Navenda Amûdê dermanê nexweşiyên giran ji 2984 nexweşî re peyda dike

Navenda me ya Amûdê dermanê nexweşiyên giran li Kantona Cizîrê û Kobanê peyda dike, ev navend ya yekemîne seranserî Rojava. Navendê derman da 2984 nexweşî di sala borî de û heta destpêka vê mehê.
Nexweşên ji navendê xizmet girtine ta nuha:
259 nexweşên ku dermanê çandina gurçikan girtine, 265 nexweşiyên Hormonî , 258 nexweşiyên genetik , 104 nexeşiyên Brucella , 32 nexweşên Kanserê , 212 nexweşiyîn xwînê , her wiha 1854 nexweşiyên cuda.
Navendê di 20.12.2015’an hate vekirin dermanan li gor derfetan ji nexweşan re peyda dike li seranserî Kantona Cizîrê û Kobanê.
Bîroya Ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd

Heyva sor a kurd li şêrawel

Şêrewe herêmek ji herêmên yê ku heyva sor akurd ji aliyê tendirustî dinûxmîne , tê de hemû navend û xalên tendirustî hat avakirin weke 

Navenda Beradê ya tendirustî : ev navend di 10.8.2015’an de hatibû vekirin ,tê de sê bijîşk û alîkarek di rojên  ( Şemî , Dûşem û pêcşem ) berdewamin  ,rêjeya hejmarên nexweşan ên mehane derdûra (200 heya  250 ) nexweş û ji bo wan nexweşan dermanên heyî tên dandin

Navenda kampa Rûbar ya tendirustî :ev navend di 1.10.2014 ‘an de li gundê Basilê hatibû vekirin , tê de bijîşkek û alîkarek  di rojên Şemî û Dûşemê berdewamin  , rêjeya hejmarên nexweşan ên mehane (200) nexweş û dermanên wan jî tên dandin

Ji bilî wê jî , niha tê de Aşlekirina zarokan an ji pênc salî biçûktir û aşlekirina jinan ji bo kuzazê di rojekê ji her mehekê de tê dandin

li gel wê jî Bijîşgeha laşmeniye di rojên Şemiyê û Duşemê tê de kar dike û rêjeya hejmarên nexweşên wê yên mehane (15) nexweş

        

Navenda Basûtê ji bo Aşlekirina zarokan : ev navend di 13.2.2017 ‘an de hat vekirin , tê de karê Aşlekirina gîştî ji bo zarokan û jinan di rojekê de her hefte tê kirin , rêjeya hejmarên zarokan ên mehane (30)  û rêjeya hejmarê jinan (20) heftane