Roja Xwekujiyê ya Cîhanî û xelekên hişmendiyê
/0 Comments/in Parastin, Perwerdehiya tenduristî, Piştgirya pskologîk/by nerudaRoja Cîhanî ya Xwekujiyê,dehê Meha Îlonê her sal tê pîrozkirin, buneyeke girîng e ji bo hişyarkirina pirsgirêkên derûnî û peydakirina rêyên rêgirtina li ber xwekuştinê ye. Di çarçoveya vê buneyê de Heyva Sor a Kurd rêzeçalakî li dar dixe ku girîngiya piştgiriya civakî û hişmendiya civakê der barê metirsiyên xwekuştinê de destnîşan dike bi rêya lidarxistina dewreyên hişmendiyê di bin durişmeya “Guhertina danû standina Li ser Xwekuştinê” ku di dirêjahiya 5 rojan de li pey hev jin û mêrên temen 18 salî û jo de , li gelek deverên wekî Til Temir, Şedadê, Ebû Xeşeb, Ebû Qelqel, Minbic, bajarê Reqa, El-Curniya, Girkê Legê, kampa El-Hol û kampa Waşkanî ku xizmetên piştgiriya derûnî di navendên tenduristiyê yên HSK de hene. Ev bune derfeteke bo baştir kirina têgihîştina me li ser sedemên xwekuştinê, ku beşdarî avakirina civakeke hevgirtî dibe ku bikare rastî zehmetiyên derûnî were, ji ber ku dabînkirina zanyarî û alîkariya pêwîst dikare cudahiyeke rastîn di jiyana gelek kesan de çêbike û bi vî awayî bi awayekî karîger beşdarî kirina rêjeyên xwekujiyê bibe.
Rola klînîkên hundirîn di peydakirina lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê de
/0 Comments/in Tenduristî/by neruda
Klînîkên hundirîn di navendên Heyva Sor a Kurd de rolek girîng dilîzin, ku lênerîna tenduristî ya bingehîn peyda dikin û dibin alîkar di pêşxistina tenduristiya niştecihan û penaberan li hundur û derveyî kampan.
Li kampa Waşokanî ya penaberan, ku dikeve rojavayê bajarê Hesekê, klînîka hundirîn ya li navenda lênihêrîna tenduristî ya Heyva Sor a Kurd xizmetên xwe yên wekî muayene, teşxîsa echo, teşxîsa laboratorîk, şopandina nexweşên bi nexweşiyên kronîk, nirxandin û şandina nexweşiyên infeksiyonel, û pêşkêşkirina rênimayiyên bijîjkî, derûnî û yên din ji bo hemû kesan pêşkêşdike û di navbera 30-40 sûdmendî her rojê wedigire .
Headquarter addresse
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
Email addresses
Covid-19 Hotline
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933