Rapora encamên projeya hevgirtina civakî

 

Beriya çend mehan Rêxistina Heyva Sor a Kurd dest bi rêbazeke piştgirî û hevgirtina civakî kir  ku tê de qutiyên alîkariyê li saziyên sivîl, dikan, xwaringeh û cihên din ên ku rasterast têkiliya wan bi civakê re hene danî , bi armanca piştgiriya nexweşxaneya Onkolojî, Şewat û Telasîmiyayê da ku bikaribin nexweşên penceşêr û telasîmiyayê ji hemû herêman werbigrin û wan derman bikin.

 Projeya hevgirtina civakî bi alîkariya aliyên mêvandar hatiye pêkanîn , lewra komîteya projeyê heta niha nêzî 70 sindoqên alîkariyê li hemû bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kiriye , ji ber wê jî yekem pêvajoya vekirina qutiyan ji  1/9/2024 heta 4/9/2024 bi rêya mekanîzmeyeke vekirinê yekbuyî li hemû herêman hat pêkanîn û miqdarên pereyên ku hatine danhev 67,026,000 lêreya Surî û  12,940 $  dolarê Emrîkî û 49 Ewro bû.

Ev xebata civakî ya mirovahî dê  alîkariya nexweşxaneyê bike ku nexweşan werbigire û dermanên kîmyawî û yên wekî din ji wan re peyda bike, ku ev alîkarî  60 %  ji hewcedariyên nexweşxaneyê derdora mehekê ji derman û pêdiviyên bijîşkî yên din peyda dike.

Tişta ku proje wek pêngavek destpêkê bi dest xist, destkeftiyek girîng e hêjayî pesindayînê ye, ji ber ku nîşan daye ku tevî hemû zehmetî û şert û mercan, bi hevkarî û hevgirtinê em dikarin bigihîjin armancan. Berdewamkirina hewldanan û lêgerîna ji bo başkirina pêdiviyên mayî, girîngîya civakê di dagirtina valahiyên tenduristî de radixe ber çavan û şopeke serkeftî ya mirovahî dihêle.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *