Ji bo raya giştî ya cîhanî

Erdheja ku di 6 sibats 2023an de rûda ,bû sedema karesateke mirovî û zirareke mezin ji bo xelkên herêmê ku heta vê gavê di aloziyeke jiıyanî de mane. Li ser vê yekê mirovahiya cîhanî û ya herêmê ket nava hewldana elîkariyeke pir mezin a madî û manewî ji bo xelkên ku di vê erdhejê de bandor bûne û ji ber ku Heyva Sor a Kurd cihê baweriyê dibÎnin xwestin ev alîkarî li ser riya wê bighêjin herêmên bandor bûne
Mixabin bê ku sedemê wê ji aliyê me ve were naskirin , astengiyên pir mezin ji me re têne derxistin mînaka wê ya herî dawî doh (21-2-2023) karwanekî me ya alîkariya mirovî ji aliyê rêbenda fîşxabûr û rayedarên ku ev rêbend girêdayî wan e hate astengkirin.
Ji ber vê yekê jî em neçarin zûtirîn dem hemû raya cîhanî ser van astengiyan agahdar bikin. Em wek Heyva Sor a Kurd ev biriyarên bi vî rengî ji bo me cihê ne qebûlkirinê ne her wiha em bê wate dibînin.
Mafê me yê herî xwezayî ye ku wek Heyva Sor a Kurd civaka ku baweriya xwe bi me aniye em alîkariya wan bighînin cihê pêwîst.
Ji ber vê yekê em bi hêvîne demldest ev aliyên ku astengiyan derdixin li biriyarên xwe vegerin û hemû rê û deriyên mirovî yên ji bo alÎkariyê vekin.
Heyva Sor a Kurd
22-2-2023

Ji bo Raya giştî û hemû alî û rêxistinên mirovî

Weke tê zanîn, ber destê sibeha 6 ê meha sibata 2023 yan de erdhejek di pileya 7.7 û 7.6 kû navenda wê li Türkya û Suriye bi taybet herêmên kû kûrd lê jiyandikin de rûda û bû sedema karesatek ya mirovî a pir giran. Jibo vê karesatê gelek sazi,yekiti,komele kesayet û derdorên xêrxwaz yên herêmî û nav cihanî ketin nav tevgereke lezgîn ji bo xwe bigihînin cih û warên kû ziyanên mezin yên mirovî lê peyda bûne Her çiqas hinek alîkarî gihiştibe hinek cihanjî, hê jî li gelek deran mirov dibin kavl û xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne bi sedhezaran kes pirsgirêka avahî, av xwarin, elektrik û xwe germkirinê jiyan dikin. mixabin gelik alî û hêz li hember vê karesatê hesabên siyasi xistine pêşiya bûyerê bê kû bikevin ferqa berpirsyartiya xwe ya mirovi û axlaqî li gelik cihan dibin kelem û astenk li pêşiya gihaştına arikariya mirovî ya van herêman.

Me weke Heyva Sor a Kurd ji despêka bûyerê de da diyarkirin kû li her derekê kû ziyan lê hati dîtin em amade ne bi ekîb û imkanên xwe ve biçin bi hawara gel ve lê belê weke go ji bo xwe gihandina herêma Efrin Cindirês û herwekîdin astengî hatin derxistin niha jî ji bo gihandina alîkariya mirovî ji bo herêma Heleb Şêx Maqsut û Şehba astengiyên mezin ji aliyê hûkûmeta Suriye ve têne derxistin.Weke hemû cihan dizane avahiyên Helebê piştî şeriki giran û şûnde ji sedi 90”ê xwe ne rewşa kû mirov bikaribin têde jiyan bikin û ne bi ewlene. Jiber vê sedemêjî piştî erdhejê ev xeteri gihiştiye astek kû êdi tukes nikaribe divan avahi û xaniyande jiyanbikin .Ev ji bûye sedema kû bi deh hezaran mirov li derve bê avahi, xwarin û av û nava sermê de jiyanbikin.
Eger zû xwe gihandinek çê nebe wê karesatek ya mirovî ji ya erd hejê mestir werê jiyankirin.
Li ser vi esasî em wek Heyva Sor a Kûrd gazî hemû mirovahiya xêrxwaz, hêz û aliyên xwe bi demokrasi û mirovahi bi nav dikin, kû destwerdan û mûdaxeleyeke lezgin a herêmi û nav netewî ji vê rewşê re were kirin û hemû korîdorên mirovi werin ewlekirin jibo hemû arikariyên pêwist bigihêjin herêmên pêdivîyên wan heyî.

Heyva Sor a Kurd

11/02/2023

Bang ji bo raya giştî

Ji bo raya giştî , civaka sivîl û rêxistinên mirovî

Em Rêxistina Heyva Sor a Kurd êrîşên hawayî yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ku bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û ji bilî xerakirina nexweşxaneya zarokan a bajarê Kobanê di heman boneya roja cîhanî ya zarokan ku daxwaza parastin û tendiristî û aştîyê ji hemû zarokên cîhanê re dike û li dijî prensîpên tendiristîya cîhanî û mafên mirovan tevdigere û em daxwazê ji hemû rêxistinên mafên mirov û bi taybetî rêxistina mafên zarokan dikin ku li ser van kirdarên nemirovane birawestin.

Laşmanya û dermankirina wê li navendên Heyva Sor a Kurd

Di van demên dawîn de gelek axaftin li ser belavbûna laşmanyayê di nav koçberên sûriyê de li hemî teminan bêtirî deverekî penaber bûyî hene, ew nexweşiyeke çerm e ku bandorê li hemû komên temam dike û di forma nodûleya sor de xuya dike, ku dibe sedema birînên ulseratî heta çend santîmetre di firehiyê de û tevî dermankirinên cuda jî mehên dirêj dewam dike.
Mirov bi nexweşiya laşmanya dikeve bi riya pêvidana mêşa qûmê de ,ev dûvdehol di hundirê mêşa mê de dijî û li xwe zêde dike û pirjimariyê dike û li piraniya deveran tê dîtin ku ev mêş dişibe kêzikeke biçûk 1-3 milîme û ya herî çalake di jîngehên nemdar de, di mehên herî germ de û bi şevdahatê ta berbanga sibê û ev dûvdahol tê veguhestin ji lawiran ber bi mêşa qûmê ve piştre ber bi mirovn ve û mirov jî dikarin parazîtê di navbera hev de bi veguheztina xwînê yan jî bi derziyên hevbeş veguhêzin, Sedema sereke ji vê nexwşiyê re hebûna çalên zuha û çiravên gemar li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber rêgirtina li ber derbasbûna ava ji çemên Dîcle û Firatê, ji bilî kêmbûna ava paqij li hin herêmane.
Cûreyên laşmaniya cuda hene lê yên herî zêde tên dîtin ev in:
Çermî: laşmanya di navbera du hefteyan ta çend mehan birdewam dike û dibe sedema birînin çerm.
Hinavî:piştî nîşan bide vedana mêşê bi du ta şeş mehan jî vegirtina êşê çêdibe ,û yek ji nîşanên herî girîng :
Kêmbûna giraniyê – qelsî, westandin– mezinbûna kezebê – mezinbûna fatereşkê – hebûna hin kulbûnan – werimandina girêjiyên lemfê – xwînrijandin – taya ku çend hefte an jî mehan dewam dike.
Deqanûk û dermanên ku pêşî li laşmaniya bigrin tune ne, lê rêyên rêgirtina li ber nexweşiyê û kêmkirina metirsiya peydabûna wê hene, li vir hinek şîret hene.
_Cilûbergên ku çermê we dinixumîne lixwebikin , bijîjk şîreta li me dikin ku em pantolonên û kirasên dirêj û goreyên bilind li xwe bikin.
_Dermanên kêzikan li udiyên razanê bireşînin.
_ Li qatên jor razin ji bir mêşa qûmê nêzî erdê difire.
_ Bikaranîna perwane û baweşînkan.
Ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û wek xizmetên Heyva Sor a Kurd nexweş vedigerin navendên tenduristiyê yên sereke beşê dermankirina Laşmanyayê , li wir derman tên pêşkêş kirin an jî têne dayîn ta ku nexweş bi temamî baş bibe, her wiha kampanyên hişmendiyê li ser rêbazên rêgirtina li ber nexweşiyê, û meriv çawa bi nexweşiyê re mijûl dibe û xizmetên tendirûstiyê ji wan re pêşkêş bikin û hin çalakiyên din wekî torên mêşê ji aliyê tîmên me yên perwerdeya tenduristiyê li kamp û bajaran belavdikin.



Çîrokeke nû ya serkeftinê li Navenda Protêzîkê

Xweşbûna dîtna dilxweşiya zarokêkî ku karibe tevgera xwe vegerîne, bi danîna lingekî protezîk, da ku ew zarok karibe çalakiyên xwe yên rojane bi rehetî pêk bîne, ji bilî wê jî piştgiriya wî bike û xwebaweriya wî zêde bike ,û bi hevalên xwe re beşdarî perwerdeyê bibe,ku kêm hêzbûna wî bibe hêzeke herî xurt.
Navenda Protêza ya Heyva Sor a Kurd li ser peydakirina lingan ji bo kesên ku parçeyin ji laşên wan winda bûne yan jî ji zikmakî ve rewşên wan hene, weke ku rewşa Rawend ê 4 salî hatîya wergirtin di 7 /4/2022 de ku ji dayikbûnê ve hestiyê ling û hevparê çokê li gel wî tune bû , lê niha jiyana xwe bi hesanî û normal derbas dike…




Yekemîn navend taybet ji bo Lebatên Pîşesazî (pirotêza ) li Bakur û Rojhilatê Suriyê .

