bi hev re ji bo tenduristiyeke baş û hawirdoreke paqij

Em rêxistina Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çend sal in em projeyên xwe ji bo xelasbûna bi ewle ji bermahiyên bijîşkî û dermanên demborî pêş dixin , Hefteya borî me bi hevkarên xwe re rêxistina UPP, Desteya Tenduristiyê, Navenda Xizmetên Bijîşkan û Komîteya Tenduristiyê ya Girêdayî Şaredariyan re hevdîtin pêk anîn da ku planên nû ji bo xebatên li herêmê pêş bixin û bi awayekî sîstematîk bixebitin.
Ev proje bi armanca parastina tenduristiya giştî û hawîrdorê li herêma me û kêmkirina qirêjiya hawîrdorê û rîskên ku rastî me tên, tê pêkanîn. Em bi karê xwe serbilindin û em hêvî dikin ku ev proje bibe sedema armancên me yên hevbeş ji bo başkirina tendirustî û jîngehê.
Em we vedixwînin ku hûn bi me re di vê projeya girîng de cih bigirin û hişyariyê li ser girîngiya xelasbûna bi ewle ji bermahiyên bijîşkî û dermanên demborî belav bikin. Spas ji bo piştgirî û hevkariya we bi me re.

kampanyeke paqijiyê li Bakur û Rojhilatê Suriyê

Bi boneya roja kedkaran a cîhanî û di bin durişmeya ”Bi rihê kedkarên Gulanê em ê bajarên xwe paqij bihêlin” Komîteya Jin a Heyva Sor a Kurd îro Sêşemê kampaniya paqijkirinê li kolanên bajarên (Qamişlo – Hesekê – Dêirk – Minbic – Reqa) bi hevkariya Desteya Şaredariyan pêkanî ,armanca vê kampaniyê ku keda karkerên paqijiyê bidin xwuyakirin û teşwîqkirina gel li ser parastina paqijiya bajarên xwe.