li ser girîngiya şîrdana xwezayî perwerde berdewam e

Şîrkirin yek ji baştirîn veberhênanên jiyanê ye. Bi taybetî pêşxistina tenduristî, civakî û aborî.
Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Şîrkırına xwezeyî de di meha Tebaxê de, tîmên perwerdeya tenduristiyê li nuqteyên Heyva Sor a Kurd ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dayîna agahî û şîretan pêşkêşî dayikan dıkın di dema serdana wan nuqteyan dıkın, di nav de hişyarkirina nexweşiyên demsalî wekî navçûyın, û belavokan li wan belav dike.
Şîrê dayikê ji bo pitikan xwarina herî guncaw e, ji ber ku ew ewle û paqij e, û di nav xwe de antîkor hene ku ji gelek nexweşiyên ên zaroktiyê diparêzin.
Her weha şîrê dayikê di mehên yekem ên jiyanê de hemî enerjî û xwarinên ku zarokek hewce dike peyda dike, û di nîvê duyemîn a sala yekem de heya nîvê zêdetirî hewcedariyên xwarinê yê zarokê peyda dıke, û di sala duyemîn de jî heya sêyeka sêyem berdewam dike.

Îsal hıjmara nexwşên leşmanya yê SIFIR bû lı Tıl temrê û derdorawêDi

sala 2022an de li bajarê Tel Temrê û gundewarê wê gehiştî bû nêzî 20,000 haletên nexweşiya leşmanya yê ê, ji ber qirêjıya ava çemê Xabûrê ew jî jı ber qutkırına avê jı alıyê dewlet tırk , ji bilî nezanîna xelkê bı gırtına tedbîrên li dijî leşmaniya yê û çawanıya dermankirin wê.
Navenda Heyva Sor a Kurd di encama xebatên tîma perwerdehiya tenduristiyê û gera xwe ya li malan ya di nava salekê de, îsal bû sedem ku ev belayê hew derbıkeve, ji xwe Heyva Sor a Kurd di sala borî de gelek xızmet der barê peydakırına dermanan û îlackırın pêşkêş kir.
û ji ber ku hinan serî li dermanên kevneşopî û nebatî yên ku nexweşıyan aloztir kır, tîmên bijîşkî şîret dikin ku van adetên şaş dubare nekin, û berê xwe bıdıne navendê jıb o derman û îlackırın eger reşeke vê nexweşıyê carek dın derkeve hole.

Bi piştgiriya Medico International Swîsre, Heyva Sor a Kurd bi rêya klînîkên gerok pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî ji xelkê gundên dûrî gundewarê Tebqayê re berdewam dike

Xizmetên Heyva Sor a Kurd li herêmên dûr ên Tebqayê dewam dikin
Gihîştina deverên dûr û gundewarî, bi taybetî yên ku rastî gelek qeyranan hatine, di nav de nebûna xizmetguzariyên pizîşkî ji ber dûrbûna wan ji navendên bajaran, yek ji mezintirîn kelemên ku rastî pêşkêşkırına lênerîna tenduristiyê ye.
Ev e ya ku Heyva Sor a Kurd ji sala 2016an ve hişt ku xizmetguzariyan pêşkêşî van deveran bike ku di nav lîsteya pêşanî û armancan wê de bû, ku bi sedan gundên dûr hatine armanckirin û xizmetguzariyên lênêrîna tenduristiyê yên seretayî pêşkêşî wan tê kirin, û yên ji bo jin û zarokan bi rêya gelek klînîkên gerok ku pê re bûn. ji aliyê ambûlans û tîmên pizîşkî ve ev yek bi rêya bernameyên sabît pêk tê, û yek ji wan deverên armanckirî gundewarê Tebqayê bû, ku tîma klînîka gerok – ku niha ji aliyê Medico International Swîsra ve tê piştgirîkirin – serdana çend gundan dike, ku hinek ji wan nêzîkî 65 km dûrî navenda bajêr e, jı xwe ev xebat berdewame dı demekê de ku xelkên wan Herêman pey tu xızmetên pızîşkî bûn.

DESTPÊKİRİNA PROJEYA BELAVKİRİNA AVA VEXWARİNÊ Lİ ŞEHBAYÊ

Projeya belavkirina ava vexwarinê li kamp û gundên herêmên Şehbayê di çarçoveya rêze projeyên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve, bi piştgiriya Medico International a Swîsreyê û bi hevkariya desteya rêveberiya herêmî ya Şehbayê destpêkır.

xizmeta tendurstî li Şêrewa

Heyva Sor a Kurd berî 5 salan xaleke pizîşkî li gundên navçeya Şêrawa vekir, xizmetên ambulansê bi rêya tîmeke hemşîreyan ji bo şeş gundên (Burc El-Qas – Zuuk El-Kebir – Kalota – Meyasa – Zar ‘anitah – Başemri) pêşkêşdıke,tu nêzî (4900) welatî sûdê jı werdıgrın , Ev xızmet tê pêşkêşkırın dı vê herêmê de dı demekê de ku tu navendek lênêrînê û ambulansê li wê peyda nabe.

 

Baranê zarok ji bajarê Kobanî piştî ku navenda protez tıştên wî yên ku ji ber teqîna bermahıyeke DAIŞê li pey xwe hiştibû, vegerandin ji nûve bi ken vedigere qada lîstikê.

Baranê zarok bı kenê xwe vedigere qada lîstikê
Bermahiyên şer gelek caran mexdûrên sivîl lı dû xwe ve dihêlin, bi piranî zarok, ku haya wan ji wan xetereyên tune ye.
Yek ji qurbaniyên van mayînan Baran Mazen Qarî yê 10 salî ye.
Di 18’ê Sibata 2023’an de tevî malbata xwe ji bajarê Kobanî ber bi gundê xwe “Yaraman” ve koçber bû, ji bo ku xwe ji encamên erdheja ku li herêmê qewimî bû dûr bıkevın.
Lê Baran nizanibû ku qedereke din li benda wî ye, dema ku bi hevalên xwe re dilîst, bombeya goşeyî ya ku DAIŞ’ê li pey xwe hiştibû li derdora gund dîtin. Dema dıteqe lıng û destê xwe yê çepê wendadıke ji bilî birînên ku wî gihandin ber mirinê.
Bi başbûna Baran, û pêdaçûna navenda protez a Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo, û bi dirêjahiya çend rojan,şopandına fîzîkî û alîkarıya derûnî ji wî re hat pêşkêşkirin.
da ku Baran bikaribe tiştên ku di encama teqîna wê bombê de ji dest daye vegerîne û dîsa bi hevalên xwe re vegerıya qada lîstikê û bi kenek ku hema hema winda kiribû, zarokatiya xwe dıkare jı nıha û bê ve wê berdewamdıke.

Şêniyên gundên (Kelouta-Burc Qas-El-Zûk El-Kebîr) yên girêdayî herêma Şêrawa ya Efrînê ji ber berdewamiya topbarana topavêjê aciz in.

Di encama topbarana dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li ser gundên Şêrawa (Kelûtah-Burc El-Qas-Zûk El-Kebîr) de, jinek û zarokek ji gundê Kaloteh birîndar bûn.
Li cihê ku birîndar yekser birin nuqteya Heyva Sor a Kurd, alîkariya ewil hat kirin û birîndar ji ber rewşa tenduristiya zarokê giran sewqî nexweşxaneya Efrînê kirin.