Lênihêrîna dayik û zaroka wê Pêşiyê xizmeta me ye

Gihîştina  xwarindaneke  pêwîst  û girîng ji  zarokan re yek ji pirsgirêkên herî mezin ên tenduristiyê ye   niha li Bakurê Sûriyeyê tê jiyan kirin li cihê ku zarokên kêmxwarin li gorî hevsalên xwe kêmtir xweparastin in û ji ber vê yekê jî ji nexweşiyan re vekirî tirin

Zêdirî 232 miliyon zarok li cîhanê bi kêmxwarnbuyînê re rû bi rû dimînin ku dibe sedema bingehîn ji mirina nîvê zarokên temenê wan kêmî 5 salan e.(li gorî rêxistina bijîşkên bê sînor)

Li gorî karê me yê berdewam di pêşkêşkirina  xizmeta tendurstî ya seretayî  û navîn de, pirogramê kêmxwarinbuyîna zarokan û miqatebûna jinên ducanî  û zarokên nû ji dayîk buyî  cihê herî bingehîn digrin.

Bi riya hejmarek ji xizmetan wek miqatebuna tendurstî ji dayik û zaroka wê di dema ducaniyê û piştî wê wek hişiyarbuyîna tendurstî derbarê jidayikbuna xwezayî , şîrê xwezayî , şopandina jinan , jidayikbuyîn  û pêşkêşkirina xwarin ,derman û hwd ji pêwîstiyan taybet di kampên penaberan .

Çîroka Melak û dayika wê yek ji sedan çîrokên serkeftinê ye ku di nava xalên  me yên tendurstî  de   çêbûne ku her tim armanca me tenduristiyeke baştir  ji  jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dayîn.

 

Lehengê rewşên awarte û lezgîn û çîrokên saxbûna bê dawî

 

lê vê carê ev rewş ne wekî hemû rewşan bû ku avê bi xayîntî li du keçen ciwan ên koçber li kampa Arîşa nêz bû ku yek ji wan jîyana xwe ji dist da û Meryem a 19 salî tevî rewşa tenduristiya wê ya ne baş ji milê tîma HSK hat derman kirin, hemû rewşen awarte û ambulansa li hemû kampa û xalên tenduristiyê yen bakur û rojhilatê sûriyeyê kar dikin perwerdeyan werdigirin da ku karibin di nava 24 saatan de bi hemû rewşên awarte re mijul bibin , tê zanîn ku di nava mehekê de hejmara rewşên awarte ji 20 hezaran derbas dike.
 

Şehîd Basim Muhemed ” Şehîdê Mirovatiyê “

Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya şehîdbûna hevalê xwe Basem Mihemed wergirt, ku di encama gulebaranekê de dema ku wî li navenda sereke ya Heyva Sor a Kurd li Kampa Holê erkê xwe ye mirovî pêk di anî. Tevî hemû hewldanên ku hevalên me dan ta Basim jiyana xwe ji dest nede, mixabin ew hewildan bi cih nehatin.
Bassem ciwanekî di bihara temenê xwe de bû, li Hesekê ji dayek buyê, bavê du zarokaye û li benda yê sêyem e. Wî di gelek rêxistinên mirovî de kar kiriye beriya tevlî me bibe, ku her pênc salên dawî di nav Heyva Sor a Kurd ma.
Ji dema damezrandina rêxistina me û pejirandina xebatên me yên mirovî û tenduristiyê ve, hevkarên me bi berdewamî li cihên herî metirsîdar bi binpêkirinên cûda rû bi rû dimînin, lê herdem em pabendî rêzikname û prensîbên çalakiyên mirovî bûn.
Û di van salan de me rêhevalên xwe yên herî baş ji dest dan, ku herî dawî jî şehîd Basem bu ku di dema xebatên xwe yên mirovahî pêk di anî jiyana xwe ji dest da.
Li hemberî van êşan em sersaxiyê dixwazin ji malbata Bassem, hevjîna wî, zarokên wî, û hemû hevalên xwe û ji xwe re jî dixwazin.
Û ji hemû hezkiriyên wî re saman û sebrê dixwazin.

Piştî woundakirina 2 zarokan ji ber nexweşiya şekir, laweke wê çêdibe

Kurdiya Silêman ku ji Serêkaniyê koçber bûye û li kampa Waşûkanî dimîne, ji ber nexweşiya şekir du zarokên xwe winda kiriye, lê di ducaniya xwe ya herî dawî de ew li noqteya tendurstî ya Heyva Sor a Kurd li kampê hat dermankirin û kurekî wê niha çêbuye .