Navenda Minbicê mînakeke zindî ye di lênerîna tenduristiyê ya seretayî de

 

Xizmetên lênerîna tenduristî ya seretayî li gor hewcedariyên kes, malbat û civakan ji bo çareserkirin û refahiya tenduristî di milê laşî, derûnî û civakî yên berfireh bi hev ve girêdayî ye, ku lênerîna kesan bi giştî û bi hemû hewcedariyên tenduristiyê di hemû jiyanê de, ne bi komek nexweşiyên taybetî re sînorkirî ye

 

Lênêrîna tenduristiyê ya seretayî wergirtina kesan ji miqatebûna berfireh re misoger dike, di nav de şêwirdarî, pêşîlêgirtin, dermankirin, nûavakirin û lênihêrîna nazik, ya ku di çareserkirina sedem û metirsiyên sereke yên tenduristî û paşketinên wê di dema niha de, mijûlbûna bi zehmetiyên ku di pêşrojê derkevin tehdîd dike, her wiha  kêmkirina pejirandinên nexweşxaneyan û bidestxistina armancên pêşketina domdar ên têkildarî tenduristî û vegirtina tenduristiya gerdûnî.

 

Heyva Sor a Kurd li ser bingeha van têgehên tenduristiyê yên bingehîn ên girêdayî vê sektorê û li gorî hewcedariyên heyî, beşeke mezin ji xizmetên xwe ji bo peydakirina lênihêrîna seretayî bi kar tîne, bi riya 45 xalên tendurstî li bajar, kamp, ​​nexweşxane û  klînîkên gerok li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê bi rêya beşên (hişmendiya tenduristî – klînîkên navxweyî, jin û zarok – ji daykbûna xwezayî – leşmaniya – laboratuwar û analîz – klînîkên derûnî yên seretayî yan piştgiriya derûnî – ambûlans û lezgîn)

 

 Navenda Minbicê jî dibe mînakeke zindî,ku  zêdî  3 salan lênerîna tenduristiyê ya seretayî ji gelê Minbicê û gundewarê wê re pêşkêş dike. Xanim Malik Qassem – seroka tîmê – hin berhemên vê navendê kurt kir û anî ziman:

  • Şopandina nexweşiyan wek belavbûna Koronayê (bi rêya odeya Teryac)
  • Şopandina rewşên civakî bi rêya serdanên sûdmendan bo navendê (xizaniya ku dibe sedema reşên nexweşya kêmxwarinê)
  • Şopandina nexweşiyên dûm dirêj.
  • Şopandina şert û mercên jîngehê yên ku dibin sedema nexweşiyên girseyî, wek îshal ku ji ber qirêjiya avê çêdibe

Li welatên pêşkeftî navendên bi vî rengî xizmetên refahî yên tenduristiyê didin, lê ji ber rewşên me yên awarte yên niha, ev navend lênihêrîna tenduristî berfirehtir pêşkêş dikin, û ev e ya ku me bi erkên zêdetir bar dike.

 

8ê Adarê cejna jinên Heyva Sor a Kurd e

Wek ku tevahiya cîhan bi roja 8 ê Adarê roja Jinê ya cÎhanî pîrozdike, cureyek ji rêzgrtin ji bo wê ,destkefteyên wê û keda wê di hemû beşan de ku herî dawî xwe di qada şerê Korona de tesbît kir û di çeperên şerê vayrosê yên pêş de cihê xwe digirt wek karmendên tendurstî, hemşîre, afrîner, çalakvanên civakê û nemûneyên herî balkêş û ektîv ku di hewldanên bersivdayina pandemîkê de aktîf bûn, û giringiya navendîbûna wan û barê astengdariyên wan, di eniya pêş a Koved-19 de derket holê.
Ofîsa Jin û piştgirina dirûnî ev roj pîrozkirin û hemû jinên di heyva Sor a Kurd de kardikin bêtirî 500 jin, bi rêya serdaneke taybet ji hemû noqteyan re diyariyên sembolîk pêşkêş kirin, û Ji bo ku yek ji van serdanan taybettir be, nexweşên penceşêra pêsîrê li Navenda Vekolînkirina Shêrpenceya Pêsîrê ya Destpêkê li bajarê Qamişlo ku şerê wê ji cûreyek cûda bû, hatin cem hev û cejna wan jî hat pîrozkirin.
Silav ji afirênerên jiyanê re
Heyva Sor aKurd