çalakiyeke taybet bi zarokên telasîmiyayê

Pêşbaziyên perwerdehî û kêfxweşiyê, şanoya lîstokan û diyarî ji bo xurtkirina baweriyê, ruhê beşdariyê, hevkarî û tevlîbûna bi zarokan re, di nava ahengeke taybet de ji bo zarokên telasîmiyayê ku tîma piştgiriya psîkolojîk bi koordîne û hevkariya tîma artêst li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telsîmiyayê pêkanîn .

xebatên klinîka mobîl li bajarê Hesekê bedewam dike

Bi belavbûna nexweşiyên demsalî yên zîvîstanê û bi şopandindina rewşa tendurstî a koçbran re , tîmên me yên bijîşkî bi rîya kilînkên gerok ,serdana navendên wargehî yên koçberên Şehba û Efrî li bajarê Hesekê berdewam dikin û lênerîna tendurstî di nav de nexweşiyên hundirîn,zarok û jin herwiha derman û hîşmendîya tendurstî pêşkêş dikin.

 

berdewabyîna belavkirina ava vexwarinê li bajarê Hesekê

Bi berdewambuyîna aloziya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê re, bi koordîneya komînan Heyva Sor a Kurd xebatên belavkirina ava vexwarinê li şêniyan berdewam dike, ev yek piştî ku tîma WASH ewlehî û kalîteya avê bi rêya alaveke şopandina asta klorê misoger dike da ku rewşa tenduristiya sûdmendan biparêze.

 

belavkirina hin pêdiviyên zarokan li koçberên Şehbayê

Li kêlek xizmetên lênerîna tendurstî , tîmên Heyva Sor a Kurd pêşkêşkirina alîkariyê berdewam dike û pakêtên ji hefadên zarokan pêk tên li ser 43 malbatên koçber ên Efrîn û Şehbayê li 4 navendên wargehî , belavkirin.

spasname

SPASNAME

 

Spas ji bo Heyva Sor a Kurdistanê e.V. ji bo alîkariya Lezgîn ji bo miletê me. hun jî dikarin alîkar bin 👇
Thanks to Heyva Sor a Kurdistanê e.V. for the urgent support to our displaced people. you also can support 👇
شكرا ل هيفا سور كوردستان على دعم اهلنا النازحين من الشهباء و حلب
👇بامكانكم ايضاً المساعدة

pêvçûna derûnî ya yekem û xizmetên parastin ji koçberan re tên pêşkêşkirin

Alîkariya pskolojîk a yekem , roleke girîng dilîze di xurtkirina tenduristiya derûnî li gel kesên ku di krîzan re derbas dibin. Ew ji bo kêmkirina êşên derûnî û peydakirina hawîrdoreke ewle tedbîrên lezgîn pêşkêş dike. Peyamên parastinê jî dema wergirtina xizmetan balê dikişînin ser giringiya ewlehî, rûmet, ne binpêkirin û îstîsmarkirina mirovan, ji ber ku ev cureyên piştevaniyê wekî pirek ber bi başbûnê ve ye.
Ji destpêka koçberkirina gelê Efrînê ji herêmên Şehba û Til Rifatê , xebatkarên di nava bernameyên parastin û piştgiriya derûnî de gelek çalakî pêşkêş kirin ,di van de peyamên parastinê û alîkariya destpêkê ya derûnî wekî beşeke girîng ji tenduristiya giştî ku ji wan re tê pêşkêşkirin û yek ji peyamên herî girîng ” Hûn ne bi tenê ne, em li vir in da ku alîkariya we bikin” .

Bi rêya klînîkên gerok xizmeta tenduristî ya sereke ji koçberan re tê dayîn

Di şert û mercên penaberiyê yên dijwar û sermaya heyî de, rewşa tendurstî ya penaberan xerabtir dibeû li gel van astengiyan kilînkên Heyva Sor a Kurd ên gerok li bajarên Reqa û Tepqayê peydakirina lênerîna tendurstî berdewam dike ku di nav de beşên hundirîn,zarok,jin ,hişmendiya tendurstî û xizmetên lezgîn hene û rojane 150 nexweş sûdê ji van kilînkan digrin.

 

belavkirina pakêtên paqijiyê berdewam dike

Pêkanîna çalakiyên belavkirina pakêtên paqijiyê li ser koçberên ji herêmên Şehbayê li wargehan , berdewam dike ku (742) pakêt li bajarê Tepqayê ,(100) pakêt li bajarê Hesekê û (50) pakêt li bajarê Amûdê ,hatin belav kirin .

Belavkirina pakêtên paqijiyê li penaberan dewam dike

Tîmê Heyva Sor a Kurd çalakiya belavkirina pakêtên paqijiyê ji bo penaberê Şehba û Til Rifetê li wargehan berdewam dikin ku 200 pakêt Roja Înê li bajarê qamişlo hatin belav kirin .

Belavkirina pêdiviyên bingehîn li 144 malbatên koçber li Hesekê

Ji bilî xizmetên tenduristiyê ku ji koçberên #Şehba û #Til_Rifatê re têne pêşkêşkirin, Rêxistina #Heyva_Sor_a_kurd dest bi pêşkêşkirina alîkariyê dike . Îro piştî wegirtina hejmarên malbatên ku li bajarê Hesekê dimînin, tîmên me pêdiviyên bingehîn ên wekî pambirzên zarokan, şîrê zarokan, pakêtên paqijiyê li 144 malbatên koçber belav kirin.