Baranê zarok ji bajarê Kobanî piştî ku navenda protez tıştên wî yên ku ji ber teqîna bermahıyeke DAIŞê li pey xwe hiştibû, vegerandin ji nûve bi ken vedigere qada lîstikê.

Baranê zarok bı kenê xwe vedigere qada lîstikê
Bermahiyên şer gelek caran mexdûrên sivîl lı dû xwe ve dihêlin, bi piranî zarok, ku haya wan ji wan xetereyên tune ye.
Yek ji qurbaniyên van mayînan Baran Mazen Qarî yê 10 salî ye.
Di 18’ê Sibata 2023’an de tevî malbata xwe ji bajarê Kobanî ber bi gundê xwe “Yaraman” ve koçber bû, ji bo ku xwe ji encamên erdheja ku li herêmê qewimî bû dûr bıkevın.
Lê Baran nizanibû ku qedereke din li benda wî ye, dema ku bi hevalên xwe re dilîst, bombeya goşeyî ya ku DAIŞ’ê li pey xwe hiştibû li derdora gund dîtin. Dema dıteqe lıng û destê xwe yê çepê wendadıke ji bilî birînên ku wî gihandin ber mirinê.
Bi başbûna Baran, û pêdaçûna navenda protez a Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo, û bi dirêjahiya çend rojan,şopandına fîzîkî û alîkarıya derûnî ji wî re hat pêşkêşkirin.
da ku Baran bikaribe tiştên ku di encama teqîna wê bombê de ji dest daye vegerîne û dîsa bi hevalên xwe re vegerıya qada lîstikê û bi kenek ku hema hema winda kiribû, zarokatiya xwe dıkare jı nıha û bê ve wê berdewamdıke.

Navenda Protez

Erdheja ku Sibatê li herêmê rû da bû sedema gelek xisarên mirovî û madî û birîndarbûna mayinde ya mirovan, Ya herî zêde jî ew bû qûtbûna lebatan ku birîdar bi saetên dirêj di bin kavilan de diman û yek ji wan kesan jî birêz Ebdulrezaq Hesen bû ku ji me re çîroka rizgarkirina jiyana wî û dermankirina xwe di nav Navenda Heyva Sor a Kurd a Protez, Dermankirina Fizîkî û Piştgiriya Psîkolojîk de vedibêje.

 

https://www.youtube.com/watch?v=4-xq70Rmv-U

kampanyeke paqijiyê li Bakur û Rojhilatê Suriyê

Bi boneya roja kedkaran a cîhanî û di bin durişmeya ”Bi rihê kedkarên Gulanê em ê bajarên xwe paqij bihêlin” Komîteya Jin a Heyva Sor a Kurd îro Sêşemê kampaniya paqijkirinê li kolanên bajarên (Qamişlo – Hesekê – Dêirk – Minbic – Reqa) bi hevkariya Desteya Şaredariyan pêkanî ,armanca vê kampaniyê ku keda karkerên paqijiyê bidin xwuyakirin û teşwîqkirina gel li ser parastina paqijiya bajarên xwe.
 

Çîrokên serkeftinê li navenda pirotêza

Piştî 5 salan ji êş kişandinê “Qasim” yek ji sûdmendên xizmetên Navenda Protez, Dermankirina Fîzîkî û Piştgiriya Derûnî ji bo desteka berfireh û nûavakirina kesên astengdar û birîndarên mayînde û malbatên wan, destpêka qonaxeke nû di jiyana xwe de ji me re tekez dike û karîna destekdayîna malbata xwe ji nû ve di vê rewşa heyî ku gel li bajarê Reqayê dijî.
Navenda Heyva Sor a Kurd ku li bajarê Qamişlo ye, hewl dide kesên ku ji ber şer birîndar bûne û wekî din ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergire û bê pere alîkariya wan di hemû beşan de bike.
https://www.youtube.com/watch?v=MkFu3_szEf0

Çîrokeke nû ya serkeftinê li Navenda Protêzîkê

Xweşbûna dîtna dilxweşiya zarokêkî ku karibe tevgera xwe vegerîne, bi danîna lingekî protezîk, da ku ew zarok karibe çalakiyên xwe yên rojane bi rehetî pêk bîne, ji bilî wê jî piştgiriya wî bike û xwebaweriya wî zêde bike ,û bi hevalên xwe re beşdarî perwerdeyê bibe,ku kêm hêzbûna wî bibe hêzeke herî xurt.
Navenda Protêza ya Heyva Sor a Kurd li ser peydakirina lingan ji bo kesên ku parçeyin ji laşên wan winda bûne yan jî ji zikmakî ve rewşên wan hene, weke ku rewşa Rawend ê 4 salî hatîya wergirtin di 7 /4/2022 de ku ji dayikbûnê ve hestiyê ling û hevparê çokê li gel wî tune bû , lê niha jiyana xwe bi hesanî û normal derbas dike…




