penaberiya ji Lubnanê ber bi herêma Şehbayê ve, zordariyeke nû li zordariyên penaberiyê û koçberiyê yên kevin zêde dike

Rewşa penaberiya ji Lubnanê ber bi herêma Şehbayê ve, zordariyeke nû li zordariyên penaberiyê û koçberiyê yên kevin zêde dike. Gelek kes ji wan bûne şahidên heman senaryoyê ku berê di encama dagirkeriya Tirkiyê de neçar man ji bajarê Efrînê dekevin , ku paşê xwe di kampên li bajarên wekî Heleb an Lubnanê de bibînin û jiyaneke ewle ji malbatên xwe re dûrî şer û aloziyan bigerin. Di rewşa heyî de herêmên Şahbayê careke din deriyên xwe vedikin da ku kesên ji ber şerê heyî yên li Lubnanê direvin pêşwazî bikin û li wir rastî rastiyeke bi êş tên ku hin ji wan di kampan de bi malbatên koçberbûyî yên berê re dijîn, hin din jî ji ber tunebûna ti stargeh an jî piştevaniyê zehmetiyan dikişînin. Di vê çarçoveyê de insîyatîfên Heyva Sor a Kurd di xebatên mirovahî de berdewam dike û madeyên bingehîn ên wekî isfinc , betanî û selikên metbexê li malbatên koçber ên kampa Serdam hatin belavkirin û ev yek jî bû sedema sivikkirina êşa wan û nîşana rihê hevgirtina civakî.

Nexweşxaneyên herêmî pesnê xebata tîmên bijîşkî didin

Rêxistina Heyva Sor a Kurd li deverên ku lê amade ye ji bo leza bersivdayînê û xizmetên bijîşkî û mirovî ku ji bo sûdmendan pêşkêş dike, pesin û teqdîreke berfireh ji hemû beşên civakê werdigire. Tîmên tenduristî û mirovî yên girêdayî Heyva Sor a Kurd karîbûn bi awayekî baş xwe bighînin hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku xizmetên awarte û pêwîst ji şêniyan re pêşkêş bikin.
HSK û tîmên wê yên bijîşkî spasî û rêzdarî ji nexweşxaneyên xwecihî li hemû herêman werdigirin, di encama dilsozî û dilpakiya wan di pêkanîna erkên ku ji wan re hatine destnîşankirin de . Ev jî asta pabendbûn û berpirsyariya civakî ,ya ku Heyva Sor a Kurd di xizmeta civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê radike , nîşan dide.

Xizmetên Navenda Lênihêrîna Tenduristiya Seretayî ya Cirniyê

Navenda Heyva Sor a Kurd ku xizmeta şêniyên navçeya El-Cerniye û 69 gundên derdora wê dike, yek ji aliyên ku xizmetên tenduristiyê yên seretayî yên baş pêşkêş dike, hejmara şêniyên ku ji van xizmetguzariyan sûd werdigirin. Nêzîkî 43 hezar kesî ne, û rojane nêzîkî 200 nexweş li beşên cuda tên pêşwazîkirin. Di nav bera kilînkên hundirîn, jin û zarok , beşê lezgîn û jidaykbûna xwezayî .Herwiha pêşkêşkirina perwerdehiya tenduristî li hundir û derveyî navendê û despêkirina rûniştinên piştgiriya derûnî, laboratûwarek ji bo pêkanîna analîzan û dermanxaneyek jî heye. Ji bo veguheztina bilez û bilez ji bo rewşên acîl, ambûlansek 24 saetan ji bo ku nexweşan veguhezîne nexweşxaneyên li Tebqayê, ku 68 km dûrî navendê ye, an jî Reqa, ku 100 km dûr e.
Hebûna navenda Heyva Sor a Kurd li vê herêmê weke faktoreke diyarker ji bo baştirkirina kalîteya lênerîna tenduristiyê ji xelkê re tê dîtin û ev yek jî dibe alîkar ku şêniyên herêmê li ser girîngiya pêşîlêgirtin û lênihêrîna bingehîn a tenduristiyê bidin zanîn.