Piştgiriya malbata “Solînaz ” piştî banga bavê wê

Heyva Sor a Kurd bersiva banga bavê zaroka bi navê “Solînaz” kir, ku piştî dilsojiya 10 salan ji bo anîna zarokekê çîroka xwe û rewşa xwe ya tenduristiyî û zehmetiyên wergirtina kar û peydekirina pêwîstîyên malbat û zaroka biçûk bi rêya grûpeke Facebook vegot , di riya peydekirina kirya mala wî ya salekê, peydekirina hin pêwîstiyên malbatê û xanî û pêwîstiyên zarokê ji şîr û cilên wê her wiha peydekirina karekî jê re.

” Bi alîkariya we hevî dibin insiyativ û çalakî “

Kampaniya ” Bi alîkariya we hevî dibin insiyativ û çalakî “bi armanca danheva fitreyên Remezanê da ku bibe alîkarî û derman ji bo malbatên xizan û nexweşên Korona, wê sib Sêşem 27-4-2021 li hemû navendên Heyva Sor A kurd li Bakur û Rojhilatê suriyê destpê dike.
Hun dikarin alîkariyê di riya van navendên li bajaran pêşkêş bikin:
Dêrik 0935049199
Hesekê 0998595512
Girkê Legê 0932896703
Raqa 0930065429
Tirbespî 0996691516
Minbij 0993517095
Qamişlo 0932155217
Tapqa 0988528262
Amûdê 0992217252
Kobanê 0987186194
Dirbêsiyê 0994328443
Şehba 0994415651
Til Temir 0993834058
Heleb 0994415651

Serpêhatiya apê Abdulezîz bi Korona re

 

Vayrosa corona ji destpêka derketina xwe ve pîvanê cîhanê zivirand, û di nav mirovan de metirsîneke mezın afirand. Lê belê, di nava van hemûyan de çîrokên hêvîdar ên mirovên  ku ji nexweşiyê başbûne hene.

“Apê Ebdulezîz”

Apê Ebdulezîz (66) salî serpêhatiya xwe ya bi nexweşiyê re, çawa jê xelas bûye û serpêhatiyên çewt ên ku gelek kes tê re derbas dibin vedibêje ku divê em wan dubare nekibin.

 

Apê Mûsa çû ser dilovniya xwe

Bi dilekî kuldar û xemgîn, nûçeya barkirina welatperwer û yek jı karmednên herî Kevin ye

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

, apê MÛSA hat weşandin.

Koçkirina wî ne tenê ziyanek ji malbata wî re bû, belê ziyaneke mezine ya ji belengaz, nexweş, û birîndarare bû, ji hemû pêkhateyên ku li Kurdistanê dijîn.
Rojava tucarî wê wî jibîrneke!
Yezdan wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî buhişta rengîn be.
Serê gelê kurd,hemû heval, dost û malbata wî sax be.
a

” Ranya” qurbaniya penaberiyê neçar e

 

Êş û azarên malbatek Efrînî ya koçber li kampên Şehba (kampa Berxwedan) kom bûne, ku êşa koçberiyê û êşa keça wan a 15-salî “Ranya”.
Ranya, ku di serî de ji hebûna şilaba serbest a belaş êş kişand, bû sedema zêdebûna zexta di hundurê qoqê de. Nîşaneyên wê yên wekî bêhnvedanê, serêşê, vereşînê, dîtina tarî, dîtina duqat, û pirsgirêkên hevsengiyê yên wekî nebûna hevrêziyê hebû.
Ji ber tunebûna personelên bijîşkî yên pispor li herêmê, keçikê heya îro êş kişand.
Tîmên me yên tenduristî gelek serdan li wan kirin, û piştevaniya tenduristî û derûnî ji wan re hat pêşkêş kirin.

belavkirina çenteyan li ser şagirtên Şehbayê

Tevî dijwarî û astengiyên ku li pêşiya me ne, em bi berdewamî kar dikin ji bo ku alîkariya tenduristî û alîkariyê jiyanê ji bo gelên li herêmên Şehba peyda bikin.
Rêxistina me, bi hevahengî bi rêveberiya Perwerdehiyê ya Civaka Demokratîk re, komek çenteyên dibistanê ji bo xwendekarên pola yekem li dibistanên Şehba belav kir, ku jimara wan gihiştiye / 2550/ xwendekar