Ji bo Raya giştî û hemû alî û rêxistinên mirovî

Weke tê zanîn, ber destê sibeha 6 ê meha sibata 2023 yan de erdhejek di pileya 7.7 û 7.6 kû navenda wê li Türkya û Suriye bi taybet herêmên kû kûrd lê jiyandikin de rûda û bû sedema karesatek ya mirovî a pir giran. Jibo vê karesatê gelek sazi,yekiti,komele kesayet û derdorên xêrxwaz yên herêmî û nav cihanî ketin nav tevgereke lezgîn ji bo xwe bigihînin cih û warên kû ziyanên mezin yên mirovî lê peyda bûne Her çiqas hinek alîkarî gihiştibe hinek cihanjî, hê jî li gelek deran mirov dibin kavl û xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne bi sedhezaran kes pirsgirêka avahî, av xwarin, elektrik û xwe germkirinê jiyan dikin. mixabin gelik alî û hêz li hember vê karesatê hesabên siyasi xistine pêşiya bûyerê bê kû bikevin ferqa berpirsyartiya xwe ya mirovi û axlaqî li gelik cihan dibin kelem û astenk li pêşiya gihaştına arikariya mirovî ya van herêman.

Me weke Heyva Sor a Kurd ji despêka bûyerê de da diyarkirin kû li her derekê kû ziyan lê hati dîtin em amade ne bi ekîb û imkanên xwe ve biçin bi hawara gel ve lê belê weke go ji bo xwe gihandina herêma Efrin Cindirês û herwekîdin astengî hatin derxistin niha jî ji bo gihandina alîkariya mirovî ji bo herêma Heleb Şêx Maqsut û Şehba astengiyên mezin ji aliyê hûkûmeta Suriye ve têne derxistin.Weke hemû cihan dizane avahiyên Helebê piştî şeriki giran û şûnde ji sedi 90”ê xwe ne rewşa kû mirov bikaribin têde jiyan bikin û ne bi ewlene. Jiber vê sedemêjî piştî erdhejê ev xeteri gihiştiye astek kû êdi tukes nikaribe divan avahi û xaniyande jiyanbikin .Ev ji bûye sedema kû bi deh hezaran mirov li derve bê avahi, xwarin û av û nava sermê de jiyanbikin.
Eger zû xwe gihandinek çê nebe wê karesatek ya mirovî ji ya erd hejê mestir werê jiyankirin.
Li ser vi esasî em wek Heyva Sor a Kûrd gazî hemû mirovahiya xêrxwaz, hêz û aliyên xwe bi demokrasi û mirovahi bi nav dikin, kû destwerdan û mûdaxeleyeke lezgin a herêmi û nav netewî ji vê rewşê re were kirin û hemû korîdorên mirovi werin ewlekirin jibo hemû arikariyên pêwist bigihêjin herêmên pêdivîyên wan heyî.

Heyva Sor a Kurd

11/02/2023

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *