Kampaniya bergirtina belavbûna spiyan li Şehbayê

Spiyên seriyan yek ji nexweşiyên çermî ên herî belavbuyî di nav zarokan de ku metirsiyeke zêde li gel wan û malbatên wan ji ber zehmetiyên têkbuyîna wan de derdikeve.
Ji bo bergirtina vê vegirtinê tîmên me yên tendurstî li Şehbayê derman li zarkên dibistanan belavkirin li kampên (Berxwedan –Serdem – Efrîn – Şehba û Ewde) her wiha dayîna awaya bikaranîna wan dermanan û xweparêza jê û nîşanên wê. 
 
 

Bidawîkirina kampanîya” meha xêrxwaziyê”

Di dawiya hemleya “meha Xêrxwaziyê” nêzî 15 hezar û 185 repte nan li bajarên Dêrik, Çilxe û Girkê Legê hatin belavkirin û bi vê yekê hejmara giştî ya nan ku di meha Remezanê de hate belavkirin gihîşt 101 hezar repte li piraniya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di riya komînan re pêk hat.

 

Lehengê rewşên awarte û lezgîn û çîrokên saxbûna bê dawî

 

lê vê carê ev rewş ne wekî hemû rewşan bû ku avê bi xayîntî li du keçen ciwan ên koçber li kampa Arîşa nêz bû ku yek ji wan jîyana xwe ji dist da û Meryem a 19 salî tevî rewşa tenduristiya wê ya ne baş ji milê tîma HSK hat derman kirin, hemû rewşen awarte û ambulansa li hemû kampa û xalên tenduristiyê yen bakur û rojhilatê sûriyeyê kar dikin perwerdeyan werdigirin da ku karibin di nava 24 saatan de bi hemû rewşên awarte re mijul bibin , tê zanîn ku di nava mehekê de hejmara rewşên awarte ji 20 hezaran derbas dike.
 

Xizmeta tendurstî a seretayî û hwd li Şehbayê

Xala tendurstî li kampa Berxedan ku çar salê wê xizmeta tendurstî a seretayî ji bo derdora 2700 penaberên Efrînê re pêşkêş dike ,ku tîma ji 11 kesan pêk tê di riya kilînkên (hundrîn,jin ,zarok û rewşêb lezgîn ….hwd ) nexweşan pêşwazî dikin.
Her wiha şeş xalên tendurstî yên din ên girêdayî Heyva Sor a Kurd li kampan û hin deverên Şehbayê (kampa Serdem – bajarokê El-Ehdas – gundê Ehras – bajarokê Til Rifat – kampa vegerê – gundê Birc El-Qas)cih digirin.
 

Qurbanî û metrsiyên bermahiyên şer li Şehbayê

Êşa koçberên Efrînê û xelkên herêmên Şehba û rûbirûbûna wan ji metirsiya bermahiyên şer berdewam e, heta niha tîmên me yên pişîşkî li herêmên Şehba zêdetirî /104/ bûyerên di navbera qurbanî û birîndaran de tomar kirine. di encama teqîna bermahiyên şer û bombeyên teqemenî de. Duh, li gundên herêmên Şehbayê, mayînek ji malbateke koçber ên Efrînê teqiya û di encamê de bav û du zarokên wan bi giranî birîndar bûn. Bav tiliyên destê xwe winda kirin, laşê zarokan bi îşaretên ku jiyana wan dişopînin hatin nîşankirin.