belavkirina ava paqij li bajarê Hesekê

Ji ber dubarekirina qutkirina avê ji stsiyona Elok li ser bajarê Hesekê û ji bo kêmkirina aloziyên welatiyan di peydakirina ava paqij ,taybet penaberê Heleb û Şehba ku di wargehan de dimînin , Tîma WASH a Heyva Sor a Kurd di çarçoveya pirojeya “Medico Switzerland” belavkirina ava paqij berdewam dike. Bi kordînekirina bi şaredariyan re , ev wargeh hatin armanc kirin (Dibistana Ehmed El-Muxlif a taxa Selhiye – Dibistana Deham Bozo ya taxa Muftî – Xaniyên ciwanan li taxa El-Neşwa – Dibistana El-Ebûd Erd a taxa El-Neşwa – Dibistana Silêmanî li herêma Sifeya – Meclîsa Şaredariyê li herêma Sifeya)

pirojeya kilînka jinan a gerok di bin duruşmeya ” li tendurstiya xwe binêre , tu jiyanî ”

 

 

Heyva Sor a Kurd her tim piştgiriya pirojeyên jinan dike û xizmetên girêdayî jinan pêşkêş dike. Vê carê jî yekmîn pirojeyeke bi ekîpeke hemû jin dest pê dike û xizmetên tendurstî ji bo jinan li gundan bi rêka kilînkek gerok û embulansekê pêşkêş dike
Bi boneya 8ê Adarê roja jinên cîhanê bi durşmeya “li tendurstiya xwe binêre , tu jiyanî “ ekîpa vê pîrojeyê kêfxweîiya xwe tîne ziman û bi dilekê germ xizmetan ji jinan re pêşkêş dikin.

Bêtirî 64883 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di xala Til Temir ya lênerîna tendurstî di sala 2024an de û di nav de:

Bêtirî 53,697 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di xala Reşîd ya lênerîna tendurstî li Reqa di sala 2024an de û di nav de:

Girîngiya rola malbatê di piştgiriya zarokên xwedî pêdiviyên taybet de

Zarokên xwedî pêdiviyên taybet, pêwîstiya wan bi têgihiştineke kûr ji hewcedariyên wan re û rêvebirineke pak ji malbatên wan, heye. Malbat ne tenê jîngeha yekem e ku zarok tê de mezin dibe, lê ew çavkaniya bingehîn a ragirtin û piştgiriya hestyarî ye jî. Ev piştgirî danûstendina bibandor bi civakê re zêde dike û rê dide lênerîna taybetî ji bo tenduristiya derûnî û laşî ya wan bi riya naskirna zû û dermankirina guncaw, ku dibe alîkar ku pêdiviyên wan baştir peyda bikin.
Malbata Cewad di vî warî de mînakek pir baş bû, ji ber ku têgihiştinek kûr ji hewcedariyên zarokê xwe nîşan dan û lênerîna tenduristî û derûnî a pêwîst pêşkêşî wî kirin. Cewad bi serdana Navenda Protêzan ya Heyva Sor a Kurd, piştgiriya derûnî û dermankirina fizîkî wergirt. Di heman demê de du lingên jêrîn ji bo wî hatine çêkirin, ku ji wî re dibe alîkar ku bi hevalên xwe re çêtir tevbigere û jiyana xwe ya rojane baştir bi rê ve bibe.

 

 

 

 

Bêtirî 37,864 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di xala #Heyva_Sor_a_Kurd a lênerîna tendurstî li kampa Erîşa di sala 2024an de û di nav de:

Bêtirî 29,712 sûdmendî ji xizmetên tendurstî û lezgîn , di xala lênerîna tendurstî li kampa Ebû Xeşeb di sala 2024an de û di nav de:

xizmetên Navenda Abu Xeşeb a lênerîna Tendurstî

avenda Heyva Sor a Kurd li kampa Ebû Xeşeb a dikeve rojhilatê Dêra Zorê , rojane pêşwaziya 120 sûdmendan dike.
Her klînîkek li navendê (hundirîn, zarok, jin) rojane 40 sûdmendan werdigire, di nav de nexwşên lezgîn, û xizmetên û muayeneyên pizîşkî yên guncaw ji bo hemûyan pêşkêş dike.
Ji bilî klînîkan, dermanxane dermanan ji wan re peyda dike û li aliyekî din jî ambûlans 24 seatan ji bo rewşên awerte amade ye.

vekiirina xaleke din ên lezîn li ser riyan (ORKÊŞ)

Hebûna xalên alîkariya lezgîn li ser rêyan xwedî girîngiyek mezin e, ji ber ku ew dikare dema bersivdana qezayan kêm bike, ev jî derfa rizgarkirina birîndaran zêde dike.
Heyva Sor a Kurd di nava xizmetên ku dide de, xala lezgîn a Orkêşê li xaçerêya ku bajar û gundên Amûdê, Hesekê û Qamişloyê bi hev ve girêdide vekir.
Ev xal bi tîmeke hawarçunê û ambûlanseke tam bi amûrên seretayî amedeya bi 24 saetan li gorî bûyerên qezayên trafîkê, ji bilî veguheztina rewşên awarte li gundên dûr tevdigere, ev jî pıştî kordîna bı odeya operasyonan re, ev hemû xebat ji bo hêsankirina gihîştina birîndaran, û veguhestina wan ji bo nexweşxaneyên bajêr ên Nêzîkî da ku jiyana wan biparêzin, û kurtkirina dema dermankirina wan.

Alîkariya 400 malbatên koçber li bajarê Kobanê

Di nava pêleke mezin a koçberiyê de ku di destpêka Çileya 2024’an de dest pê kir, bi deh hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê ji bo lêgerîna ewlehî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cihên xwe koçberbûn. Xebatên Heyva Sor a Kurd di van rewşên mirovî yên zehmet de wekî aktorekî sereke di pêşkêşkirina piştevanî û alîkariyê de destnîşan dike, ji ber ku ev hewldan piştgiriyeke mezin ji Heyva Sor a Kurdistanê werdigirin.
Rêxistina Heyva Sor a Kurd xizmetên lezgîn ên tenduristî û alîkariyê li hemû deverên ku koçber bûne pêşkêşkir û herî dawî pêdiviyên 400 malbatên koçber li bajarê Kobanê ji şîrê zaokan, hefad û cilên mezin û zarokan peyda kir û hin barê li ser wan sivik kir.