Xizmetên Navenda Lênihêrîna Tenduristiya Seretayî ya Cirniyê
Êşa Wîsam û malbata wî dest pê kir dema kurê biçûk lingê xwe yê rastê winda kir ji ber lîstina bi bermahiyên şer li gundê wî yê girêdayî bajarokê Holê di sala 2015an ku êdî nikaribû jiyana xwe bi awayekî asayî berdewam bike, heta ku bi bavê xwe re serdana Navenda Protêz, Dermankirina Fîzîkî û Piştgiriya Derûnî ya Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişlo kir da ku careke din jiyana wî ronî bû û karibû bi derdora xwe re têkiliyan çêtir bike, navend bi malbatê re di têkiliyê de ye da ku bi protezê re rehet bibe û sererastkirinan pêk bîne her carê bi mezinbûna wî re.
Bi boneya roja cîhanî a astengdaran û di bin drûşmeya “min ji astengdariya min dadgeh neke, bihêle ez karînên xwe nîşanî we bidim” Heyva Sor a Kurd bi hevkarya rêxistina nûdem çalakiyek ji zarokan re lidarxist , di çalakiyê de şano û stranbêjî ji zarokan re hat pêşkêşkirin, ji bilî xêzkirina rûyê wan û belavkirina diyariyan , bi armanca tevlîkirina zarokên astengdar bi ên ne astengdar re.
hedefgirtina herêmên sivîl pirê caran dibe encama gelek windahî û birîndariyên giran di nava sivîlan de û piştî topbarana bêserûber ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî binsazî û herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4 -10 – 2023’an de ku çend rojan dewam kir, gelek qurbanî û birîndar bûn, yek ji wan jî Fereh a çardeh salî bû ku ji gundê xwe El-Xeybiş ê girêdayî Til Temîrê tevî dê û bavên xwe koçber bûn dema bajarê Serêkaniyê hate dagirkirin, û ew herêm dihat topebaran kirin.
Careke din toparan pey wê ket dema wê li gundê El-Bişêrya ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê alîkarya dayika xwe di komkirina pembo de dikir rokêtek di 5-10-2023an de li wan ket û di encamê de herdû lingên xwe winda kir .
Ferah ji milê tîma rewşên awarte û lezgîn ve ya Heyva Sor a Kurd li Dirbêsiyê hat rakirin ji nexweşxaneyekê re li bajarê Hesekê û tîmeke bijîşkî girêdayî Heyva Sor a Kurd ku ji bijîşkê hestî , fizyoterapist û ekîbeke piştgrya derûnî pêk tê hate erkdarkirin ku rewşa tedawî kirina wê bişopînin û piştevaniya wê bikin heta avakirina protezên jêrîn ji bo wê û bi hêviya ku şahî vegere dilê Fereh
Penceşêra pêsîrê di cîhanê de yek ji kansera herî berbelavbuyî ye. Ew ne tenê nexweşiyek e, li ser jiyan û tenduristiya jinê xeteryeke mezin e. Ji ber vê yekê, têgihîştina vê nexweşiyê û hişyarkirina nîşanên wê û rêyên pêşîlêgirtina wê ji bo her jinek û ji bo civakê bi tevahî pêwîstyeke mezine . cudabûna penceşêra pêsîrê ku di şaneyên girêkî ên sîngê de mezin dibe,, û dibe ku ew zû li beşên din ên laş belav bibe ger ku zû neyê naskirin û dermankirina bilez neyê peyda kirin.
Ji vê helwêstê û ji giringîya tenduristiya jinan, Komîteya Jinan a Heyva Sor a Kurd her tim di meha pembehî cotmehê de kampanyayên berfireh ên hişyarkirina nexweşiyê li dar dixe, li ser hişyarî û naskirina zû ya penceşêra pêsîrê.ku Sernavê îsal “Serlêdana zû .. gavek bi hezar gavî ye ” û di kampanyayê de dewreyên hişyarkirina jinan, belavkirina broşuran û dalqandina fîlêksên hişyarkirinê û naskirina Navenda Mamograf ya Heyva Sor a Kurd pêk tên.
hedefgirtina herêmên sivîl pirê caran dibe encama gelek windahî û birîndariyên giran di nava sivîlan de û piştî topbarana bêserûber ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî binsazî û herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4 -10 – 2023’an de ku çend rojan dewam kir, gelek qurbanî û birîndar bûn, yek ji wan jî Fereh a çardeh salî bû ku ji gundê xwe El-Xeybiş ê girêdayî Til Temîrê tevî dê û bavên xwe koçber bûn dema bajarê Serêkaniyê hate dagirkirin, û ew herêm dihat topebaran kirin.
Careke din toparan pey wê ket dema wê li gundê El-Bişêrya ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê alîkarya dayika xwe di komkirina pembo de dikir rokêtek di 5-10-2023an de li wan ket û di encamê de herdû lingên xwe winda kir .
Ferah ji milê tîma rewşên awarte û lezgîn ve ya Heyva Sor a Kurd li Dirbêsiyê hat rakirin ji nexweşxaneyekê re li bajarê Hesekê û tîmeke bijîşkî girêdayî Heyva Sor a Kurd ku ji bijîşkê hestî , fizyoterapist û ekîbeke piştgrya derûnî pêk tê hate erkdarkirin ku rewşa tedawî kirina wê bişopînin û piştevaniya wê bikin heta avakirina protezên jêrîn ji bo wê û bi hêviya ku şahî vegere dilê Fereh
Bi armanca belavkirina şahî û kêfxweşiyê di dilê zarokan de û xêzkırına ken li ser rûyên wan, Heyva Sor a Kurd bi piştevaniya Rêxistina Parwîn û bi alîkarıya Komîteya Şlêr a Zarokan komek diyarî û lîstik pêşkêş kirin. , ji bilî pêşkêşkirina vexwarin û şêranıyê lı hıjmareke zarokên ku temenê wan jı 4- 6 salıye lı her
dû bajarên Qamışlo û Hesekê.
Qamishlo city /Al-Antarya neighborhood
A1- 00963 935 288 541
A2- 00963 949 359 179
A3- 00963 949 356 870
A4- 00963 932 125 933