Rapora Heyva Sor a Kurd li ser êrîşên dewleta Turkiyê û ziyanên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê – Cotmeha 2024

rapora êrîşan çotmeha 2024

Rapora encamên projeya hevgirtina civakî

 

Beriya çend mehan Rêxistina Heyva Sor a Kurd dest bi rêbazeke piştgirî û hevgirtina civakî kir  ku tê de qutiyên alîkariyê li saziyên sivîl, dikan, xwaringeh û cihên din ên ku rasterast têkiliya wan bi civakê re hene danî , bi armanca piştgiriya nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiyayê da ku bikaribin nexweşên penceşêr û telasîmiyayê ji hemû herêman werbigrin û wan derman bikin.

 Projeya hevgirtina civakî bi alîkariya aliyên mêvandar hatiye pêkanîn , lewra komîteya projeyê heta niha nêzî 70 sindoqên alîkariyê li hemû bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kiriye , ji ber wê jî yekem pêvajoya vekirina qutiyan ji  1/9/2024 heta 4/9/2024 bi rêya mekanîzmeyeke vekirinê yekbuyî li hemû herêman hat pêkanîn û miqdarên pereyên ku hatine danhev 67,026,000 lêreya Surî û  12,940 $  dolarê Emrîkî û 49 Ewro bû.

Ev xebata civakî ya mirovahî dê  alîkariya nexweşxaneyê bike ku nexweşan werbigire û dermanên kîmyawî û yên wekî din ji wan re peyda bike, ku ev alîkarî  60 %  ji hewcedariyên nexweşxaneyê derdora mehekê ji derman û pêdiviyên bijîşkî yên din peyda dike.

Tişta ku proje wek pêngavek destpêkê bi dest xist, destkeftiyek girîng e hêjayî pesindayînê ye, ji ber ku nîşan daye ku tevî hemû zehmetî û şert û mercan, bi hevkarî û hevgirtinê em dikarin bigihîjin armancan. Berdewamkirina hewldanan û lêgerîna ji bo başkirina pêdiviyên mayî, girîngîya civakê di dagirtina valahiyên tenduristî de radixe ber çavan û şopeke serkeftî ya mirovahî dihêle.

“Em ji bo nexweşên Penceşêr û Telasîmiyayê bibin alîkar” projeyeke civakî mirovahî ye

Alîkarî, yek ji karên mirovî yê herî pîroz e ku di piştgiriya saziyên tenduristiyê de dibe alîkar , bi taybet di warê lênerîna nexweşên kanserê de. Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Telasîmiya ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo jî ,ji bo nexweşên ji hemû herêman stargeha hêvî û navnîşana dermankirinê ye. Lê ji bo peydakirina lênihêrîna pêwîst ,pêwîstî bi çavkaniyên madî yên mezin heye. Lewra alîkariya nexweşxaneyê, dermanên bi bandor peyda dike ,gihaştina hejmara herî mezin a ji nexweşan berfirh dike û hişmendî û girîngiya şopandin û dermankirina ji nexweşiya penceşêrê pêşdixe , ku bi awayekî erênî li ser civakê bi tevahî nîşan dide.

Zûnaskirina penceşêra pêsîrê yek ji girîngtirîn karûbarên meha Pembe ye

 

Di sala 2024’an de , di beşa zû naskirin penceşêra pêsîrê de li Nexweşxaneya Onkolojî, şewat û Talasîmiyayê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo 1283 muayene, ji wan 680 muayeneyên Îkografî û 846 muayeneyên mamografî ji bo jinan hatine çêkirin, di nav de 24 rewşên erênî yên nexweşiya penceşêra pêsîrê hebûn ku 10 ji wan jinan jî li heman nexweşxaneyê di beşa onkolojiyê de dermankirina xwe didomînin.
Bi salan e em bi heval û hevkarên xwe re mil bi mil , ji bo baştirkirina tenduristiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin.

Xizmetên Navenda Tenduristiyê ya Li bajarokê Ebû Qelqel

Noqteyên bijîşkî roleke girîng di xurtkirina pakbûna lênihêrîna tenduristiyê û pêşxistina kalîteya jiyanê de dilîzin , di nav de Navenda Lênihêrîna Tenduristiyê ya #Heyva_Sor_a_Kurd li bajarokê Ebû Qelqel ku tekane navenda herêmê ye , alîkariya lezgîn, dermankirina bingehîn, lênerîna dewrî pêşkêşî malbatan dike , ji bilî gelek xizmetên tenduristî yên din wek hişyariya tenduristiyê ji bo rêgirtin û kêmkirina belavbûna nexweşiyan û piştgiriya derûnî.

