Heyva Sor a Kurd barê pêdiviyên zarokan ên li kampên Şehbayê radike

Ji ber buhabûna nirxê kelûpel û pêdiviyên jiyanê, bi taybetî pêdiviyên zarokan û barên zêde yên ku li ser koçberan çêdikin, tîmên Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehba ji bo zarokên pêçekê heta yek salî de ên xelkê ku li kampên Şehba dijîn (kampa Berxdan – Kampa Serdem – Kampa Efrînê – Kampa veger – Kampa Kiştaerê) daypırs”hafade” belavkırın, ku hejmara sûdmendên ji belavkirinê giha (300) zarokî.

Buroya Parastinê zêdetir li ser pirsgirêkên jinan rûniştinan pêk tîne

tîma me ya buroya parastinê rêzên rûniştinan û dersên xwe yên li ser pirsgirêkên jinan û mafên wan bi jinên kampê re didomîne û bi rêya wan mijarên( zewaca bi darê zorê û zewaca temen biçûkan û karkirina zarokan, desdirêjî) , Di van rûniştinan de nîqaşên hevpar tên meşandin û bi rêya van hevdîtinan hişyariya jinên li kampan di derbarê mafên wan û sînordarkirina tundî û îstismarkirina wan tê bilindkirin, Di dawiya her danişînê de broşurên ku bi kurtasî mijaran li jinên amade, tên belavkirin.

Klînîkên me yên gerok li Şehbayê digihîjin her kesî û xizmetên bijîşkî pêşkêş dikin..

Tîmên me yên di klînîkên bijîşkî yên gerok de li gel belavkirina dermanan, xizmetên xwe yên pizîşkî yên teşhîs (hundirîn, jineolojî) pêşkêş dikin û bi hemleyeke berdewam xwe digihînin hemû şêniyên herêma Şehba û gundên wê.

Alîkariyên ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve tên kirin, digihêje kesên sûdmend berdewam e

Penaber û kesên ku ji ber erdheja herêmên Şehba li Helebê, heta niha jî ji alîkariyên xelkê bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bi rêya kampaniya “Hewxa Metanîn” ku tîmên me zengil û betanî belav dikin, sûdmend dibin,û doşek ji bilî tiştên malê, kursiyên bi teker ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet û qûtiyên şîrê zarokan.

Ji bo Raya giştî û hemû alî û rêxistinên mirovî

Weke tê zanîn, ber destê sibeha 6 ê meha sibata 2023 yan de erdhejek di pileya 7.7 û 7.6 kû navenda wê li Türkya û Suriye bi taybet herêmên kû kûrd lê jiyandikin de rûda û bû sedema karesatek ya mirovî a pir giran. Jibo vê karesatê gelek sazi,yekiti,komele kesayet û derdorên xêrxwaz yên herêmî û nav cihanî ketin nav tevgereke lezgîn ji bo xwe bigihînin cih û warên kû ziyanên mezin yên mirovî lê peyda bûne Her çiqas hinek alîkarî gihiştibe hinek cihanjî, hê jî li gelek deran mirov dibin kavl û xirabeyan de li benda rizgarkirinê ne bi sedhezaran kes pirsgirêka avahî, av xwarin, elektrik û xwe germkirinê jiyan dikin. mixabin gelik alî û hêz li hember vê karesatê hesabên siyasi xistine pêşiya bûyerê bê kû bikevin ferqa berpirsyartiya xwe ya mirovi û axlaqî li gelik cihan dibin kelem û astenk li pêşiya gihaştına arikariya mirovî ya van herêman.

Me weke Heyva Sor a Kurd ji despêka bûyerê de da diyarkirin kû li her derekê kû ziyan lê hati dîtin em amade ne bi ekîb û imkanên xwe ve biçin bi hawara gel ve lê belê weke go ji bo xwe gihandina herêma Efrin Cindirês û herwekîdin astengî hatin derxistin niha jî ji bo gihandina alîkariya mirovî ji bo herêma Heleb Şêx Maqsut û Şehba astengiyên mezin ji aliyê hûkûmeta Suriye ve têne derxistin.Weke hemû cihan dizane avahiyên Helebê piştî şeriki giran û şûnde ji sedi 90”ê xwe ne rewşa kû mirov bikaribin têde jiyan bikin û ne bi ewlene. Jiber vê sedemêjî piştî erdhejê ev xeteri gihiştiye astek kû êdi tukes nikaribe divan avahi û xaniyande jiyanbikin .Ev ji bûye sedema kû bi deh hezaran mirov li derve bê avahi, xwarin û av û nava sermê de jiyanbikin.
Eger zû xwe gihandinek çê nebe wê karesatek ya mirovî ji ya erd hejê mestir werê jiyankirin.
Li ser vi esasî em wek Heyva Sor a Kûrd gazî hemû mirovahiya xêrxwaz, hêz û aliyên xwe bi demokrasi û mirovahi bi nav dikin, kû destwerdan û mûdaxeleyeke lezgin a herêmi û nav netewî ji vê rewşê re were kirin û hemû korîdorên mirovi werin ewlekirin jibo hemû arikariyên pêwist bigihêjin herêmên pêdivîyên wan heyî.

