Bi peydakirina lênihêrîna tenduristî a rast re, nexweşiya şekir tê derbaskirin

Em li Heyva Sor a Kurd lênerîna tendûristî û peydakirina xizmetên bijîşkî weke armanca xwe ya sereke dinirxînin, Îbrahîm Xidir El-Hemûd ê 50 salî ji şêniyên bajarê Serêkaniyê û li kampa Serêkaniyê ya “Tela’i” ya rojhilatê bajarê Hesekê dimîne. Nexweşê şekir e ku bandor li lingê wî yê rastê kiriye. Ew ji nuqteya Heyva Sor a Kurd lênihêrînê werdigire, ku ekîba bijîşkî dem bi dem serdana wî dike da ku lênihêrînê di beşa ambulansê de werdigire, ji wan paqijkirin û sterilkirina lingê bi bandor, peydakirina dermanên şekir û antî-byotik ji dermanxaneya noqteyê, piştî lêkolînûn û rêwerzên parêzê ji klînîka hundirîn , birêz Îbrahîm dîsa li ser lingên xwe dimeşe, ber bi konê xwe ve diçe, wekî ku ji nexweşiyê re bibêje “ez ê zora te bibim.”

ttps://www.youtube.com/watch?v=UrwpJn3uWjA

Li herêmên Şahba mehane bo 2000 sûdmendên xizmetên pizîşkî pêşkêşdıbın

Yekane navenda pijîşkî li kampa Serdemê, ku girêdayî Heyva Sor a Kurd e, xizmetên pizîşkî yên 24 demjimêran pêşkêşî zêdetirî (3700) awareyên kampê dike, û mehane nêzîkî (2000) sûdmendan di hundirê kampê de werdigire, zarok, jin, ambûlans, dermanxane, û Leishmaniasis, parastin û piştgiriya psîkolojîk

 Hêjayî gotinê ye ku karmendên di xala pizîşkî de perwerdehiyê di derbarê xizmetguzariyên pizîşkî de zêde dikin, nemaze bi nêzîkbûna demsala zivistanê, ku hejmara nexweşan zêde dibe ji ber şert û mercên giran ên ku tê de dijîn û dibe sedema gelek nexweşiyên demsalî.

 

لە شاری سلێمانی فێستیڤاڵی ڕۆژی جیهانی خێرخوازی

لقی مانگی سووری کورد لە هەرێمی کوردستان بەشداری کرد لە فێستیڤاڵی ڕۆژی جیهانی خێرخوازی، کە دوێنێ (05/09/2023) لە شاری سلێمانی بەڕێوەچوو، بە ئامادەبوونی (45) ڕێکخراو و دەزگای ئایینی و گرووپ بۆ نمایشکردنی ئەو کار و پڕۆژانەی کە لە بواری کاری مرۆیی خێرخوازیدا جێبەجێیان کردووە، هەروەها مانگی سووری کورد ئەو پڕۆژە و کارانەی خستەڕوو کە لە ماوەی ساڵانی ڕابردوودا جێبەجێی کردووە بۆ پاڵپشتیکردنی پەنابەران، ئاوارەکان، و کۆمەڵگەی ناوخۆیی لە هەرێمی کوردستان.

 

فيستي

Alîkariya lezkîn ji bo du zarokan Ji ber teqîna bermahiyên şer li Tel Temrê

Duh, Duşemê, Heyva Sor a Kurd, di encama teqîna mayînên şer de, alîkariya yekem û bilez pêşkêşî du zarokên ji gundê El-Selamsa li gundewarê Til Temirê kirin, ku piraniya birînan di zik û lingên wan de bûn.
Piştî pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn û pêwîst, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin veguhestin.
Heyva Sor a Kurd xebatên xwe yên ji bo alîkariya mexdûran didomîne, û di dema pêwîst de xizmetên sewqê ji bo dermankirina pizîşkî û piştgiriya derûnî ya civakî pêşkêş dike.
Heyva Sor a Kurd her wiha daxwaza bilezkirin û xurtkirina hemû hewlên ji bo rakirina mayin û cebilxaneyên neteqiyayî û bihêzkirina alîkariyê jı bo “Mexdûran”, û piştgirî ji mafê zarokan dı derdoreke ewle û parastî jı bo rewstandına dûbarebûna van bûyerên nexwestî ji ber cebilxane û çekên ku komên çekdar li pey xwe hiştine di dema dagırkerıya wan de li ser heremê dibe ku her kêlî sivîlan û taybet zarokan bikuje.

Heyva Sor a Kurd barê pêdiviyên zarokan ên li kampên Şehbayê radike

Ji ber buhabûna nirxê kelûpel û pêdiviyên jiyanê, bi taybetî pêdiviyên zarokan û barên zêde yên ku li ser koçberan çêdikin, tîmên Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehba ji bo zarokên pêçekê heta yek salî de ên xelkê ku li kampên Şehba dijîn (kampa Berxdan – Kampa Serdem – Kampa Efrînê – Kampa veger – Kampa Kiştaerê) daypırs”hafade” belavkırın, ku hejmara sûdmendên ji belavkirinê giha (300) zarokî.