bi hev re ji bo tenduristiyeke baş û hawirdoreke paqij
/0 Comments/in Beşê WASH, Perwerdehiya tenduristî, Tenduristî/by SozdarEm rêxistina Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çend sal in em projeyên xwe ji bo xelasbûna bi ewle ji bermahiyên bijîşkî û dermanên demborî pêş dixin , Hefteya borî me bi hevkarên xwe re rêxistina UPP, Desteya Tenduristiyê, Navenda Xizmetên Bijîşkan û Komîteya Tenduristiyê ya Girêdayî Şaredariyan re hevdîtin pêk anîn da ku planên nû ji bo xebatên li herêmê pêş bixin û bi awayekî sîstematîk bixebitin.
Ev proje bi armanca parastina tenduristiya giştî û hawîrdorê li herêma me û kêmkirina qirêjiya hawîrdorê û rîskên ku rastî me tên, tê pêkanîn. Em bi karê xwe serbilindin û em hêvî dikin ku ev proje bibe sedema armancên me yên hevbeş ji bo başkirina tendirustî û jîngehê.
Em we vedixwînin ku hûn bi me re di vê projeya girîng de cih bigirin û hişyariyê li ser girîngiya xelasbûna bi ewle ji bermahiyên bijîşkî û dermanên demborî belav bikin. Spas ji bo piştgirî û hevkariya we bi me re.
kampanyeke paqijiyê li Bakur û Rojhilatê Suriyê
/0 Comments/in Beşê WASH, Çîrok, Geşepêdan/by SozdarBi boneya roja kedkaran a cîhanî û di bin durişmeya ”Bi rihê kedkarên Gulanê em ê bajarên xwe paqij bihêlin” Komîteya Jin a Heyva Sor a Kurd îro Sêşemê kampaniya paqijkirinê li kolanên bajarên (Qamişlo – Hesekê – Dêirk – Minbic – Reqa) bi hevkariya Desteya Şaredariyan pêkanî ,armanca vê kampaniyê ku keda karkerên paqijiyê bidin xwuyakirin û teşwîqkirina gel li ser parastina paqijiya bajarên xwe.
Kampanya temsekirina tankên avê li hemû navendên Heyva Sor a Kurd
/0 Comments/in Beşê WASH, Perwerdehiya tenduristî/by SozdarDi çarçoveya bergirtina nexweşya Kolera ji bo pêşvebirin û pêşxistina beşê tenduristiyê û avakirina derdoreke ewle ji kar re, beşê av û paqijî (WASH) ya Heyva Sor a Kurd kampanya temsekirina tankên avê li hemû navenda despê kir.
ev çalakî ji roja duşemê 26.09.2022`an de ji navendên Kantona Hesekê destpêkir ji ber ku ava bajar li ser ava sarîca ye , û dê berdewam bike ta hemû navend bên kontrolkirin ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê belavkirîne , ew jî xelekeke ji gelek çalakiyîn ku wê bên lidarxistin ji bo bergirtina nexweşiyê.
Headquarter addresse
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
Email addresses
Covid-19 Hotline
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933