Navenda Heyva Sor A Kurd Xala Bilbilê
Xala Bilbilê
Xala Bilblê li Efrînê li navçeya Bilbilê xebat dike , di cotmeha sala 2013’ an de hatibû vekirin .
Xala Bilbilê weke hemû xalên Heyva Sor A Kurd kar dike , destpêkê xebatên lêkolînê bi malbatên xizan û rewşên taybetî de dest pêkir , piştre xebatên li ser belavkirina madeyên alîkariyê weke ( xwarin , cil , madeyên saxlem , şîrê zarokan , pêlavan , konên mala , kursiyên astangdaran ) ji bû kesên belengaz kir ,û heya niha tiştên ku tê bidestxistin tên belavkirin .
Da ku navçeya Bilbilê 43 gund di nav xwe de dihewîne , lê mixabin navendeke tendirustî tê de nîn e , ji bilî navenda tendirustî ya heyva sor a kurd a di 10/10/2015 hat avakirin
, niha sê bijîşgeh berdewamin .
- Bijîşgeha zarokan : tê de rêjeya nexweşan a rojane 35 kes , û ya mehane 150 kes .
- Bijîşgeh hindrîn : tê de rêjeya nexweşan a rojane 40 kes , û ya mehane 75 kes .
- Bijîşgeha pitika gîştî : tê de rêjeya nexweşan a rojane 75 kes , û ya mehane 250 kes .
Û ji bû wan nexweşan dermanên heyî tê dandin .
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!