Bi alîkariya rêxistina Hana ya xêrxwaz û bi boneya cejna Qurbanê, goştê pez (44 serî) li bajarê Amûdê û gundewarên wê li ser malbatên xizan hatin belavkirin.

insiyatîfên nûjen ji bo piştgiriya nexwşan û tevlîkirina wan di nava civakê de

Wekî gaveke nû, li ser çalakî û xizmetên nexweşxaneya onkolojî, şewat û telasîmiyayê tê zêdekirin, niha di riya komek însîyatîfên nûjen ên ku bi taybet ji bo piştgiriya nexweşên zarok û ciwan hatine çêkirin, xebat tên meşandin. Ev înîsîyatîf armanc dikin ku wan di riya hêzkirin û fêrbûna pîşeyên nû, tevî civakê bikin, di nav de fêrbuyîna perwerdeyên hemşîrî, perwerdeyên zimanê Ingilîzî, çalakiyên piştgiriya psîkolojîk û her wekî din di dema mayîna wan a li nexweşxaneyê ji bo dermankirinê.

8 Gulanê – Roja Cîhanî ya Telasîmiyayê

Telasîmiya nexweşiyeke xwînê ya genetîk e ku ne tenê pêşberiyeke tendurustî ye, ew jî çîrokek têkoşîna rojane ya kesên ku pêwîstiya wan bi veguhestina xwînê ya birêkûpêk û lênihêrîna berdewam heye .
Bi wesîleya vê rojê girîngiya zûnaskirinê, keşfa genetîk a beriya zewacê û girîngiya tevkirina nexweşan di nava civakê de radixe ber çavan.
Em dikarin bi hev re bi rêya sindoqên alîkariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine belavkirin desteka madî bidin wan û xwînê bidin nexweşxaneya Onkolojî,şewat û Telasîmiyayê ya bajarê Qamişlo.
Her gotinek , her destekek , her bexşînek guhertinekê çêdike.
https://www.youtube.com/watch?v=IWjkYRFnsqE

Li bajarê Qamişlo 2 sîstemên enerjiya rojê li du dibistanan hatin bicihkirin

Di berdewabuyîna kampaniya alîkariyê “ #Solardarity” de ji bo piştgirî û pêşxistina enerjiya tavê wekî enerjiya alternatîf li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi piştgiriya medico international/ enerjiya rojê ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê qonaxa 2em tê pêkanîn, Rêxistina Heyva Sor a Kurd du sîstemên enerjiya rojê li du dibistanên navîn û amadehî li bajarê Qamişlo bi cih kirin.
Krîza binesaziya nebaş a elektrîkê ku dewam dike, bandor li gelek sektoran kir, ku sektora perwerdeyê jî di nav de ye û bi danîna enerjiya rojê re xwendekar dikarin perwerdeyek hîn aramtir û teşwîqker bê bi dest bixin.

Duyemîn karwanê mirovî ber bi perava Sûrîyê ve diçe

Duyemîn karwanê mirovî di nava hemleya însiyatîfa gelêrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo alîkariya gelê me li berava Sûriyeyê destpêkir. karwanê ku ji 14 hezar selikan pêk , di nav de 12 hezar selikên xwarinê û du hezar selikên paqijiyê ne , ji aliyê gelê bakur rojhilatê Sûriyê, Însyatîfa Jinan, Komeleya Mezopotamiya û Heyva Sor a Kurd ve hatine pêşkêşkirin.

diyarî û pêlîstok ji bo zarokên Telasîmiyayê

Bi înîsîyatîfeke hemû mirovahî û dayîn , Navenda Hîro ya Diyalog û nûavakirinê bi hevkariya rêxistina CARAVAN a Nemsawî komek pêlîstok û çenteyên dibistanê ji odeya piştgiriya psîkolojîk re li nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telasîmiyayê pêşkêş kirin.
Ku hawîrdoreke piştgir û rehet Ji bo zarokên bi nexweşîyên domdar ên wek Telasîmiya, hêvî û xweşbîniyê dide wan.

kilînkên gerok li Reqa û Tepqa

 

Serdana kilînkên bijîşkî yên gerok yên Heyva Sor a Kurd bi awayekî dewrî ji wargehên penaberan re li Reqa û Tepqayê ,dibe wesîleyeke aktîv di pêşkêşkirina lênerîna tendurstî ya pêwîst . ji ber ku gihaştina xizmetên bijîşkî ji bo her kesî hêsan dike , çi ji dermankirin,derman,pîştgiriya derûnî ,perwerdehiya tendurstî û şopandina nexweşiyên domdar û her wekî din ku rewşa tendurstiya wan û pakbûn jiyana wan bilind dike.

Însiyatîfeke însanî ji bo alîkariya gelê me yê li perava Sûriyeyê

 

Ji ber bûyerên bi êş li berava Sûriyê û xirabûna rewşa mirovî li wir ji ber kêmbûna bersivdayina alîkariya mirovî , me Heyva Sor a Kurd bi insiyatîfa civaka sivîl li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û bi hevrêzkirina bi dezgehên pêwendîdar re, dest bi amadekariya karwaneke alîkariyên mirovî kir ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi berava Suriyê ve di zûtirîn dem de bighêje.
Em spasiya hemû saziyên sivîl , depo û kompaniyan dikin li ser alîkarî û insiyatîfê û bi hêviya aşîtiyê ji gelê me yên li beravê û hemû Suriyê re dixwazin.