Hêvî bi Rêya Kar

Di Roja Cîhanê de ya Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya ku dikeve 10 ‘ê Îlonê ji her sal ,nivîsgeha Parastin û Piştgiriya derûnî a Heyva Sor a Kurd kampaniyeke hişyariyê da destpêkirin bi navê ‘Hêvî bi Rêya Kar’.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), her 40 çirkeyan li cihekê li cîhanê xwekuştinek dibe, ku ev jî ji bo keçan sedema duyemîn a mirinê ye û ji bo mêran jî sedema sêyemîn a mirinê ye û her sal nêzî 800 hezar kesî jiyana xwe bidawî dikin, ku piraniya wan li welatên paşketî ne.
Armanc ji vê kampaniyê bilindkirina hişyariya bergirtina xwekuştinê di riya awayên fêrbûnê, çareserkirina pirsgirêkan û danîna têkiliyan bi lênêrînan re ,ku li navendên HSK di bin çavdêriya psîkologan de pêk tê û lênêrîna tenduristî, laşî û derûnî tê de heye.



ken,lîstik û hêvî

 

Nivîsgeha Parastin û Piştevaniya  derûnî di projeya xwe de li mala parastina zarokan a bajarê Hesekê  duçerxe ji her zarokekî re di malê de li gorî temenê wan pêşkêş kir , û bi girtina tedbîrên saxlemî û ewlehî bi rêveberiya malê re , da ku daxwazên zarokan bicîh bîne û di betlaneya havînê de bi wan duçerxeyan demek xweş derbasbikin. Zêdeyê wê nivîsgeh gelek çalakî û perwerde ji bo zarokan pêşkêş dike ,ji bilî bernameyên perwerdehîyê yên li ser çawaniya mijûlbûna bi zarokan ra ji bo xebatkarên ku li malê dixebitin.

   

Kenê wan ji bo me berdewamî ye

Nav: Fedîla Xidir El-Elî
Temen: 7 sal
Cih: Kampa Waşokanî
Rewşa wê a tendurstî : hewcedariya laşî
Sedema hewcedariyê: derketina girêkekê li ser derzika pişta wê û di dema emelîkirina wê de tevgera herdu lingên xwe wunda kir.
Nekarîbûna Fedîla di tevger û pêkvejiyana bi hevalên xwe re, êşa koçberiyê li gel wê û malbata wê zêde kir, û bi şopandina rewşê ji aliyê tîmên parastina civakê ve li kampa Waşokanî, bersiv bi pêşkêşkirina kursîkî ji zarokê re hat dayîn.
Bernameya parastina civakê hewl dide ku kesên xwedî hewcedariyên taybetî hêzdar bike û wan bi hevalên xwe re bike yek da ku bigihîjin başiyeke derûnî û civakî.
Fedîla yek ji hezaran zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi neçarî di bin şert û mercên nebaş ên ku lênihêrîna tenduristî û ewlehî yê ne baş de koçber bûne.
   

Lênihêrîna dayik û zaroka wê Pêşiyê xizmeta me ye

Gihîştina  xwarindaneke  pêwîst  û girîng ji  zarokan re yek ji pirsgirêkên herî mezin ên tenduristiyê ye   niha li Bakurê Sûriyeyê tê jiyan kirin li cihê ku zarokên kêmxwarin li gorî hevsalên xwe kêmtir xweparastin in û ji ber vê yekê jî ji nexweşiyan re vekirî tirin

Zêdirî 232 miliyon zarok li cîhanê bi kêmxwarnbuyînê re rû bi rû dimînin ku dibe sedema bingehîn ji mirina nîvê zarokên temenê wan kêmî 5 salan e.(li gorî rêxistina bijîşkên bê sînor)

Li gorî karê me yê berdewam di pêşkêşkirina  xizmeta tendurstî ya seretayî  û navîn de, pirogramê kêmxwarinbuyîna zarokan û miqatebûna jinên ducanî  û zarokên nû ji dayîk buyî  cihê herî bingehîn digrin.

