Li dibistanê Çawa emê xwe ji vayrosa Kovîd19 biparêzin

 

 Ji ber ku dibistan hjmarên mezin ji şagirtan dicivîne û gelek caran şagirt dibe cihê belavbûna Vayrosa Koronayê ,gerek em bi hev re li mal û dibistanê wan fêrî rêbazên tendurst ên rast bikin da ku ew xwe û derdora xwe ji nexweşiyê biparêzin.

 

 

Waşokanî, çîroka koçberya deh hezaran insan e

 

Piştî êrîşên dewleta Turkiyê û hêzê Radîkal û dagirkirina wan ji bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî re, bi hezaran welatî penaber bûn û ji cih û warên xwe dûrketin.
Tevî hemû zehmetî û êşên hatin pêşberî wan, tîmên Heyva Sor a Kurd ên tendurstî ku li navenda HSK li Serê Kaniyê kar dikirin xizmeta tendurstî li kampên (Waşokanî -Serê Kaniyê) û bajarê Hesekê, û nexweșxanê derdorê ku piranya xwe xizmeta xelkên serê kaniye dikin, karê xwe berdewam dikin û bi hêviya vegereke nêzîkin.