Heyva Sor a Kurd

11/02/2023

Li Şehbayê şahiyek taybet ji bo kesên astengdar

Em ji wan hez dikin… Em cudahiyên wan qebûl dikin… Em piştgiriyê didin wan..
Bi hemahengiya Desteya Çand û Hunerê û encûmena tenduristiyê ya kampê, şahiyek taybet ji bo Kesên xwedî pêdiviyên taybet li kampa Berxwdan li herêmên Şehbayê.
Li cihê ku komê dest bi pêşkêşkirina paragrafên stranbêjiyê kir, piştre stran ji hêla kesên astengdar ve bi awayê xwe hatin pêşkêş kirin.
Tê plankirin ku mîna vê şahiyê li kampên din ên li herêmên Şehbayê jî were lidarxistin.





Hêvî bi Rêya Kar

Di Roja Cîhanê de ya Pêşîlêgirtina Xwekuştinê ya ku dikeve 10 ‘ê Îlonê ji her sal ,nivîsgeha Parastin û Piştgiriya derûnî a Heyva Sor a Kurd kampaniyeke hişyariyê da destpêkirin bi navê ‘Hêvî bi Rêya Kar’.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), her 40 çirkeyan li cihekê li cîhanê xwekuştinek dibe, ku ev jî ji bo keçan sedema duyemîn a mirinê ye û ji bo mêran jî sedema sêyemîn a mirinê ye û her sal nêzî 800 hezar kesî jiyana xwe bidawî dikin, ku piraniya wan li welatên paşketî ne.
Armanc ji vê kampaniyê bilindkirina hişyariya bergirtina xwekuştinê di riya awayên fêrbûnê, çareserkirina pirsgirêkan û danîna têkiliyan bi lênêrînan re ,ku li navendên HSK di bin çavdêriya psîkologan de pêk tê û lênêrîna tenduristî, laşî û derûnî tê de heye.



ken,lîstik û hêvî

 

Nivîsgeha Parastin û Piştevaniya  derûnî di projeya xwe de li mala parastina zarokan a bajarê Hesekê  duçerxe ji her zarokekî re di malê de li gorî temenê wan pêşkêş kir , û bi girtina tedbîrên saxlemî û ewlehî bi rêveberiya malê re , da ku daxwazên zarokan bicîh bîne û di betlaneya havînê de bi wan duçerxeyan demek xweş derbasbikin. Zêdeyê wê nivîsgeh gelek çalakî û perwerde ji bo zarokan pêşkêş dike ,ji bilî bernameyên perwerdehîyê yên li ser çawaniya mijûlbûna bi zarokan ra ji bo xebatkarên ku li malê dixebitin.

   

Kenê wan ji bo me berdewamî ye

Nav: Fedîla Xidir El-Elî
Temen: 7 sal
Cih: Kampa Waşokanî
Rewşa wê a tendurstî : hewcedariya laşî
Sedema hewcedariyê: derketina girêkekê li ser derzika pişta wê û di dema emelîkirina wê de tevgera herdu lingên xwe wunda kir.
Nekarîbûna Fedîla di tevger û pêkvejiyana bi hevalên xwe re, êşa koçberiyê li gel wê û malbata wê zêde kir, û bi şopandina rewşê ji aliyê tîmên parastina civakê ve li kampa Waşokanî, bersiv bi pêşkêşkirina kursîkî ji zarokê re hat dayîn.
Bernameya parastina civakê hewl dide ku kesên xwedî hewcedariyên taybetî hêzdar bike û wan bi hevalên xwe re bike yek da ku bigihîjin başiyeke derûnî û civakî.
Fedîla yek ji hezaran zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi neçarî di bin şert û mercên nebaş ên ku lênihêrîna tenduristî û ewlehî yê ne baş de koçber bûne.