“Serlêdana zû .. gavek bi hezar gavî ye “

Penceşêra pêsîrê di cîhanê de yek ji kansera herî berbelavbuyî ye. Ew ne tenê nexweşiyek e, li ser jiyan û tenduristiya jinê xeteryeke mezin e. Ji ber vê yekê, têgihîştina vê nexweşiyê û hişyarkirina nîşanên wê û rêyên pêşîlêgirtina wê ji bo her jinek û ji bo civakê bi tevahî pêwîstyeke mezine . cudabûna penceşêra pêsîrê ku di şaneyên girêkî ên sîngê de mezin dibe,, û dibe ku ew zû li beşên din ên laş belav bibe ger ku zû neyê naskirin û dermankirina bilez neyê peyda kirin.
Ji vê helwêstê û ji giringîya tenduristiya jinan, Komîteya Jinan a Heyva Sor a Kurd her tim di meha pembehî cotmehê de kampanyayên berfireh ên hişyarkirina nexweşiyê li dar dixe, li ser hişyarî û naskirina zû ya penceşêra pêsîrê.ku Sernavê îsal “Serlêdana zû .. gavek bi hezar gavî ye ” û di kampanyayê de dewreyên hişyarkirina jinan, belavkirina broşuran û dalqandina fîlêksên hişyarkirinê û naskirina Navenda Mamograf ya Heyva Sor a Kurd pêk tên.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *