawÎ û ev yek hate tesbîtkırın dı encama lêkolînan de ,ku xaza Chlorîn ya qedexe hatıye bı kar anÎn……

Ev Kıryar û bı dehan Komkujıyên lı dıjî sıvîlên Efrînê û Penaberên ku hatıbûn Efrînê Rojana dıhatın kırın û rojane Mafê mırovan dı hat bınpêkırın ,

ku heta 18-2-2018
Hejmara Şehîdsên sıvÎl gıhaşt 88 kesan dı nav wan de 22 zarok û 17 jın
Û hejmara bırîndarên sıvÎl gıhaşt 290 bırîndarî ku dı nav wan de 39 zarok û 44 jın

Ev komkujÎ hemû hatıne gırtın dı dokumentên me de û em bı hêvîne ku Sazıyên Sıvîl û sazıyên ne Hıkumî û sazıyên Mırovî hemû tevlî kampanıya me bıbın û em dengê xwe bıgînın alıyên têkıldar ku ev êrîş were sekınandın û kes û alıyên Socdar werın Cezakırın.

Heyva Sor a Kurd
Qamışlo
20-2-2018

Qampanya ”banga Efrîn” li Başûrê kurdistanê dest pê dike

Heyva sor a kurd beşê Başûrê Kurdistanê îro dest bi qampanya “banga Efrîn “di riya xwendina vê daxwyaniyê re dike :

” Berxwedana Efrînê li dijî artêşa Turk a dagirker û çeteyên wê bi hemû çekên giran  , belafir , tang û topan û bikaranîna çekên kîmyawî   (navçeya Şiyayê)  li ser sivîlan û kok zemîna bajêr   di roja xwe ya 30yemîn de berdewamdike.

Wek Heyva sor a kurd  û bijîşkên sykolojîK  yên bê sînor em îro dest bi qampanya alîkaryê ya bi navê (banga Efrîn )dikin wek berdewamî ji kampanya ku  hemû saziyên sivîl û meclisên bajaran li Rojavayê kurdistanê pêk anîn .

Rengê alîkariyê(derman – şîrê zarokan – pere ) û çêtirê xwe ku alîkarî bi rengê madî be ji ber hesaniya şandşna wê  ji Efrînê re her wiha pêdivya welatyan bi bingehiyên jiyanî pir heye , di ancama benaberya piranya welatiyên  gundên li ser sînor  ku berê xwe didin navenda bajêr”.