Alî yê zarok piştgirya berdewam distîne heya ji şewatê saxlem bibe

  Alî yê zarok piştgirya berdewam distîne heya ji şewatê saxlem bibe  

Rêxistina Heyva Sor a Kurd çar hevalên xwe oxir dike

Em Rêxistina Heyva Sor a Kurd bi xemgîniyeke mezin çar rêhevalên xwe :
Luay Mihemed Bekir, Hesen Ebdulrehman Heydo, Mihemed Ebdullah El-Osman, Elî Osman El-Casîm radighînin , ku di roja pêncşemê 14-03-2024an de li ser rêya Dêrezorê di encama qezayeke trafîkê ya bi êş de jiyana xwe ji dest dan ku ji bo karên xwe yên mirovî li wir bi cih bînin. Di serî de sersaxiyê û hevxemiya xwe ji malbatên wan re dixwazin û em jî weke Heyva Sor a Kurd êşa wan dikişînin, di vê dema dijwar de ji bo derbaskirina vê bûyera giran sebreke mezin ji wan re dixwazin.
Her çar rêhevalên me Luay Bekir, Hesen Heydo, Mihemed Osman û Elî Casim wê di bîranîn û dilê me de bimînin û em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku wan di bexçeyên xwe yên fireh de bihewîne û di van rojên dijwar de sebirê bide malbatên wan. Em jî ji wan re sersaxiyê dixwazin.
Çar rêhevalên me :
Luay Mihemed Bekir
Navê Dayikê: Ezîz Mihemed
Dîroka jidayikbûnê: Tal Temr 1994
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2018
—————————————-
Hesen Ebdulrehman Heydo
Navê Dayikê: Zerka Elî
Dîroka Jidayikbûnê: Dirbêsiyê – 1983
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2020
————————————————
Mihemed Ebdullah El-Osman
Navê Dayikê: Afaf El-Osman
Dîroka Jidayikbûnê: Tel Şeyeb 2000
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024
———————————————— —
Elî Osman El-Casim
Navê Dayikê: Enûd
Dîroka jidayikbûnê: Dêrezor – Hemar El-Elî 1987
Dîroka tevlîbûna Heyva Sor a Kurd: 2024
 

Wîsam çareke din zaroktiya xwe di nav hevalên xwe de dijî

 

Êşa  Wîsam û malbata wî dest pê kir dema kurê biçûk lingê xwe yê rastê winda kir ji ber lîstina bi bermahiyên şer li gundê wî yê girêdayî bajarokê Holê di sala 2015an ku êdî nikaribû jiyana xwe bi awayekî asayî berdewam bike, heta ku bi bavê xwe re serdana Navenda Protêz, Dermankirina Fîzîkî û Piştgiriya Derûnî ya Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo kir da ku careke din jiyana wî ronî bû û karibû bi derdora xwe re têkiliyan çêtir bike, navend bi malbatê re di têkiliyê de ye da ku bi protezê re rehet bibe û sererastkirinan pêk bîne her carê bi mezinbûna wî re.

Panorama xebata Heyva Sor a Kurd di sala 2023an de

Dı sala borî de ku herêm dı nav şert û mercên dijwar de derbas bû, Heyva Sor a Kurd bi hemû hêz û îmkanên xwe ve bi dilsozî xizmetên xwe bêşkêşî civakê dıkır.
Heyva Sor a Kurd di sala 2023’an de gelek xizmetên mirovî û tenduristiyê pêşkêşî (1,215,216)
jı mirovên herêmê kir.
Di nav van xizmetguzariyan de peydakirina lênihêrîna tenduristî, alîkariya yekem, xızmetên protez, perwerdehiya tenduristiyê, parastin, piştevaniya derûnî û baştirkirina av û paqijiyê hebûn.
Hıjmara wan kesên ku ji wan xizmetên bê sînor sûd wergırtın bı vî rengîne:
(816644 )sûdmend ji xizmetên tendurstî
(3522) sûdmend ji xizmetên navenda pirotêza bi hemû beşên xwe
(816644) sûdmend ji xizmetên perwerdekirina tendurstî
(5130) sûdmend ji xizmetên pirograma parastin
(9372) sûdmend ji xizmetên pirograma piştgirya Derûnî
(10000) sûdmend ji xizmetên pirograma av û psaqijî /WASH/

Heyva Sor a Kurd damezirandina xwe ya 11emîn pîroz dike

Heyva Sor a Kurd damezirandina xwe ya 11emîn pîroz dike. Bi vê boneyê ew sipasîya hemû karmendên xwe dike, ku beşdarî pêşkêşkirina hemû xizmetên bijîşkî û mirovî bûne. ji her kesekî li hundir û derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji her dilxwazekî ku baweriya wan bi karê me hatî û di kirîz û karesatande destê alîkariyê dirêjî me kirîre sipasîyên xwe dişêne. ji ber ku hemû xizmetên hatine pêşkêşkirin bêyî hezkirin û hevkariya wan hemûyan ne gengaze temam bûba.

Bi hêviya ku şahî vegere dilê Fereh a biçûk

hedefgirtina herêmên sivîl pirê caran dibe encama gelek windahî û birîndariyên giran di nava sivîlan de û piştî topbarana bêserûber ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî binsazî û herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4 -10 – 2023’an de ku çend rojan dewam kir, gelek qurbanî û birîndar bûn, yek ji wan jî Fereh a çardeh salî bû ku ji gundê xwe El-Xeybiş ê girêdayî Til Temîrê tevî dê û bavên xwe koçber bûn dema bajarê Serêkaniyê hate dagirkirin, û ew herêm dihat topebaran kirin.
Careke din toparan pey wê ket dema wê li gundê El-Bişêrya ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê alîkarya dayika xwe di komkirina pembo de dikir rokêtek di 5-10-2023an de li wan ket û di encamê de herdû lingên xwe winda kir .
Ferah ji milê tîma rewşên awarte û lezgîn ve ya Heyva Sor a Kurd li Dirbêsiyê hat rakirin ji nexweşxaneyekê re li bajarê Hesekê û tîmeke bijîşkî girêdayî Heyva Sor a Kurd ku ji bijîşkê hestî , fizyoterapist û ekîbeke piştgrya derûnî pêk tê hate erkdarkirin ku rewşa tedawî kirina wê bişopînin û piştevaniya wê bikin heta avakirina protezên jêrîn ji bo wê û bi hêviya ku şahî vegere dilê Fereh