bi hev re ji bo tenduristiyeke baş û hawirdoreke paqij

Em rêxistina Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çend sal in em projeyên xwe ji bo xelasbûna bi ewle ji bermahiyên bijîşkî û dermanên demborî pêş dixin , Hefteya borî me bi hevkarên xwe re rêxistina UPP, Desteya Tenduristiyê, Navenda Xizmetên Bijîşkan û Komîteya Tenduristiyê ya Girêdayî Şaredariyan re hevdîtin pêk anîn da ku planên nû ji bo xebatên li herêmê pêş bixin û bi awayekî sîstematîk bixebitin.
Ev proje bi armanca parastina tenduristiya giştî û hawîrdorê li herêma me û kêmkirina qirêjiya hawîrdorê û rîskên ku rastî me tên, tê pêkanîn. Em bi karê xwe serbilindin û em hêvî dikin ku ev proje bibe sedema armancên me yên hevbeş ji bo başkirina tendirustî û jîngehê.
Em we vedixwînin ku hûn bi me re di vê projeya girîng de cih bigirin û hişyariyê li ser girîngiya xelasbûna bi ewle ji bermahiyên bijîşkî û dermanên demborî belav bikin. Spas ji bo piştgirî û hevkariya we bi me re.

Nûkirina nexweşxaneya Avrînê û başkirina rewşa tenduristiyê li Şehbayê

 
Tevî rewşên awarte yên ku herêma Şahba tê re derbas dibe, tîmên me di Heyva Sor a Kurd de dest bi projeya nûkirina nexweşxaneya Avrîn kirine, ku mehane 13 hezar nexweş ji herêm û gundên Şehbayê serdana wê dikin ku rewşên wan ji klînîk û ambûlansan, di nav de pêkanîna emeliyatan pêşwazî dike.
beşên nexweşxaneyê ên dê werin nûkirin ev in (odeya emeliyatê – laboratuar – lênihêrîna giran).
Xebatên nûkirinê wê heta 60 rojan bidome.

Klînîkên me yên gerok li Şehbayê digihîjin her kesî û xizmetên bijîşkî pêşkêş dikin..

Tîmên me yên di klînîkên bijîşkî yên gerok de li gel belavkirina dermanan, xizmetên xwe yên pizîşkî yên teşhîs (hundirîn, jineolojî) pêşkêş dikin û bi hemleyeke berdewam xwe digihînin hemû şêniyên herêma Şehba û gundên wê.

Hişyariya li ser berxwedana antîbiyotîkê û sorikê berdewam dike

Tîma me ya perwerdehiya tenduristî li ser bilindkirina hişmendiya berxwedana antîbiyotîkê li hemû kampan dixebite û yek ji wan jî kampa Waşokanî ye ku li Rojavayî bajarê Hesekê dikeve, hişyariyê li hember berxwedana antîbiyotîk bilind bike, li gorî tîmê me, berxwedana antîbiyotîk şiyana bakteriyan e ku mekanîzmayên ku wan bikaribe li hember bandorên antîbiyotîkan berxwe bide ,bi serdanên berdewam şêniyên kampê perwerde dike û şîretan pêşkêşdike.
Ji bilî perwerdehiya berxwedana antîbiyotîkê, tîma me ya perwerdehiya tenduristiyê li ser şîret û perwerdehiya derbarê sorikê de perdewamdike ku nexweşiyek pir bi enfeksiyone, ev tê wateya ku pir bi hêsanî ji kesên din re derbas dibe, zarokek an mezinek di riya bêvil û qirikê re.
Û der barê herdu nexweşıyan de, tîmê me piştî ku gera xwe ya meydanî diqedîne, belavokên hişyariyê pêşkêşî wan kesan dike.

Alîkariyên ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve tên kirin, digihêje kesên sûdmend berdewam e

Penaber û kesên ku ji ber erdheja herêmên Şehba li Helebê, heta niha jî ji alîkariyên xelkê bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bi rêya kampaniya “Hewxa Metanîn” ku tîmên me zengil û betanî belav dikin, sûdmend dibin,û doşek ji bilî tiştên malê, kursiyên bi teker ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet û qûtiyên şîrê zarokan.