Navenda Tenduristî li bajarokê Şedadê

 

Saziyên bijîjkî di peydakirina lênihêrîna tenduristî ji civakan re rolek girîng dilîzin.
Bi taybetî li herêmên ku xizmetên bingehîn li wan peyda nabin.
Di vî warî de, Rêxistina Heyva Sor a Kurd erkekî xurt nîşan dide ji bo pêşkêşkirina xizmetên pizîşkî û tenduristiyê ji nişteciyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi giranî li cihên dûr, di vî alî de navenda lênerîna tendurstî ya sereke li bajarokê Şedadî mînakek e, ji ber ku ew gelek xizmetan pêşkêşî dike, di nav de kilîmkên hundirîn , Jin û zarok, bi qasî 50 sudmendî her roj serdana navendê dikin.
Heman demê de navend ji bo rûbirûbûna kêşeyên tenduristiyê yên demsalî yên wekî nexweşiyên roviyan û sîngê û zikçûnê, ku di havînê de zêde dibin mijûl dibe.
Wekî din, navend xizmetên liberatorê û ambulansê, dermanên pêwîst ji nexweşan re ji dermanxaniya xwe peyda dike, ku ev xebatên domdar ji bo peydakirin xizmetên tenduristî û gihiştina wan bi qasî ku pêkan be ji gelek sûdmendan re.
Navenda Tenduristiyê ya Seretayî ya li gundê Şedadê

Heyva Sor a Kurd kampanyeke berfireh ya pêşxistina civakê pêk tîne

Bi armanca piştgirtina bersivdayîna lezgîn û lênerîna bijîşkî û peydakirina pêdiviyên kesên ku ji karesatên xwezayî û krîzan bandor dibin , bi piştgiriya rêxistina ” Medico international ” û hevkariya çend desteyên herêmî ,Heyva Sor a Kurd dest bi kampanyeke berfireh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakur û Rojavayê Sûriyê kirye.
Kampanya ku perwerdeyên Berevanya sivîl û Isafa yekem pêşkêş dike , bi armanca kêmkirina ziyanên mirovî û madî, derfetê dide zêdeyî 10 hezar kes ku çawa ji bo rûbirûbûna karîset û krîzên xwezayî plan bikin û amade bikin û bandorên wan sivik bikin , herwiha di xebatên lêgerîn, valakirin û rizgarkirinê de çawa bibin alîkar, û alîkariya bijîşkî a pêwîst di kêliyên zordar de peyda bikin.
 
https://youtu.be/7FrP_h8oF2s

Nexweşxaneyên herêmî pesnê xebata tîmên bijîşkî didin

Rêxistina Heyva Sor a Kurd li deverên ku lê amade ye ji bo leza bersivdayînê û xizmetên bijîşkî û mirovî ku ji bo sûdmendan pêşkêş dike, pesin û teqdîreke berfireh ji hemû beşên civakê werdigire. Tîmên tenduristî û mirovî yên girêdayî Heyva Sor a Kurd karîbûn bi awayekî baş xwe bighînin hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku xizmetên awarte û pêwîst ji şêniyan re pêşkêş bikin.
HSK û tîmên wê yên bijîşkî spasî û rêzdarî ji nexweşxaneyên xwecihî li hemû herêman werdigirin, di encama dilsozî û dilpakiya wan di pêkanîna erkên ku ji wan re hatine destnîşankirin de . Ev jî asta pabendbûn û berpirsyariya civakî ,ya ku Heyva Sor a Kurd di xizmeta civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê radike , nîşan dide.

Daxuyanî di der barê hedefgirtina tîmên me yên tenduristiyê de

Iroj careke din herêmên bakur û rojhilatê Suriyê li gelek cihan rastî êrîşên dronên dewleta tirk hatin, li gor wê, giropên me yên rewşên awarte ketin tevgerê ji bo dermankirin û veguhestina birîndar û şehîdan.
Di dema ku grûpek me ya tenduristî bi erkê xwe yê mirovî radibû li gundê hatimiyê li herêma amudê, hate hedefgirtin ji hêla balefirên şer ên dewleta tirk ve, û di encamê de ambulansek me bi temamî nema kare karbike.
Ev ne cara yekeme kû dewleta tirk ambulans û karmendên saziyên mirovî hedefdigre, yên ku eşkere sembol û logo yên xaç û heyva sor a navnetewî radiken.
Em wek saziyek mirovî ku li Bakurê Suriyê kardike, emê bê zemînekî guncav ji bo xebatkarên me, emê nikaribin bi erkê xwe yê mirovî wek ku tê xwestin rabin. Em bangdikin saziyên navnetwî û dost ku bi mere li dijî van kiryarên dewleta tirk yên ku eşkere li dijî karê mirovî û xizmetguzarî li bakur û rojhilatê Suriyê rabin.