Kenê wan ji bo me berdewamî ye

Nav: Fedîla Xidir El-Elî
Temen: 7 sal
Cih: Kampa Waşokanî
Rewşa wê a tendurstî : hewcedariya laşî
Sedema hewcedariyê: derketina girêkekê li ser derzika pişta wê û di dema emelîkirina wê de tevgera herdu lingên xwe wunda kir.
Nekarîbûna Fedîla di tevger û pêkvejiyana bi hevalên xwe re, êşa koçberiyê li gel wê û malbata wê zêde kir, û bi şopandina rewşê ji aliyê tîmên parastina civakê ve li kampa Waşokanî, bersiv bi pêşkêşkirina kursîkî ji zarokê re hat dayîn.
Bernameya parastina civakê hewl dide ku kesên xwedî hewcedariyên taybetî hêzdar bike û wan bi hevalên xwe re bike yek da ku bigihîjin başiyeke derûnî û civakî.
Fedîla yek ji hezaran zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi neçarî di bin şert û mercên nebaş ên ku lênihêrîna tenduristî û ewlehî yê ne baş de koçber bûne.
   

Lênihêrîna dayik û zaroka wê Pêşiyê xizmeta me ye

Gihîştina  xwarindaneke  pêwîst  û girîng ji  zarokan re yek ji pirsgirêkên herî mezin ên tenduristiyê ye   niha li Bakurê Sûriyeyê tê jiyan kirin li cihê ku zarokên kêmxwarin li gorî hevsalên xwe kêmtir xweparastin in û ji ber vê yekê jî ji nexweşiyan re vekirî tirin

Zêdirî 232 miliyon zarok li cîhanê bi kêmxwarnbuyînê re rû bi rû dimînin ku dibe sedema bingehîn ji mirina nîvê zarokên temenê wan kêmî 5 salan e.(li gorî rêxistina bijîşkên bê sînor)

Li gorî karê me yê berdewam di pêşkêşkirina  xizmeta tendurstî ya seretayî  û navîn de, pirogramê kêmxwarinbuyîna zarokan û miqatebûna jinên ducanî  û zarokên nû ji dayîk buyî  cihê herî bingehîn digrin.

Bi riya hejmarek ji xizmetan wek miqatebuna tendurstî ji dayik û zaroka wê di dema ducaniyê û piştî wê wek hişiyarbuyîna tendurstî derbarê jidayikbuna xwezayî , şîrê xwezayî , şopandina jinan , jidayikbuyîn  û pêşkêşkirina xwarin ,derman û hwd ji pêwîstiyan taybet di kampên penaberan .

Çîroka Melak û dayika wê yek ji sedan çîrokên serkeftinê ye ku di nava xalên  me yên tendurstî  de   çêbûne ku her tim armanca me tenduristiyeke baştir  ji  jin û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dayîn.

 

Lehengê rewşên awarte û lezgîn û çîrokên saxbûna bê dawî

 

lê vê carê ev rewş ne wekî hemû rewşan bû ku avê bi xayîntî li du keçen ciwan ên koçber li kampa Arîşa nêz bû ku yek ji wan jîyana xwe ji dist da û Meryem a 19 salî tevî rewşa tenduristiya wê ya ne baş ji milê tîma HSK hat derman kirin, hemû rewşen awarte û ambulansa li hemû kampa û xalên tenduristiyê yen bakur û rojhilatê sûriyeyê kar dikin perwerdeyan werdigirin da ku karibin di nava 24 saatan de bi hemû rewşên awarte re mijul bibin , tê zanîn ku di nava mehekê de hejmara rewşên awarte ji 20 hezaran derbas dike.
 

Şehîd Basim Muhemed ” Şehîdê Mirovatiyê “

Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya şehîdbûna hevalê xwe Basem Mihemed wergirt, ku di encama gulebaranekê de dema ku wî li navenda sereke ya Heyva Sor a Kurd li Kampa Holê erkê xwe ye mirovî pêk di anî. Tevî hemû hewldanên ku hevalên me dan ta Basim jiyana xwe ji dest nede, mixabin ew hewildan bi cih nehatin.
Bassem ciwanekî di bihara temenê xwe de bû, li Hesekê ji dayek buyê, bavê du zarokaye û li benda yê sêyem e. Wî di gelek rêxistinên mirovî de kar kiriye beriya tevlî me bibe, ku her pênc salên dawî di nav Heyva Sor a Kurd ma.
Ji dema damezrandina rêxistina me û pejirandina xebatên me yên mirovî û tenduristiyê ve, hevkarên me bi berdewamî li cihên herî metirsîdar bi binpêkirinên cûda rû bi rû dimînin, lê herdem em pabendî rêzikname û prensîbên çalakiyên mirovî bûn.
Û di van salan de me rêhevalên xwe yên herî baş ji dest dan, ku herî dawî jî şehîd Basem bu ku di dema xebatên xwe yên mirovahî pêk di anî jiyana xwe ji dest da.
Li hemberî van êşan em sersaxiyê dixwazin ji malbata Bassem, hevjîna wî, zarokên wî, û hemû hevalên xwe û ji xwe re jî dixwazin.
Û ji hemû hezkiriyên wî re saman û sebrê dixwazin.