دابینکردنی خزمەتگوزاری پزیشکی بۆ ئاوارەکانی بوومەلەرزە

ئاوارەکانی حەلەب لە ئەنجامی بوومەلەرزەکە و ئاوارەکانی نیشتەجێی ناوچەکانی ئەلشەهبا و شێراوا بەردەوامن لە ڕووکردنە ناوەندە پزیشکییەکانمان بە مەبەستی سود وەرگرتن لە خزمەتگوزارییە پزیشکییەکان دوای دابین کردنی دەرمانەکان لەلایەن هاوبەشەکانمانەوە لە کەمپینی “هاوخەمتانین” لە شاری سلێمانی لە هەرێمی کوردستان
ئەمڕۆ هەر یەک لە ناوەندە پزیشکییەکانمان لە کەمپەکانی ناوچەی شەهبا پێشوازییان لە نزیکەی (100) نەخۆش کرد.

Laşmanya û dermankirina wê li navendên Heyva Sor a Kurd

Di van demên dawîn de gelek axaftin li ser belavbûna laşmanyayê di nav koçberên sûriyê de li hemî teminan bêtirî deverekî penaber bûyî hene, ew nexweşiyeke çerm e ku bandorê li hemû komên temam dike û di forma nodûleya sor de xuya dike, ku dibe sedema birînên ulseratî heta çend santîmetre di firehiyê de û tevî dermankirinên cuda jî mehên dirêj dewam dike.
Mirov bi nexweşiya laşmanya dikeve bi riya pêvidana mêşa qûmê de ,ev dûvdehol di hundirê mêşa mê de dijî û li xwe zêde dike û pirjimariyê dike û li piraniya deveran tê dîtin ku ev mêş dişibe kêzikeke biçûk 1-3 milîme û ya herî çalake di jîngehên nemdar de, di mehên herî germ de û bi şevdahatê ta berbanga sibê û ev dûvdahol tê veguhestin ji lawiran ber bi mêşa qûmê ve piştre ber bi mirovn ve û mirov jî dikarin parazîtê di navbera hev de bi veguheztina xwînê yan jî bi derziyên hevbeş veguhêzin, Sedema sereke ji vê nexwşiyê re hebûna çalên zuha û çiravên gemar li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber rêgirtina li ber derbasbûna ava ji çemên Dîcle û Firatê, ji bilî kêmbûna ava paqij li hin herêmane.
Cûreyên laşmaniya cuda hene lê yên herî zêde tên dîtin ev in:
Çermî: laşmanya di navbera du hefteyan ta çend mehan birdewam dike û dibe sedema birînin çerm.
Hinavî:piştî nîşan bide vedana mêşê bi du ta şeş mehan jî vegirtina êşê çêdibe ,û yek ji nîşanên herî girîng :
Kêmbûna giraniyê – qelsî, westandin– mezinbûna kezebê – mezinbûna fatereşkê – hebûna hin kulbûnan – werimandina girêjiyên lemfê – xwînrijandin – taya ku çend hefte an jî mehan dewam dike.
Deqanûk û dermanên ku pêşî li laşmaniya bigrin tune ne, lê rêyên rêgirtina li ber nexweşiyê û kêmkirina metirsiya peydabûna wê hene, li vir hinek şîret hene.
_Cilûbergên ku çermê we dinixumîne lixwebikin , bijîjk şîreta li me dikin ku em pantolonên û kirasên dirêj û goreyên bilind li xwe bikin.
_Dermanên kêzikan li udiyên razanê bireşînin.
_ Li qatên jor razin ji bir mêşa qûmê nêzî erdê difire.
_ Bikaranîna perwane û baweşînkan.
Ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û wek xizmetên Heyva Sor a Kurd nexweş vedigerin navendên tenduristiyê yên sereke beşê dermankirina Laşmanyayê , li wir derman tên pêşkêş kirin an jî têne dayîn ta ku nexweş bi temamî baş bibe, her wiha kampanyên hişmendiyê li ser rêbazên rêgirtina li ber nexweşiyê, û meriv çawa bi nexweşiyê re mijûl dibe û xizmetên tendirûstiyê ji wan re pêşkêş bikin û hin çalakiyên din wekî torên mêşê ji aliyê tîmên me yên perwerdeya tenduristiyê li kamp û bajaran belavdikin.



Kampanya belavkirina broşuran li kantona Qamişlo

Di berdewamiya kampanya (Jîyanê nekuje, xwe biparêze) broşurên hişyariyê li herêma Qamişlo (Dêrik – Girkê Likê – Terbesbe – Amûde )hatin belavkirin ku li ser girîngiya zû naskirina penceşêra pêsîrê çawa dermankirina wê hêsan dike û rê li ber belavbûna wê dema zû naskirinê de digire .