Bi riya hejmarek ji xizmetan wek miqatebuna tendurstî ji dayik û zaroka wê di dema ducaniyê û piştî wê wek hişiyarbuyîna tendurstî derbarê jidayikbuna xwezayî , şîrê xwezayî , şopandina jinan , jidayikbuyîn  û pêşkêşkirina xwarin ,derman û hwd ji pêwîstiyan taybet di kampên penaberan .

Çîroka Melak û dayika wê yek ji sedan çîrokên serkeftinê ye ku di nava xalên  me yên tendurstî  de   çêbûne ku her tim armanca me tenduristiyeke baştir  ji  jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dayîn.

 

Yekemîn navend taybet ji bo Lebatên Pîşesazî (pirotêza ) li Bakur û Rojhilatê Suriyê .

Amadekariyên cejne li kampa Newroz

Ji bo ku kêvxweşiyek têkeve dilê wan û kenek li ser ruyê wan bê nîgarkirin, bi nêzbûna cejna Remedanê şekir li ser 1000 malbatî hat belavkirin ku ji Serê Kaniyê di payiza 2019an de li kampa Newroz penaber bûne, û bi hêviya kêfxweşiya lidarxistina cejneke din li malên xwe.          

   

Qurbanî û metrsiyên bermahiyên şer li Şehbayê

Êşa koçberên Efrînê û xelkên herêmên Şehba û rûbirûbûna wan ji metirsiya bermahiyên şer berdewam e, heta niha tîmên me yên pişîşkî li herêmên Şehba zêdetirî /104/ bûyerên di navbera qurbanî û birîndaran de tomar kirine. di encama teqîna bermahiyên şer û bombeyên teqemenî de. Duh, li gundên herêmên Şehbayê, mayînek ji malbateke koçber ên Efrînê teqiya û di encamê de bav û du zarokên wan bi giranî birîndar bûn. Bav tiliyên destê xwe winda kirin, laşê zarokan bi îşaretên ku jiyana wan dişopînin hatin nîşankirin.
 
 
 
 
 

 

Çalakiyên hemleya rakirina Şideta li ser jinê

Şideta li ser jin û zarokên keç binpêkirina mafê mirovan a herî zêde li cîhanê tê kirin, di raporên herî dawî de ên ku hatine ragihandin, herî kêm yek ji sê jinan kêmanî carekê ji hevjînê xwe an jî ne hevparê xwe rastî şîdeta fîzîkî ya zayendî hatine.
Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd hemleya 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan ku di 25/11’an de dest pê kir û di 10/12’an de li her du kampên Erîşa – Hol û bajarê Reqayê bi dawî bû, da ku tekez bibe civak nikaribe pêş bikeve û mezin bibe eger nîvê din tundûtûjî, bêrolkirin û astengdar be.
#Kurdish_red_crescent

” Bi alîkariya we hevî dibin insiyativ û çalakî “

Kampaniya ” Bi alîkariya we hevî dibin insiyativ û çalakî “bi armanca danheva fitreyên Remezanê da ku bibe alîkarî û derman ji bo malbatên xizan û nexweşên Korona, wê sib Sêşem 27-4-2021 li hemû navendên Heyva Sor A kurd li Bakur û Rojhilatê suriyê destpê dike.
Hun dikarin alîkariyê di riya van navendên li bajaran pêşkêş bikin:
Dêrik 0935049199
Hesekê 0998595512
Girkê Legê 0932896703
Raqa 0930065429
Tirbespî 0996691516
Minbij 0993517095
Qamişlo 0932155217
Tapqa 0988528262
Amûdê 0992217252
Kobanê 0987186194
Dirbêsiyê 0994328443
Şehba 0994415651
Til Temir 0993834058
Heleb 0994415651

Alîkariyek ji rengekî dî li kampa newroz hat pêşkêşkirin

Bi alîkariya Heyva Sor a Kurd , Roja Sor a Kurd ku navenda wê li Swêdê dimîne bi gavin xweş alÎkarî ji bo Kampa Newroz a ku derdora 320 malbatî ji Serê Kaniyê û Efrînê lê dimînin pêşkêşkir, û 320 kerton ji xwarina taştê pêk tê li wan belav kir.